5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Amedê komxebata têkildarî erdhejê pêk hat

DOGUNSÎFED, DTSO, Komeleya Mermercî, Komeleya Madenvanan û gelek saziyên Endezyar û Avahisazan têkilarî erdheja ku di 6 Sibatê de pêk hatibû li Amedê komxebatek lidar xistin

Odeya Endezyarên Jeolojiyê ya zanîngeha Dîcleyê (DOGUNSÎFED), Odeya Bazirganî û Pîşezaziyê ya Amedê (DTSO), Komeleya Mermervanan û Madenvanan têkildarî serpêhatiyên erdhejê li otêla Movenpîck’ê ya li taxa Firatê ya navçeya Peyas a Amedê komxebata bi navê “Bajarên di erdhejê de li ber xwe didin ” li dar xistin. Di Komxebatê de Yekîtiya Odeya Endezyar û Avahîsazên Tirkiyeyê (TMMOB) gelek avahîsaz û endezyar beşdar bûn. Di komxebatê de Pisporên Edhejê Nacî Gorur, Dîcle Barç, Huseyîn Tarik Şengul, Dr. Îdrîs Bedîrhanoglû û Dr. Bahar Yetîş di komxebatê de axivîn.

Divê avahiyên tên çêkirin bên kontrolkirin

Dîcle Barç, diyar kir ku sedemên bûyerên xwezayî vediguherin felaketan û ev yek wiha anî ziman: “Li dijî erdhejê divê qanûnên kontrolkirina avahiyan, avakirina qadên jiyanê û avahiyên ku tên çêkirin bên kontrolkirin. Divê li deverên ku di bin gefa lehiyê de ne avahî neyên çêkirin.  Li qadên lehiyê qedexe bên danîn û ev herêm bibin herêmên ewle. Ji bo serlêdanên ku xizmetên endezyariyê nagirin divê destûr neyên dayîn. Li gorî rêziknameya erdhejê lêkolîna erdê ya bingehîn divê were kirin. Em dizanin ku şaredarî li navçeyên bakurê Kurdistanê lêkolînên bejahî naxwazin. Divê bi mekanîzmaya teftîşê lêkolînên li ser erdê bên kirin.”

Berdêla xemsariyan

Barç, bal kişand ser giringiya çêkirina plansaziyên erdhejên herêmî û ev tişt got: “Di 6’ê Sibatê de me hemûyan berdêla xemsariyê, tercîhên dûrî zanist, endezyarî û avahiyên ne bi zexm dît. Li 11 parêzgehan bi hezaran avahî hiweşiyan û bi dehezaran welatî jiyana xwe ji dest dan.”

Ev erdhej 13 milyon sal berê jî pêk hatibû

Pisporê erhejê Nacî Gorur, da zanîn ku haya wî jê heye êdî dem hatiye ev welat bi erdhejê re rû bi rû bimîne û got “Heger îro nebe dê sibê erdhej çêbibe. Di vê erdhejê de me zêdetirî 50 hezar kesî winda kir. Ev welat welatê erdhejê ye. Em li ser kemberekê ne ku beşek ji kembera çiyayê Alp-Hîmalaya ye. Her metreçargoşeya welatê me li cihekî ye ku erdhejên giran çêdibin. Em sibehê şiyar bûn ku erdhejek bi pileya 7,6 rû daye û bi hezaran kes mirine. Ev yek dê ne surprîz be. Ger bihesibînin ev erdheja ku 13 milyon sal berê dest pê kiriye, dê bidome. Çima em li dû demê ne?”

Prof. Dr. Naci Gorur anî ziman ku divê li Tirkiyeyê Wezareta Afetê bê avakirin û got: “Eger wezaretek cidî bê avakirin divê li gorî layiqbûnê were bicihanîn. Budçeyek ciddî bidin û avahiyek wê ya destûrî hebe. Em ê di nav 10-15 salan de tevahiya Tirkiyeyê ji encamê erdhejê re amade bikin. “