21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çare Konfederalîzma Demokratîk e

Endama KJAR’ê Rojîn Mukriyan ji bo pergala mêrperest ev tişt got: “Qasî ku em lêkolîn dikin û dibînin alternatîfa herî xurt a pergala mêrperst Konfederalîzma Demokratîk e. Konfederalîzma Demokratîk ji bo çîn, netew û baweriyên cuda jî alternatîfa herî xurt e”

Di 16’ê îlona 2022’yan de li Tehranê polîsên rejîma Îranê jina kurd a bi navê Jîna Emînî kuştin. Piştî kuştina Jîna Emînî li gelek bajarên rojhilatê Kurdistanê û Îranê çalakiyên nerazîbûnê  hatin destpêkirin û bi demê re ev çalakî veguherî serhildanê.

Em der barê bingeha çalakiyan, tundiya ku li jinan tê kirin û alternatîfa pêşî girtina li tundiya li ser jinan bi lêkolînera siyaseta Rojhilata Navîn û endama KJAR’ê Rojîn Mukriyan re axivîn.

Rojîn Mukriyan di destpêka axaftina xwe de got ku kesek bixwaze Îranê fêm bike divê di serî de karibe pênaseya Komara Îslamî ya Îranê bike û ev tişt anî ziman: “Komara Îslamî ya Îranê ku di sala 1979’an de hatiye damezrandin, li ser neteweperestiya fars a şîî hatiye avakirin. Dewleta Îranê ji dema damezrandina xwe ve xwestiye dewleteke îranî ya şîî li ser bingeha nasnameya çand û zimanê farsî ava bike. Lewma qanûna bingehîn a Îranê neteweyên ne faris înkar dike û ev yek jî bûye sedem ku neteweyên ne faris di warên çand, ziman, ol, siyasî, aborî û civakî de hertim ji aliyê dewletê ve rastî gefan bên.”

Mukriyan diyar kir ku hemû  netewdewlet li ser hişmendiya mêrperest hatine avakirin û wiha axivî: “Dewleta Îranê jî ji vê pergala navneteweyî bêpar nîne. Netew-dewleta Îranê li ser nasnameya mêrê şîî yê faris hatiye avakirin. Komara Îslamî ya Îranê weke rejîmeke îslamî ya teokratîk, zihniyeta mêranî bi awayekî qanûnî pêş dixe. Mînak di Destûra Bingehîn a Îranê de jin weke koleyên desthilatdariyê tên pênasekirin. Li gorî Destûra Bingehîn a Îranê, mafên jinan nîvê yê mêr e. Mafê mîrasê yê jinan nîvê mêran e. Li gorî qanûnê jin (berî zewacê) bêyî destûra bavê xwe nikarin li derve kar bikin û ji malê derkevin. Dema jin dizewice vê carê dibe milkê mêrê xwe. Divê bê zanîn ku jin li Îranê hem milkê dewletê hem jî mal û milkê mêran in. Ji ber vê yekê jinên îranî di sîstemeke bi vî rengî de her tim li hember mêran bûne xwediyê mafên newekhev.”

Rojîn Mukriyan di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa jinên kurd ên di nav pergala Îranê de wiha dirêjî da axaftina xwe:  “Jinên kurd ji ber kurdbûn û jinbûna xwe rastî gelek zordestiyan tên. Jinên kurd li Îranê hem bi mêtingeriya dewletên ku Kurdistanê dagir kiriye re hem jî bi zihniyeta mêraniya navxweyî ya civak û malbatên kurd re rû bi rû ne. Jinên kurd li Îranê wek jinên faris ne xwediyê îmtiyazê ne. Jinên kurd li gorî jinên neteweya serdest kêmtir xwediyê derfetên aborî ne.”

Derfet tên tunekirin

Mukriyan da zanîn ku divê jin wek bêîrade neyên dîtin û wiha  domand: “Jin helbet xwedî şiyana birêvebirina jiyana xwe ne, lê dema em behsa dewleteke mêrperest a wek Îranê dikin, divê em têbigihîjin ku qanûn û desthilat hemû deriyan li ber jinan digire û nahêle jin serbixwe be. Wek mînak tevî ku ji sedî 60 xwendekarên zanîngehên Îranê ji jinan pêk tên jî di sala 2022’yan dê rêjeya wan a kar ji sedî 15, di siyaset û parlamentoyê de jî tenê ji sedî 5 e.”

Rojîn Mukriyan got ku rejîma Îranê ji malbat heta saziyên dewletê bi asayîkirin û pêşxistina zihniyeta mêrperest di hemû beşên civakê de hewl dide tundiyê li dijî jinan bikar bîne, bi hêz û amûrên dewletê jinan ditepisîne û ji bo domandina koletiya jinan xebatan dimeşîne.

Destkeftiyên şoreşê

Mukriyan Şoreşa Jin Jiyan Azadî bi bîr xist û ev tişt aî ziman: “Bi kuştina Jîna Emînî, li Rojhilat û Îranê bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” tevgereke şoreşgerî derket holê. Em dikarin bibêjin ku vê tevgera şoreşger ku di bin dirûşma jin jiyan azadiyê de dest pê kir xwediyê destkeftiyên baş bû. Wek mînak hişmendiya mêrperest ber bi guhertinê ve dere. Ew jî ji bo pêşeroja civakê  hêviyek dide afirandin. Dirûşma jin jiyan azadî wek ji aliyê herkesê ve tê zanîn li ser fikra Abdullah Ocalan derket û şoreş jî li ser vî fikrî pêş ket. Bi vê dirûşmê re di nav civakê de ji aliyê hişmendî ve guhertin çêbûye. Ev guhertin bandor li ser jiyana rojhilatê Kurdistan û Îranê jî dike. Yek jî destkeftiyên vê şoreşê jî ew bû ku yekitiyek di nav civakê de afirand û hemû neteweyan li hev civand.”

Konfederalîzma Demokratîk

Endama KJAR’ê Rojîn Mukriyan ji bo pêşketina têkoşîna jinan ev tişt got: “Di serî de divê yekitiyek di nav jinên neteweyên cuda de pêş bikeve. Ji bo hişmendiya mêrperest ji holê rabe divê jinên cihanê bi rêxistin bibin û vê rêxistinbûnê karibe alternatîfa pergala mêrperst ava bike û nebe dubareya vê pergalê. Ji bo vê jî divê mijar ji bingehê ve bê nîqaşkirin. Qasî ku em lêkolîn dikin û dibînin alternatîfa herî xurt a pergala mêrperst Konfederalîzma Demokratîk e. Ne tenê ji bo zayendan her wiha Konfederalîzma Demokratîk ji bo çîn, netew û baweriyên cuda jî alternatîfa herî xurt e.”

Mukriyan di axaftina xwe de bal kişand ser belavbûna fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha pêde çû: “Bi dirûşma Jin Jiyan Azadî fikr û felsefeya Abdullah Ocalan li hemû cihanê hat bihîstin. Felsefaya jin jiyan azadî li çiyayên Kurdistanê bi têkoşîna jinên kurd hat xurtkirin û li Bakur, Rojava, Rojhilat û hemû cihanê belav bû. Ev destkeftiyek gelek mezin bû ku em têkoşîna jinên kurd bi cihanê bidin nasîn û belav bikin.”

Tundiya li dijî jinan

Rojîn Mukriyan di dawiya axaftina xwe de ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Tundiya li Dijîn Jinan wiha got: “Ji hemû jinan her ji sê jinan yek jê rastî tundiya fizîkî û derûnî ya mêran tê. Ev rêje ji ber ku hişmendiya mêrsalar ji aliyê hikûmetan ve tê xurtkirin li Rojhilata Navîn zêdetir e. Xurtkirina netewdewletan tundiya li dijî jinan zêdetir dike. Heta ku hebûna netewdewletan berdewam bike dê tundiya li dijî jinan jî bidome û were normalîzekirin. Ji bo rizgariya jinan divê pêşî dawî li netewdewletan bê anîn û Konfederalîzma Demokratîk bê avakirin.”