10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çarenûs di destên jinan de ye

Hevşaredara Bismilê Gulşen Ozerê diyar kir ku jin bi hêzeke mezin tev li xebatên hilbijartinê dibin û wiha got: “Deriyekî ku me lê nexist, gundekî ku em neçûnê, taxeke em neketin hundir hema bêjim nema.”

Wê di 14’ê Gulanê de hilbijartinên Serokkomariyê û Parlamenteriyê bên kirin, bi vê boneyê partiyên siyasî bê navber li hemû herêm, bajar û navçeyan xebatên xwe dimeşînin. Di vê hilbijartinê de her çiqasî Tifaqa Cûmhûr û Tifaqa Millet derdikevin pêş jî tifaqa gelan a Tifaqa Ked û Azadiyê lez dane xebatên xwe. Pêkhateya sereke ya Tifaqa Ked û Azadiyê Partiya Çepên Kesk bi derfetên xwe xebatên xwe dimeşîne û ji hemû partiyan bêhtir ji hêla gel ve bi kêfxweşî û coşeke mezin tê pêşwazîkirin. Her çiqasî ji hilbijartinan re demek kurt maye jî desthilata AKP-MHP’ê hemû saziyên di xebatên xwe de bi kar tîne. Ji van yek jê şaredariyên bi rûya qeyûman hatine dagirkirin e û ji bo AKP’ê dixebitin. Bi taybetî jî qeyûmên şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdîn bi derfetên şaredariyê xizmetê didin AKP’ê.

Tifaqa Cûmhûr ev seriya 20 salan e ku deshilatî ji destê xwe bernade û hemû amûrên tundiyê li ser hemû sazî û rêxistinan da meşandin. Tayînkirina qeyûman di 11’ê îlona 2016’an de dest pê kir û bi qayûman xwestin ku wek derbeyeke giran li tecrubeyên rêveberiyên herêmî, destkeftî û pratîkên gelê kurd bixin. Li şûna şaredarên hilbijartî, karmendên dewletê yên tayînkirî bi cih kirin. Taybetmendiya sereke ya serdema pêşîn a qeyûman, dijberiya li dijî destkeftiyên jinan e. Çawa ku hatine ser peywirê, saziyên jinan û jin ji xwe re kirin hedef. Qeyûman feraseta rêveberiyên herêmî ya demokratîk, ekolojîk, azadiya jinan û destkeftiyên jinan li dijî xwe weke gef dît û tehemul nekir ku jin di mekanîzmayên siyasetê de cihê xwe bigirin. Qeyûman tevahî sazkariya ku dihêle jin di nav rêveberiyên herêmî de bi awayekî wekhev werin temsîlkirin, xwestin ku serobino bikin, jin ji pêvajoyên biryarê dûr bixin, sazkariya dewletê ya bi serdestiya mêran berfireh bikin û pergala hevserokatiyê kirin hedef û li dijî wê dest bi propagandaya reşkirinê kirin.

Her çiqas deshilata AKP-MHP’ê bi hemû hêza xwe xwestibe bi aloziyeke siyasî, çandî, aborî, zayendî û hwd. pêşiya gelên aştîxwaz bigire jî  li gel ew qas rewşên awarte gel hewl daye ku hêza xwe bike yek û dixwaze di rojek pêş de ji vê deshilatiya faşizane xilas bibe.

Her kes bi dildarî dixebite

Hevşaredara Bismilê Gulşen Ozer a ku ji peywira xwe hat dûrxistin û qeyûm şandin şûna wê, têkildarî qeyûman û xebatên hilbijartinê de ji rojnameya me re nêrînên xwe anî ziman. Gulşenê di despêka axaftina xwe de got ku wê ji sala 2003’yan heta niha di gelek beşê xebatên siyasî û bi teybetî jî yên jinan de cih girtiye û wiha got: “ Piştî gelek xebatên civakî min 2 serdeman hevserokatiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê kir, di salên 2018-2019’an de jî weke endama meclîsa HDP’ê de cih girt, herî dawî di hilbijartina heremî ya 2019’an de jî weke Hevşaredara Bismilê hatim hilbijartin. Lê mixabin piştî 6 mehan dîsa bi qayûman dest danîn ser şaredariyên me û xwestin ku me ji xebatên me dûr bixin lê ev xwesteka wan pêk nehat. Lewra em her tim bi hemû rêveber, endam û xebatkarên dildar di nav gel de bûn û her ku çû me li dijî van polîtîkayên dijhiqûqî bi hev re dengê azadî û demokrasiyê bilind kir.”

Dengê civakê ne

Ozerê di  dewama axaftina xwe de wiha got: “Tişta ku min di dema peywidariya xwe ya li HDP’ê de dît û ya ku ez ji derve ve diyar dibînim, ev hewldana me ya ku em xebatên xwe bi awayekî berbiçav biqedînin e. Her kesekî/ê ku di bin vê sîwanê de hewl dide ku ji pirsgirêkên rast re çareseriyên rast derbixe. Ji ber vê yekê em bi gelê xwe re her tim di nava têkiliyê de ne, em bi hev re dikenin û bi hev re xemgîn dibin û pirsgirêk û çareseriyan bi hev re dinirxînin. Dengê vê civaka ku em hemû bi hev re dijîn û her kesê ku di bin sîwana HDP’ê de ye ez jî di nav de, yek ji van dengan in. Ji ber vê yekê em ji raya giştî dixwazin ku hem pirsgirêk û hem jî çareseriyê em bi hev re bibînin.”

Ji bo jiyaneke birûmet

Ozer der barê astengiyên ku li dijî xebatên jinan de tên derxistine de jî ev tişt anî ziman: “Ez jî weke siyasetmedareke jin, weke hemû hevalên xwe, gelek caran rastî zordarî û zehmetiyan hatim û hêj jî têm. Ez ê nikaribim hemûyan ji hev cuda bigirim dest lewra ev pirsgirêkên ku dixwazin bi me bidin jiyandin refleksên hişmendiya baviksalarî û yekzilamî ye. Mînaka herî ber bi çav, rastiya pêbaweriya ku em îro tê de dijîn, di encama zihniyeta zilamsalarî ya ku di rejîma yekzilamî de heya radeya dawî tê hîskirin, derdikeve pêşberî me. Her ku diçe astengiyên hiqûqî û wijdanî yên li pêşiya sînordarkirina jinan zêde dibin, yên li dijî vê yekê derdikevin jî bi awayekî herî hovane tên cezakirin. Bi kurtasî, gelek tişt hene ku divê em ji bo jiyaneke birûmet, hem ji hêla qanûnî û hem jî ji hêla derûnî ve biguherînin.”

Mal bi mal digerin

Ozer herî dawî diyar kir ku ew niha bi hemû lez û hêza xwe xebatên xwe dimeşînin û wiha pê de çû: “Deriyekî ku me lê nexist, gundekî ku em neçûnê, taxeke em neketin hundir hema bêjim nema. Em hemû hewl didin ku mil bi mil û bi motîvasyoneke xurt xwe bigihînin her kesî. Ji xeynî vê jî amadekariyên me yên ji bo ewlehiya hilbijartinê û ewlehiya sindoqan bi awayekî xurt dewam dikin. Amadekariyên me di roja hilbijartinê de jî ji bo şopandina hilbijartinan dewam dikin û heta ku ji destên me tê em ê alîkariya hilbijêran bikin. Divê bê zanîn ku çarenûsa vê hilbijartinê di destê me de ye, divê em deng û sindoqên xwe biparêzin. Ger haya me ji vê hebe 14’ê Gulanê wê bibe mîlad. Ev mîlad jî wê bi serkeftina gel pêk were.