28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çareserî bi çalakiyên kolektîf e

Xelîl Etman

Eger êrîş û tecrîd topyekûn be, divê çalakî, berxwedan û têkoşîn jî topyekûn be. Çawa ku kurd di destpêka komploya navdewletî de bûn yek û li her derê serî hildan û komplo pûç kirin, îro jî bi yekitî û têkoşîna yekpar dikarin tecrîdê bişkînin

Tecrîd rê li mirinê, berxewedan rê li jiyanê vedike. Cihê tecrîd lê hebe, fikir pêş nakeve. Têkiliyên civakî pêş nakeve. Parvekirin pêş nakeve. Cihê ku fikir lê pêş nekeve afirandin, nûbûn jî pêş nakeve. Cihê ku têkiliya civakî lê pêş nekeve yekitî, tifaq, aqilê kolektif, têkoşîna kolektif û nirxên sincî û polîtîk jî pêş nakeve.

Li aliyê din cihê ku berxwedan û têkoşîn lê hebe, tifaq, berpirsiyarî, sinc, afirînerî heye. Cihê tifaq û berpirsiyarî lê hebe, yekitî û nirxên civakî xurt e. Cihê ku nirxên civakî lê xurt be, hêza ruh, mejî, bawerî û hêviyê xurt e. Ji ber vê yekê cihê tecrîd lê hebe, divê li dijî vê yekê têkoşîna kolektif hebe. Cihê ku têkoşîna kolektif lê hebe, tecrîd tu carî nikare encamê bigire. Ji ber hêzên navdewletî dibin yek û polîtîkaya tecrîdê pêş dixin, divê kurd jî li çar aliyên cîhanê bibin yek û li dijî tecrîdê rabin.

Dema em li berxwedana kurdan a li dijî tecrîdê dinerin, têkoşînek parçe heye. Îro li gelek welatên Ewropayê ciwanên kurd û dostên kurdan ên enternasyonalîst ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan rêzeçalakî li dar xistin. Ciwanan di van çalakiyan de bi poster, pankart, daxuyanî û dirûşmên xwe de azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan xwestin. Xwestin ku Konseya Ewropayê, Parlamentoya Ewropayê, DMME û CPT erk û berpirsiyariya xwe ya li dijî tecrîdê pêk bînin. Ciwanan xwestin ku rayedarên welatên Ewropayê guh bidin dengê kurdan û ji bo daxwazên kurdan gavên şênber bavêjin. Xwestin ku welatên cîhanê zextan li Tirkiyeyê bikin ku tecrîdkirina Rêber Ocalan bi dawî bibe.

Demek dirêj e kurd û dostên kurdan ji bo tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi dawî bibe rêzeçalakiyan li dar dixin. Lê îro ji ber kurd tenê li Ewropa najîn, divê çalakî jî tenê li Ewropa bi sînor nemîne. Kurd li çar parçeyên Kurdistanê, Rûsya, DYA, Japonya û gelek welatên cîhanê dijîn. Li aliyekî herî zêde kurd li bakurê Kurdistanê dijîn. Li aliyê din herî zêde tecrîd li ser kurdên bakurê Kurdistanê tê sepandin.

Cihê ku înkar, îmha, talankirin û wêrankirin lê zêde be, divê li dijî talankirin, wêrankirinê parastin jî xurt be. Cihê ku tecrîd zext, tundî û çewisandin zêde be, divê li wir berxwedan û serhildan jî zêde be. Cihê ku dizî, tiryak û fihûş lê zêde be, divê li wir parastina sincê civakê jî xurt be. Cihê ku sansur, qedexe, ceza û bişaftin lê zêde be, divê li wir gotin bêtir tûj û radîkal bin. Divê lêgerîna heqîqetê û azadiya bêtir xurt be. Divê parastina çand, ziman, nirxên civakî bêtir xurt û hişk bin.

Em dibînin ku hêzên serdest û hegomon bi tecrîdkirina Rêber Ocalan dixwazin bi her awayî kurdan li çar aliyê cîhanê ji nirxên wan ên madî û manevî dûr bixin û koletiyek nûjen li ser kurdan ferz bikin. Polîtîkayên înkar, qedexe, kuştin, talankirina xwezayê, bişaftin, tiryak, fihûş, tayînkirina qeyûman û hemû zextên li ser kurdan, bi tecrîdkirinê ve girêdayî ye. Ji bo kurd karibin rê li pêş van polîtîkayên înkar û îmhayê bigirin, divê berî her tiştî di nava rêxistin û tifaqek mezin de têbikoşin. Divê yekitiya çalakiyan xurt bikin. Divê yekitiya ramanî û parastina nirxên civakî xurt bikin.

Eger êrîş û tecrîd topyekûn be, divê çalakî, berxwedan û têkoşîn jî topyekûn be. Niha 9’ê Cotmehê salvegera komploya navdewletî nêzîk dibe. Çawa ku kurd di destpêka komploya navdewletî de bûn yek û li her derê serî hildan û komplo pûç kirin, îro jî bi yekitî û têkoşîna yekpar dikarin tecrîdê bişkînin. Kurd li her derê li dijî tecrîdê ne. Kurd li her derê ji tecrîdê bêzar in. Li her derê azadiya Ocalan dixwazin. Lê pêwîst e vê bêzariya xwe derbasî çalakiyan bikin. Lazim e daxwazên azadiyê li kolanan û di nava rêxistinî û yekitiyê de bînin ziman.

Dema ku ciwan li Ewropayê derketin kolanan, divê çar aliyên Kurdistanê piştgiriyê bidin çalakiya ciwanan. Yekitiya neteweyî, di yekitiya çalakiyan de veşartî ye. Yekitiya neteweyî, di yekitiya têkoşîna li dijî tecrîdê de veşartî ye. Yekitiya kurdan di têkoşîna jin, ciwan, kal, pîr û hemû gelên bindest de veşartî ye. Niha dem dema derxistin vê hêza veşartî ye.