12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Stratejiya têkoşîna kurdî ya ciwanan

Stratejî di rastiya xwe de, wek bingeh û sîwana tevgerekê, wek makenexşe(ri)yeke wê, diyarkirina her awayê bingehdanîn, pêkanîn, rêveçûn û pêkhatina tevgerê ye

Me di nivîsara xwe ya pêşiya vê de kurt û kurmancî behsa girîngiya zimanê kurdî ya ji bo neteweya kurd û mirovahiyê kiribû; bi wê ve têkildar derbarê bingeh, çavkanî, sedem, pêdivî û armanca têkoşîn û raperîna zimanê kurdi ya ciwanên kurd ên têkoşer û hemû ciwanên demokrat, azadîxwaz, dadparêz û şoreşger de raman û nirxandinên xwe yên giştî bi we re parve kiribûn.

Em ê di vê nivîsara xwe de, bi armanca xurtkirin, berfirehkirin û bilindkirina têkoşîna parastin, pêşxistin û serwerkirina zimanê kurdî ya li her derê Kurdistanê û cihên ku kurd lê dijîn, bi kampanyaya ciwanan a ku bi dirûşma “Li Dijî Şerê Taybet Têkoşîneke Biheybet” dane destpêkirin ve têkildar bi mebesta diyarkirina çarçoveyeke giştî ya ‘Stratejiya Têkoşîna Kurdî ya Ciwanan’ çend raman û nirxandinên xwe bi we re parve bikin.

Bingeh û sîwana tevger û têkoşînê

Beriya herî tiştî divê em destnîşan bikin ku her tevgerek li gor bîr, bawerî, raman, hişmendî, felsefe, bîrdozî, sinc, polîtîka anku li gor rasteqîniya hêmanên xwe yên bingehîn rêgeh, rûgeh, bergeh, armanc, xet û pîvanên xwe yên sereke diyar dike, li ser wê bingehê ramanpergala xwe ya bingehîn saz dike û tevn û tora makestratejiya xwe ya têkoşîna xwe jî li gor wê dihone, rêdise û radiçîne…

Stratejî di rastiya xwe de, wek bingeh û sîwana tevgerekê, wek makenexşe(ri)yeke wê, diyarkirina her awayê bingehdanîn, pêkanîn, rêveçûn û pêkhatina tevgerê ye. Rêzikname, rê, rêgez, rêbaz, teşe, şêwaz, nexşerê, rêbername, bername, karname, plansazî, rêxistinkirin, kiryar û çalakiyên têkoşînê, dîsa reng û naveroka hemû têkilî, nirxandin, jiyan, pergal, kargerî û perwerdehiya navxweyî û hemû pêşeng, kadro, têkoşer û xebatkarên her tevgerekê li gor stratejiya wê ya bingehîn diyar dibin. Bêguman heke ev tevger tevgereke têkoşer û şoreşger a neteweyî û civakî be ev rastî hê zêdetir xwe dide der.

Di dîrokê de hem pêşiya destpêkirina têkoşîna wan, hem ligel destpêkirina têkoşîna wan, hem jî di dema têkoşîna wan de hema hema hemû tevgerên şoreşger ên têkoşînên neteweyî û civakî li gor vê rastiyê tevgeriyane, çi bi nivîskî çi bi devkî bi awayekî makestratejiya xwe ya têkoşînê diyar kirine û heta dawiyê hewl dane ku têkoşîna xwe li gor wê bimeşînin. Helbet gelek ji wan tevgeran li gor xet, pîvan û armancên xwe yên nûjenkirî, herwiha li gor rewşa guherîn, veguherîn, şert û mercên piralî yên gerdûnî, herêmî, xwecihî û navxweyî di makestratejiya xwe de, çi bi rengekî herî bingehîn, tevahî û radîkal, çi bi rengekî seraser, kêmtir û nermtir guherîn û veguherînên pêwîst pêk anîne/tînin û hemû tiştên xwe li gor makestratejiya xwe ya nûkirî û nûjenkirî ji nû ve saz kirine û li gor wê têkoşiyane. Bêguman ev rasteqîniya herikîna dîroka jiyana civakî dê ji niha û pê ve jî wisa be.

Çawa ku makestratejiyên diyarde, rewş û mijarên giştî hene, stratejiyên diyarde, rewş û mijarên taybet jî hene. Makestratejiyên giştî gelek stratejiyên taybet/xweser di nava xwe de dihewînin û bi pêkhatina wan a tevahî xwe pêk tînin. Wek mînak; li bin sîwana makestratejiya şoreşa rizgarî û azadiya Kurdistanê ya neteweyî û civakî, stratejiya parastina erdnîgariya Kurdistanê, stratejiya parastina çanda kurdan, stratejiya şoreşa bîrmendî û hişmendiyê, stratejiya şoreşa jina kurd û têkildarî van hemû xalan stratejiya birêxistinkirina ciwanên kurd û gelek stratejiyên din ên taybet/xweser hene…

Yek ji diyarde û mijareke taybet a ji bo kurdan û şoreşa Kurdistanê zimanê kurdî ye.

Bêguman di navbera têkoşîna azadiya Kurdistanê ya giştî û têkoşîna parastin û pêşxistina zimanê kurdî de têkiliyeke rasterast heye ku yek bê ya din nabe. Têkoşîna giştî ya azadiya Kurdistanê têkoşîna zimanê kurdî jî di nava xwe de dihewîne û têkoşîna zimanê kurdî têkoşîneke bingehîn e ku têkoşîna giştî ya azadiya Kurdistanê li ser piyan digire; ji ber ku zimanê kurdî wek remz, nasname, nişane û stargeha wê ya sereke, herî xweser û jêneger gehwer, xet, reng û dirûvê gelek hêmanên wê diyar dike û di sazkirina jiyan û civaka azad a kurdan de xaleke bingehîn a diyarker e.

Helbet ev rastî ji bo têkoşîna ciwanên kurd jî derbasdar e. Stratejiya giştî ya têkoşîna ciwanên kurd û stratejiya wan a xweser a têkoşîna zimanê kurdî jî rasterast di nava hev de ne, yek bê ya din nabe. Xal û xetên bingehîn ên têkoşîna wan, awa, rê û rêbazên pêkhatina têkoşîna wan a giştî ya azadiya Kurdistan û mirovahiyê û têkoşîna wan a xweser a zimanê kurdî jî ji gelek aliyan ve bi hev re têkildar in û bandoreke rasterast li hev dikin, serketin û serfiraziya yekê di heman demê de serketin û serfiraziya ya din e. Em nikarin herduyan bi awayekî cuda bigirin dest û binirxînin.

Têkoşîna stratejîk a şênber

Bi armanca parastin û pêşxistina zimanê kurdî û di vê mijarê de xwegihandina gelek destketî û serketiyên mezin ên bingehîn, mayînde û mîsogerkirî divê li gor stratejiya têkoşîna giştî ya ji bo zimanê kurdî stratejiya xweser a têkoşîna ciwanan a ji bo zimanê kurdî jî bi rengekî herî domdar, afirîner û encamgir bidome û bigihe armanca xwe. Helbet ji bo pêkanîna vê jî pêwîst e ku beriya her tiştî bersiva pirsên wek “Stratejiya têkoşîn û xebatên ciwanan ên ji bo zimanê kurdî divê li ser kîjan bingeh û stûnan bê sazkirin, divê kîjan têkoşîn û xebat li ku derê û çawa bên meşandin, divê rê û rêbazên pêkanîna têkoşîn û xebatan çi û çawa bin, divê di têkoşîn û xebatên zimanê kurdî de kîjan alav û amûr kengî, li ku û bi çi awayî bên bikaranîn, divê xwedî rêbername, nexşerê, karname, bername û plansaziyên demkurt, demnavîn û demdirêj çawa bin?” û bersiva hinek pirsên din ên bingehîn ên têkildarî mijarê rast û baş bên dayîn.

Em ê di vê çarçoveyê de di nivîsarên xwe yên pêş de hewl bidin ku hinek raman û nirxandinên xwe yên derbarê pêkanîna armanc û naveroka stratejiya têkoşîna ciwanên kurd û hemû ciwanên demokrat, şoreşger û mirovahîparêz a ji bo zimanê kurdî bi awayekî zelal bi we re parve bikin. Ew jî bi rengekî herî şênber destnîşankirina xet û rêgez, rê û rêbaz, awa û şêwaz, qad û war, alav û amûr û xalên din ên bingehîn ên têkoşîn û xebatên hişmendî/çalakî, hîndekarî/perwerdehî, rêxistinî, dîplomasî û hwd. ên ji bo zimanê kurdî ne.

Lê, beriya wê em ê di nivîsara xwe ya pêş de derbarê bingeh û çarçoveyeke giştî û xweser a ‘Têkoşîna Kurdî ya Bi Heybet’ a li dijî şerê taybet de çend raman û nirxandinên xwe bi we re parve bikin da ku armanc û bingeha nivîsarên din jî baştir bê fêhmkirin û têgihiştin…

Heta wê demê her û her di nava têkoşîn û xebatên kurdî û kurdewar de bimînin.