spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi girseyî serdana şîna HPG’yî kirin

Bi sedan siyasetmedar û welatî kom bûn û bi girseyî serdana şîna endamê HPG’ê Ramazan Elîçumuş kirin

Gundê Bana yê navçeya Basa ya Şirnexê zêdeyî 2 meh in, di bin dorpêça leşkeran de ye. Di 19’ê îlonê de ji hewayî ve hatibû bombebarankirin. Endamê HPG’ê Ramazan Elîçumuş di bombebaranê de jiyana xwe ji dest dabû. Malbatê li bajarokê Findikê yê bi ser navçeya Basa yê Şirnexê ve şîna ji bo Ramazan ê HPG’yî danî. Parlamenterê Partiya Çepên Kesk a Şirnexê Newroz Uysal Aslan, rêveberên rêxistina Partiya Çepên Kesk a bajêr û navçeyan, rêveberên MEBYA-DER, Dayikên Aştiyê û gelek kes bi girseyî serdana şînê kirin.

Leşkerên ku li ser rê kontrol danîbûn nasnameyên şandeyê kontrol kirin. Her wiha kesên çûn şînê diyar kirin ku mala şîn lê hatiye danîn jî di bin dorpêça leşkeran de bû.

Şande piştî serdanê ji bajarok vegeriya.