6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serhatli: Lozan ne ji bo kurdan li dijî kurdan e

Kerem Serhatli, destnîşan kir ku Peymana Lozanê li dijî gelê kurd û hebûn, nasname, ziman û çanda kurdan hatiye îmzekirin. Di peymanê de gelê kurd ji gelek mafên xwe yên mirovî hatin dûrxistin û bê par man.

Peymana Lozanê di 24’ê Tîrmeha 1923’yan de ji aliyê Tirkiye, Îngilistan, Fransa, Îtalya, Japonya, Yewnanistan û Yûgoslavyayayê ve li Swîsreyê hat îmzekirin. Bi peymana Lozanê erdnîgariya Kurdistanê dabeşî çar parçeyan bû û darbeyên mezin li statu, dîrok û çanda kurdan hat danîn. Heta niha jî aliyên vê peymanê destûr nadin ku kurd bibine xwedî statu. Lêkonîner û Nivîskar Kerem Serhatli ku di 17’ê îlonê de li Amedê tev li Konferansa Peymana Lozanê bû, ji rojnameya me re axivî û der barê Lozanê de nirxandinan kirin.

Kerem Serhatli, diyar kir ku bi Peymana Lozanê navê Kurdistanê ji holê hatiye rakirin û wiha gotji aliyê deh Dewletên Navneteweyî ve hatiye îmzekirin û got: “Di vê Peymanê de êdî navê Kurdistanê nemaye kirine Îran, Irak, Sûriye û Tirkiye. Ev peyman ne ji bo kurdan li dijî kurdan hetiye îmzekirin. Ev parçekirin jî ji xala 36-37 û 38’an pêk tê. Di vir de ji bo kurdan dibêjin ew ê ku ne tirkin musulman in, ew jî welatiyê tirkan in. Divê mafê wan ê ziman perwerde û xwendinê hemû hatiye veqetandin. Di vê peymanê de divê herkes bi zimanê xwe bi axive, binivîse û bixwîne tê îmzekirin. Lê di vir de dibêjin bila zimanekî fermî hebe.”

Serhatli, bal kişand ser xalên 36 û 37’an ku dibêjn dewleta tirk mecbur e peymana bipejirîne, bi cih bîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Mixabin heta îro tu kesî ji bo kurdan tu tiştekî nekiriye. Di hinek dibistanan de dibêjin bila zarok dersên kurdî bibînin. Lê ew jî mamosteyên wan tune ne. Divê ku mirov li ser van xalan bisekine û bixebite. Piştî welatê me yê me ye divê ku mafek ji me re jî hebe. Divê em jî bi zimanê xwe biaxivin. Ev tişt mafê me yê mirovî ye.”