3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çareserî di modernîteya demokratîk de ye

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di parêznameyên xwe yên 4 û 5'emîn de bal dikişîne ser rewşa Îranê û li dijî pirsgirêkên ku li vir diqewimin modernîteya demokratîk weke alternatîf nîşan dide.

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 15’ê sibata 1999’an heta niha 23 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê girtî ye. Abdullah Ocalan her tim ji bo pirsgirêkên Rojhilata Navîn û çareseriya demokratîk nirxandin û pêşniyarên girîng dike. Abdullah Ocalan di nirxandinên xwe de tespîta pirsgirêkên Rojhilata Navîn dike û bi nêrînên xwe çareseriyê pêşniyar dike. Abdullah Ocalan dibêje, di civakên Rojhilata Navîn de meylên netew-dewletê û nîjadperestiya du sed salên dawî de hatine hişyarkirin, weke ku tê îdeakirin rê li ber çareserkirina pirsgirêkên neteweyî venake, beravajiya wê dibe sedema mezinbûna pirsgirêkan û kontrolkirina tevahiya komikên civakî.

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, di parêznameya xwe ya 4’emîn a bi navê “Li Rojhilata Navîn Krîza Şaristaniyê û Çareseriya Şaristaniya Demokratîk” û parêznameya xwe ya 5’emîn a bi navê “Parastina Kurdên Di Nava Pencê Qirkirina Çandî de an jî Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk” de der barê rêyên çareseriyê yên li ser esasê modernîteya demokratîk, tespît û nirxandinên girîng li ser rewşa Îranê dike.

Nîrxandin û nêrînên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên ji bo Îranê wiha ne:

“Rêûresma dewletê ya Îranê mîna Komara Tirkiyeyê bi hêsanî mînîmalîzebûyînê qebûl nake. Şahtiya Îranê ya di dema modern de jî ji Komarê bêhtir li dijî mînîmalîzekirinê li ber xwe da. Şoreşa Îslamî ya Îranê ya 1979’an li dijî sîstema tewazunê û mînîmalîzma dewleta netewe ya bi awayekî xweser li Rojhilata Navîn sînor danîn, helwesteke girîng bû. Ji destpêkê ve li dijî hegemonyaya Îsraîlê hegemonyaya xwe ferz kir. Komara Tirkiyeyê û dewletên netewe yên ereb rewabûna sîstema dewleta netewe nas kirin ku bi vê Îsraîl pêkan bû. Lê Şoreşa Îslamî ya Îranê tevî ku gotin û gavên wê yên hevdû nagirin hene jî statuya hatiye diyarkirin û xêzkirin nas nekiriye û hewl daye hegemonyaya dijber pêk bîne. Tengezariya Îran û Îsraîlê ya ku roja me ya îro em çavdêriya wê dikin, bi tenê di navbera du dewletên netewe de nîne, di navbera du sîstemên hêz yên li pey hegemonyayê diçin, derdikeve holê.

Rêûresma Îranê ji Konfederasyona Medan tê

Ji ber ku Îran duyemîn hêz e ku li pey hegemonyayê diçe û dixwaze bibe hegemon, divê mirov ji nêz ve li rewşa Îranê temaşe bike. Çawa ku me di cîldên beriya vê yên parêznameyê de qala wê kiribû, rêûresma dewleta Îranê ji dema Konfederasyona Medan (B.Z. 1000-550) tê. Med û kurdan çandeke wekhev parve kirine. Zerdeştî û Mîtraîzm du çavkaniyên girîng in ku vê çandê di dîrokê de radigihînin. Dewleta pêşî ya Îranî Împaratoriya Persan bi temamî li ser şopa Konfederasyona Medan hatiye avakirin. Bi awayekî qonaxeke împaratoriyê ye. Kurd jî tê de bi rola xwe ya sereke rabûne. Di gav avêtina ji serdema destpêkê ya koletiyê ber bi serdema antîk a koletiyê de (B.Z. 1000-500) bi roleke bingehîn radibe. Hebûna koledariya antîk a Grek û Romayê bi saya belavbûna Pers-Medan e. Serdema Helenîstîk a bi fethên Îskender destpê kir (300 B.Z.-300 P.Z.), di navbera çanda Rojhilat û Rojava de sentezeke afirîner îfade dike. Roma û Partan, Roma (Bîzans) û Sasaniyan (100 B.Z.-630 P.Z.) bi sedsalan li ser hegemonyaya dinyayê şer kirin û van şerên wan rê li ber pêxîrtengiyeke mezin vekir. Di encama van şerên wan de Îslamiyet weke hêzeke hegemonîk derket holê. Rêûresma dewleta Îranê ji fethên Îslamî heta bi avabûna Xanedaniya Safewiyan (650-1500) di demeke bi qasî hezar salî de ji aliyê Xanedaniyên ereb, tirk û moxol ve ku bi çanda xwe re xerîb ketibûn, hat temsîlkirin. Şîîtî bi Xanedaniya Safewî re bûye îdeolojiya dewletê. Hîmên Îrana modern di vê demê de hatine danîn. Bi Împaratoriya osmanî re li ser erdên Kurdistanê şerên hegemonîk meşandin û ev jî bi Peymana Qesr-î Şîrînê ya 1639’an bi encam bûye. Kurdistan di gav avêtina serdema modern de cara pêşî bi vê peymanê bû du parçe. Ji ber vê peymanê pêkhatina dewleteke modern li Kurdistanê derbeke girîng xwariye. Li cem begtiyên kurdan polîtîkaya jiyana hevpar a bi hêzên hegemonîk re li ser bingehê xweseriya hundir têra xwe cih girtiye.

Şansê Îranê heye ku veguhere têkoşîneke alternatîf

Dewleta Îranê ya çend xanedan guhertin, piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn mîna Komara Tirkiyeyê û Şahtiya Afgan di çarçoveya hesabên hegemonîk ên Ingilistanê de weke dewleteke netewe ya modern jinûve hat avakirin. Çawa ku bi M. Kemal re li hev kirin, di berdêla Îraneke mînîmal de desthilatdarî dan Riza Şah. Ingilistanê di vê demê de Komara Tirkiyê, Îran û Şahtiya Afgan a mînîmîze kirî, ji bo Rûsya Sovyet di başûr re nekare dakeve li ser riya wê weke dewletên netewe yên bi rola tampon radibin hûnandin û ava kirin. Wê ev qadên navbihurî nekirin rejîmên klasîk ên mêtingeh û ev ne ji bêhêzbûna wê bû, ji ber ku fikarên wê hebûn Rûsya Sovyetê belav bibe. Polîtîkaya dewletên tampon sîstemeke Ingilîz e ku ji serê sedsala 19’emîn ve heta roja me ya îro bi awayekî giştî serketî hatiye pêkanîn. Xanedaniya Riza Şah bernameyeke modernîteyê ya welê meşand ku rêûresma çanda Îranê da aliyekî û teqlîda Rojava kir. Hewl dan wê weke rejîmeke peyk a pêşî Ingilistan, paşê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û heta ya Îsraîlê li ser piyan bigirin. Rengê dewleta peyk a dewletên netewe li Rojhilata Navîn bi awayekî herî aşkera bi Xanedaniya Pehlewî hatiye nîşandan. Ev dewletên bi hêza esker û polîsan li ser piyan hatin girtin, kengê hêza hegemonîk desteka xwe ji wan kişand di rojekê de hilweşiyan. Dawiya Xanedaniya Pehlewî jî bi vî awayî hatiye. Şoreşa Îslamî ya Îranê sala 1979’an bi qasî ku siyasî bû, ewqasî jî şoreşeke çandî bû. Vê şoreşê hêza xwe bi tenê ji rêxistiniya ûlemayên şîî wernegirt; beravajiya wê hêza xwe ya bingehîn ji çanda civakî ya gelê Îranê girt ku rehên wê xwe berdidin kûrahiya dîrokê. Şoreş di destpêkê de mîna Şoreşên fransî, rûs û Anatolyayê xwedî naverokeke neteweyî û demokratîk bû. Xwe dispart hevgirtineke berfireh a hêzên neteweyî û demokratîk. Ev hevgirtina neteweyî û demokratîk a ji piştgiriya komunîstan, ummetgirên şîî û di serî de kurd ji beşên din ên gelên welatparêz ên Îranî pêkhatî, xwediyên rastî yên serketinê bûn. Lê belê ulemaya şîî û zumreya bazirgan a çîna navîn ku ji aliyê dîrokî û civakî ve di warê rêûresma rêveberiyê de bi hêz bûn, di demeke kin de hegemonyaya xwe ava kirin. Hevgirtiyên xwe yên din bi awayekî bêrehm pelixandin. Di Komara Tirkiyeyê ya salên 1920’î de pêvajoyeke bi heman rengî pêk hatibû. Her çiqasî ûlemaya şîî bingehê şoreşê yê neteweya demokratîk beravajî bike jî ji aliyê naverokê ve bi modernîteya kapîtalîst re li hev nedikir. Olîgarşiya şîî xwest vê daneheva antî-kapîtalîst a wateya xwe ya dîrokî û çandî gelekî mezin bû, ji bo hebûna xwe rewa bike, li dijî hêzên hegemonîk ên sîstemê weke qertekê bi kar bîne. Hê jî hewl dide li ser vî bingehî bi kar bîne. Bi tevahî hewldana olîgarşiya Îranê ew e, dixwaze vê bingeha antî-modernîst (antî-kapîtalîst) li dijî hêzên hegemonîk ên Rojava weke sîlehekê bi kar bîne û di tewazuna dewleta netewe ya Rojhilata Navîn de li statuyeke bi rûmet û erêkirî cih bigire. Weke modernîteyeke cuda, ji aliyê cewherî ve tu nakokiya wê bi modernîteya kapîtalîst re tuneye. Nakokiya wê ya bi sîstemê re ew e, mîna dewletên netewe yên ereb û qonaxên yekemîn û duyemîn ên Komara Tirkiyeyê bi hesabên taktîk dixwaze ji sîstemê para herî zêde bi dest bixe, were erêkirin û destekkirin. Di berdêla vê de jî bi heman rengî wê rê bide wan ku jê sûdê werbigirin û bi vî awayî heman encaman bi dest bixe. Di rêûresma Îranê de cihê bazarê girîng û bi hêz e. Li vir jî awayekî tîpîk ê bazirganiya bazarê heye. Li Îranê jî nakokî tam di vê nuqteyê de dest pê dike. Rêûresma çandî ya bi hêz olîgarşiyeke şîa ya bi modernîteya kapîtalîst re lihevkirî qebûl nake. Lewma nakokiya li Îranê hertim şansê wê heye veguhere têkoşîneke di navbera du modernîteyên alternatîf de. Çawa ku li cem dewletên netewe yên tirk û ereb hat dîtin, ew ê bi hêsanî tasfiye nebe.

Li pêşiya Îranê du rê hene

Herçiqasî bi giranî di asta devjeniyê de be jî olîgarşiya Îranê di roja me ya îro de bi Îsraîlê re li ser Rojhilata Navîn ketiye nava şerekî hegemonîk. Nexasim xebatên xwe yên nukleerî bi vê armancê hewl dide weke qerta duyemîn bi kar bîne. Rêûresma şîatiyê di dîrokê de jî doza hegemonyayê kiriye. Îraneke hegemonîk a bi hezar salan li pişt xwe weke sîlehê digire, lê di şert û mercên modernîteya kapîtalîst de ewqasî jî bi hêz nîne, hêza xwe mezin dibîne. Di vê serdemê de ku sîstem herî zêde globalîze dibe, heke berê xwe nede tercîha modernîteya bikok, şansê serketinê yê olîgarşiya Şîa ya Îranê gelekî kêm e. Xwe dişibîne welatên BRIC (Brezîlya Rûsya, Hindistan, Çîn) û lewma hesabên wê yên pêkanîna blokekê jî hene. Bi Komara Duyemîn a AKP’ê re li ser bingehê antî-PKK’tiyê hevgirtina hewl dide pêk bîne dixwaze li Sûriyeyê berfireh bike. Ev hesab tu qîmeteke xwe tuneye. Mîna dewletên netewe yên din, li pêşiya dewleta netewe ya Îranê jî ji bo çareserkirina pirsgirêkan du rê hene. Ya yekê, divê mîna rejîma Şahtiyê bi sîstemê re li hev bike. Ya rastî, olîgarşiya şîa ji vê re amade ye. Lê sîstem wê bi vî halê wê yê heyî qebûl nake. Lê hevdîtinên ji bo lihevkirinê têne meşandin yan bi riyeke aştiyane yan jî bi riya şer wê li gorî hêzên hegemonîk ên kapîtalîst bi encam bibin. Ya diduyan, qutbûneke radîkal a ji sîstemê ye. Lê ev rê jî bi sedema ku hem olîgarşiya şîa û hem jî hêzên hegemonîk ên Rojava (di serî de Îsraîlê) bêçareserî û bêhêz dihêle, bivê-nevê çareseriya modernîteya demokratîk ê bikeve dewreyê.”

Çanda Îranê ji ya sumeriyan bandortir e

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li ser netewa fars jî wiha dibêje: “Çavkaniya pirsgirêkên di civaka neteweyî ya farsan a Îranê de, hewldanên şaristaniyan ên dîrokî û modernîteya kapîtalîst a du sed salên dawî ye. Li Îranê şaristaniyeke ji rêûresmeke ji sê îdeolojiyên rahîbên sumeran zêdebûyî jî bi bandor bûye, heye. Rêûresma zerdeşt û mîtra tevî ku nasnameya orîjîn pêk tînin jî bi ya ji îslamê zêdebûyî hatine bêtesîrkirin. Manîtiya weke sentezeke ekolên felsefeya mûsewîtî, zerdeştî, îsewîtî û grekî derket holê, li beramberî îdeolojiya fermî ya şaristaniyê bi tesîr nebû. Ya rastî, ji xwedîkirina rêûresma isyankariyê wêdetir neçûye.”

Îran xwedî çandeke pir nasnameyî ye

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan diyar dike ku Îranê rêûresma îslamî veguherandiye mezhebê şîa û dema dawî weke îdeolojiya şaristaniyê hatiye fesilandin, lihevanîn û wiha didomîne: “Di roja me ya îro de jî hêmanên modernîteya kapîtalîst di parzûnka şîa re derbas dike (weke şêweyê modernîst ê Konfuçyustiya Çînê) û hewl dide modern bibe. Civaka Îranê hem ji aliyê etnîk hem jî ji aliyê dînî ve bi xisletên xwe yên pir nasnameyî xwedî çandeke gelekî dewlemend e. Ji tevahiya nasnameyên dînî û neteweyî yên Rojhilata Navîn re malavaniyê dike. Zehmetiyê dikişîne pir nasnameyan bi tenê bi hegemonyayên îdeolojîk ên dînî yan jî ezbetî li cem hev bigire. Bi şêwazekî gelekî tenik, şêweyê nîjadperestiyeke ezbetî û dîndariyê pêk tîne. Li aliyê din, tevî ku modernîteya kapîtalîst pêk tîne, wexta ku li hesabê wê nayê ji serlêdana propagandaya antî-modernîst jî paşve namîne. Di warê helandina pêşketinên şoreşgerane û demokratîk di nava çanda şaristaniya ji rêûresmê de gelekî bûye hoste. Li vir a em behsa wê dikin, rejîmeke despotîk e ku bi hosteyî tê bicihanîn. Di bingeha Rojhilata Navîn de li serê civak û dewletên herî tengezar û nakok tê. Çavkaniyên petrolê her çiqasî tengezariyan hinekî kêm bikin jî hebûna dewletdariya netewe ya Îranê ji bo jihevdeketinê xwedî statuya herî di cih de ye. Di vê de lihevnekirinên wê bi hegemonyadariya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê-Yekitiyên Ewropayê (DYE-YE) re ku aktorên sereke yên modernîteya kapîtalîst in, têra xwe bi tesîr in.

Projeya konfederasyona demokratîk

Abdullah Ocalan, ji bo çareserkirina pirsgirêkên li Îranê jî îşaret bi projeya konfederasyona demokratîk dike û van nirxandinên girîng dike: “Îran di pirsgirêkên xwe yên civakî de teoriya modernîteya demokratîk bi hosteyî bi cih bîne, dikare rê li ber encamên gelekî çareserker veke. Tevî hemû hewldanên navendparêziyê jî di bin re mîna Îraneke federal pêk tê. Hêmanên şaristaniya demokratîk bi hêmanên federalîst re (azerî, kurd, ereb, belûcî, tirkmen) bigihêjin hev, projeya Konfederasyona Demokratîk a Îranê dikare manedar bibe û bi hesanî bibe navendeke balê bikişîne ser xwe. Di çarçoveya vê projeyê de tevgera azadiya jinê û reûresmên komunu wê rolên xwe yên girîng hebin. Ji bo ku Îran paşeroja xwe ya ronî û rola xwe ya dîrokî ya li Rojhilata Navîn ji nû ve bi dest bixe, kengê bi hêmanên modernîteya demokratîk re civaka demokratîk, ekonomîk û ekolojîk bû yek û gav avêt gengaz e. Potansiyela civaka neteweyî ya Îranê ji bo vê yekê têra xwe bi hêz e û rastiya neteweya demokratîk a Îranê jî vê hewce dike.

Rewşa Îranê mîna ya Iraqê ye

Di pêkhatina dewleta netewe ya fars de jî mirov bi awayekî îbretwarî dibîne ku heman dek û dolab hatine gerandin. Fars ji şaristaniya persan ve di hunera desthilatdariyê de gelekî hoste bûbûn lê ev hostatiya xwe di dema modernîteyê de li ser hîmê hevkariyê bêhtir pêş de birin. Mirov dikare bibêje; xapandinên şaristaniyê û xapandinên modernîteyê (nîjadperestiya şîa) di zikhev de baş bi kar tînin û heta di wê hêzê de ne dikarin bi Çîniyan re bikevin pêşbaziyê. Çîniyan li ser kapîtalîzma herî hov bi ‘komunîzmê’ cîla kirin, modernîstên Îranê jî pûtê dewleta netewe yê îmalata kapîtalîzmê ne, bi awayekî rû şuştî bêyî ku şerm bikin, weke ruhperestiyeke mezin bi navê ‘Komara Îslamî’ pêşkêş dikin. Îran bi rewşa xwe ya aktuel a li ber çavan mîna neksa sîstema global e û bi îhtîmaleke mezin li ser rêya Iraqbûnê ye. Tevî ku mîna dewletên netewe yên din ên li herêmê faşîzma bi sazî bûyî temsîl dike jî ji kêm û kurtiyên hegemonyaya DYE-YE sûdê werdigire û temenê xwe dirêj dike. Lê mîna yên din Îran jî di nava pencê krîzê de ye û ji bo rê li ber rewşeke kaotîk a Iraqwarî veke têra xwe xwedî potansiyel e.

Çanda Îranê bi kapîtalîzmê re pev diçe

Rewşa Îranê û dewletên netewe yên din bêhtir bi pirsgirêk e. Jixwe dewletparêziya netewe ya Afganistan û Pakistanê bi awayekî xeternak ketine pêxîrtengiyê. Şerên sedsala dawî yên dewleta netewe belkî jî felaketeke ji bombeya atomê mezintir bi serê van gelan û çandan de aniye. Gelên behsa wan têne kirin, bi komplo, hilweşîn û reşkujiyên tu carî di dîroka xwe de nedîtine rûbirû dibin. Îran di her kêliyê de dibe ku bi felaketa atomê re rûbirû bimîne. Çanda Îranê di serî de bi çanda dewleta netewe ya bi modernîteya kapîtalîst re pev diçe. Li dijî hêmanên têne ferzkirin hemûyan li ber xwe dide. Şîatiya weke diyardeyeke bêhtir herêmî û dîrokî tê ferzkirin, ji niha ve ji aliyê gelên Îranê ve hatiye fêmkirin ku nîjadperestiye, çêkirineke modernîteya kapîtalîst e û bi vê maskeyê Şoreşa Îslamî ya Îranê tê pûçkirin, lewma li ber wê radibin. Bûyerên li Afganistan û Pakistanê diqewimin jî cuda nînin.”