6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rayedarên Îranê gefan li gel dixun lê Serhildan berdewame

Doh li gelek bajarên Îranê dîsa xwepêşandanên mezin hebûn û polîsan li bajarê Zehdanê tenê 57 xwepêşandêr binçav kirine. Ahmed Xatimî bang li dadgeriyê kir ku cezayên giran li xwepêşandêran bibire û xwepêşandêr wekî xayinên welat pênase kirin.

Oldarê ku bi tundiya xwe tê nasîn Ahmed Xatimî bang li dadgeriyê kir ku cezayên giran li xwepêşandêran bibire û xwepêşandêr wekî xayinên welat pênase kirin.

Doh li gelek bajarên Îranê dîsa xwepêşandanên mezin hebûn û polîsan li bajarê Zehdanê tenê 57 xwepêşandêr binçav kirine. Li gorî Ajansa fermî ya nûçeyan a Komara Islamî derdora 300 xwepêşandêrî li Zehdanê piştî limêja înê dest bi xwepêşandanê kirine.

Di vê xwepêşandanê de dirûşmeyên ‘Bimire dîktator’ û ‘Bimire Basîj’ hatin berz kirin.  Li gorî Rêxistina Efûyê ya Navnetewî hêzên ewlekariyê di 30’ê îlonê de li bajarê Zehdanê komkujiyek pêk anîbû û di encamê de 66 kes hatibûn kuştin.

Di xutbeya roja înê de oldarê navdar ê bajarê Zehdanê Mewlewî Abdulhemîd der barê wê komkujiyê de wiha gotibû: “Rayedarên dewletê ji vê komkujiyê berpirsiyarin, gelo ew kes çima hatin kuştin? Li ba Xweda dê hesabê vê komkujiyê ji hemû rayedarên dewletê were xwest in.”

Hêjayî gotinê ye ku doh ne tenê li Zehdanê, li Tebrîz jî xwepêşandan hebûn. Her wiha li gorî Çalakvanên Mafê Mirovan heta niha di xwepêşandanan de 244 kes hatine kuştin û 12,500 kes hatine binçavkirin. Ji destpêka xwepêşandanan de ku di 17’îlonê dest pê kiribûn û heta niha li 114 navçe û bajarên Îranê xwepêşandan hatine kirin.