19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Penny Mordaunt jî bû namzeta serokwezîrtiya Ingilîstanê

Bêguman di vê pêşbirka serokwezîrtiyê de hin namzetên din ên xurt jî hene wekî mînak Rishi Sunak û her wiha serokwezîrê berê Boris Johnson jî dibe ku tev li vê pêşbirkê bibe. Wezîrê Maliyê yê berê Rishî Sunak cihekî wî yê girîng di nava endamên parlamentoyê yên muhafezekar de heye.

Wezîra Têkiliyên bi Parlamentoyê re Penny Mordaunt li ser Twitterê daxuyand ku piştî îstifairina Liz Terrace wê bibe namzeta serokwezîrtiya Ingilîstanê.

Mordaunt der barê namzetiya xwe wiha got: “Ez namzetiya xwe ji bo serokwezîrtiyê serokatiya Partiya Muhafazakar radigihînim, ji bo welatê me bibe yek, em sozên xwe bi cih bînin û di hilbijartinên li pêşiya me de bi ser bikevin.”

Hêjayî gotinê ye ku Mordaunt di pêşbirka serokatiyê ya dawî de li pişt Liz Terrace û Rishi Sunak cîh girtibû.  Her wiha hêjayî bibîrxistinê ye ku roja pêncşemê 20 cotmehê deriyê namzetiya serokwezîrtiyê hatibû vekirin û dê roja duşemê 24’ê cotmehê seat 14:00 bi dawî bibe. Bi giştî 357 parlamenterên muhafazakar li parlamentoyê hene û pêdivî bi 100 berbijaran heye, dê herî zêde sê berendam bikevin dengdanê û encamên dengdanê dê roja înê 28’ê cotmehê bên aşkerakirin.

Penny Mordaunt kî ye?

Rojnameya (Daily Mail)  ji bo bêtir danasîna Penny Mordaunt gelek agahî der barê wê de belav kirin, ji van agahiyan:

  • Penny Mordaunt di sala 1973’an de li Torquay ji dayik bûye û 49 salî ye.
  • Tenê salekê zewicandî maye û zarokên wê tune ne.
  • Di 15 saliya wê de diya wê çûye ser dilovaniya xwe.
  • Demekê wekî alîkara sêrbaz Will Aaling li Portsmouth xebitiye, û beşdarî pêşandana televîzyonê ya rastîn “Splash” bûye.
  • Di sala 2014’an de bû Wezîra Civakên Biçûk û di sala 2019’an de bû yekem Wezîra Berevaniyê ya Jin li Ingilîstanê.
  • Piştî mirina Qralîçe Elizabeth meha borî di parlamentoyê de rolek girîng lîst û merasîma vekirina Qral Charles li Qesra St James wekî Seroka Meclîsê bi rê ve bir.