7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Karamûs: Dem dema seferberiyê ye

Hevserokê KNK'ê Ahmed Karamûs, diyar kir ku li dijî çekên kîmyewî yên dewleta tirk divê her kes rabe ser piyan û seferber bibe.

Tirkiyeyê di 17’ê nîsanê de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên başûrê Kurdistanê êrîş dabûn destpêkirin. Tirkiyeyê heta niha ji êrîşên ku ji hewa û bêjahiyê ve bi hevkariya PDK’ê dike tu encameke berbiçav negirtiye. Li gorî daxuyaniya Navenda Parastina Gel (NPG), Tirkiyeyê di 6 mehan de 2 hezar û 476 caran bi çekên kîmyewî êrîş pêk anîne û di meha îlon û cotmehê de 17 endamên Hêzên Parastina Gel (HPG) û Yekîneyên Jinên Azad a Starê (YJA-Star) bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dane.

Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ahmet Karamûs têkîldarî bikaranîna çekên kîmyewî axivî.

Hevserokê KNK’ê Karamûs, diyar kir ku dewleta tirk peymana ku îmzeya wê li binî bin pê dike û got: “Dîmenên 2 endamên HPG’ê yên tesîr ji çekên kîmyewî girtibûn tê zanîn. Li gorî peymana 1994’an saziyeke bi navê OPWC’ê hat avakirin. Ev sazî jî çekên kîmyewî yên qedexe lêkolîn dike û li gorî vê peymanê helwestê nîşanî dewletên ku çekên kîmyewî yê qedexe bi kar tîne dide. Bêguman dewleta tirk jî yek ji van dewletan e ku tevî 198 dewletan ev peyman îmze kiriye. Li gorî peymanê çêkirina çekên kîmyewî, stokkirina wan û bikaranîna wan qedexe ye. Lê ew peymana ku dewleta tirk bi xwe jî îmze daniye binî û endameke OPWC’ê ye, van qanûn û peymanan bin pê dike. Dewleta tirk îro qanûnên şer jî bin pê dike. Ev erkek e ku li hemberî van dewletan yan jî ew hêzên ku çekên kîmyewî bikaranîne seferberiyek bê îlankirin. Bêguman ev erk ne tenê ya kurdan e, ev erk ya hemû mirovahiyê ye, erka hêzên demokrasîxwaz û hêzên navneteweyî û OPWC’ê ye jî.”

Li dijî berxwedanê çareya wan nemaye

Karamûs, destnîşan kir ku dewletên ku îmze danîne bin vê peymanê pêwîst e li gor wê tevbigerin û lêkolînê bikin û wiha got: “Bila biçin cihê ku dewleta tirk çekên kîmyewî bi kar tîne lêkolînê bikin. Li gorî wê jî li hemberî dewleta tirk biryarê bigirin. Ew şervanên azadiyê zarokên gelê kurd in. Demeke dirêje ku bikaranîna çekên kîmyewî di rojeva me de ye. Em bi tu awayî wê ji rojeva xwe jî dernaxin. Dewleta tirk bi awayekî berfireh êrîşên bi çekên kîmyewî dike. Çimkî êdî li dijî berxwedanê tu çareya dewleta tirk nemaye. Lewma her cure çekên kîmyewî yê qedexekirî bikar tîne.”

‘Divê li dijî dewleta tirk helwest bê girtin’ 

Karamûs, bi lêv kir ku dewleta tirk li dijî gelê kurd serî li her cureyê komkujiyê dide û wiha axivî: “ Raporên ku têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî hatine amadekirin ji OPWC, Konseya Yekitiya Ewropayê û gelek welatên cuda re hatine şandin. Li dijî van pêkanînan plansaziyeke me heye. Plansiziyek me heye ku li tevahiya Ewropayê gelê kurd li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta tirk ya dagirker seferber bibe û dakeve kolanan. Erkeke mezin dikeve ser milên saziyên kurdistanî. Divê her kes bikeve nava liv û tevgerê. Divê li dijî dewleta tirk helwest bê girtin.”

Dem dema seferberiyê ye

Di berdawamiya axaftina xwe de Karamûs, diyar kir ku dewleta tirk bi xwe îmze daniye bin peymanan û ew bixwe bi tu awayî qanûnên hatine qebûlkirin qebûl nake û wan bin pê dike û got: “Dema mesele tê ser kurdan, dewleta tirk bi tu awayî qanûn û peymanên navneteweyî esas nagire. Hevdîtin û ziyaretên me yên bi hêzên navneteweyî re didomin. Ji xwe têra xwe delîl û îspat di destê me de hene. Em van delîlan jî wê ji her kesî re bişînin. Ev dem dema seferberiyê ye. Ew dewletên di bin sîwana NATO’yê de ne jî bila erka xwe pêk bînin. Em ê vê bişopînin. Çi bi rêya hevdîtinan û çi jî bi xwepêşandanan em ê bidomînin.”

Dê 1’ê mijdarê de xwepêşandanekê li dar bixin

Karamûs, bal kişand ser bêdengiya OPWC’ê jî û got: “OPWC bi tu awayî peywira xwe pêk nayne. Heta niha saziyên kurdistanî gelek caran serî li OPWC’ê dane da ku biçe herêmê lêkolînan bike. Lê mixabin OPWC saziyeke wekî pêkhateyên dewletan e. Tirkiye jî yek ji endamê vê rêxistinê ye. Dema ku serlêdan tê kirin rêveberiya OPWC’yê dibêje, ‘tenê dewlet dikarin serlêdanê bikin. Ev helwesta OPWC’ê bêexlaqîtî ye. Di peyman û zagonên wan de ev nayê qebûlkirin. Ne pêwîst e ku dewletek serlêdanê bike. Peywira te ew e ku tu wan delîlên bikaranîna çekên kîmyewî îspat bikî. Ji xwe delîl û îspat li ber destê te hene. Aşkera ye ku OPWC ji bo dewleta tirk xwe li nedîtinê ve datîne. Ev bi serê xwe durîtî ye û bêwîjdanî ye. Bi cidiyet nakeve nav liv û tevger ê. Ew delîlên li ber destê xwe lêkolîn nake. Prensîb û erka xwe pêk nayne. Em ê di 1’ê mijdarê de Denhayê xwepêşandaneke navendî li dar bixin. Di vî warî de dosya, delîl û rapor di destê me de hene. Em ê wan deynin ber deriyê OPWC’ê. Li ber destê me delîl û îspat zêde dibin. Em ê wan ji cihê pêwendîdar re bişinin.”

Dewleta tirk ji bêdengiyê cesaret digire

Karamûs, bi lêv kir ku tevî hemû delîl û îspatan jî OPWC bêcidiyet nêzî meseleyê dibe û got: “Gava berjwendiyên hin dewletan tê de hebin demildest dest bi lêkolînan dikin. Mînak, çend sal beriya niha li Sûriye û Îraqê û çend deverên din, ji ber ku berjwendiyên wan tê de hebûn yekser ketin nava liv û tevgerê û dest bi lêkolînan kirin. Em saziyên bi vî rengî baş nas dikin û dizanîn. OPWC li gorî peyman û qanûnên xwe tevnagere. Ew berjewendiyên dewletan esas digire. Li gorî tiştên heta niha hatine îspatkirin dewleta tirk 6-7 cureyên çekên kîmyewî bi kar anîne. Me li ser vê raporek berfireh amade kir û bi raya giştî re parve kir. Dewleta tirk ji bêdengiyê cesaret distîne. Bêdengî doza bikaranîna çekên kîmyewî zêdetir dike. Di demên dawî de taktîk nûkleer jî bi kar tîne. Taktîk nukleer bombeya atomî ye. Her cureyê çekan bi kar tîne. Lê diyar e ku OPWC dizane û li gorî berjewendiyên xwe helwestê diyar dike. Divê dostên kurdan li dijî van pêkanînan têkevin nava liv û tevgerê û zextê li saziyên wekî OPWC’ê bikin ku ev sazî karê xwe bikin. Heke wisa nebe wê metirsiyeke mezin rû bide. Êdî tu qanûn, prensîb ji dewleta tirk re ne girîng in. Ji ber wê jî ji wan re gelek hêsan e ku van çekan bi kar bînin. Wezîrê wan Hûlûsî Akar bi xwe dibêje, ’em çekên kîmyewî bi kar tînin.’ Generalê wan derdikevin û dibêjin, ’em her cureyê çekên ku taktîk nukleer jî di nav de li hemberî terorîstan bi kar tînin.’ Ew bi xwe dibêjin. Gelo ji bo OPWC ev daxuyanî ne bes in ku rabe lêkolînê bike? Lê ji ber berjewendiyên  xwe, xwe bêdeng dikin.”

Rêveberiya başûr sûcdar e 

Karamûs, diyar kir ku li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ew ê di asta navneteweyî de hewldanên xwe bidomînin û wiha berdewam kir: “Ji bo parastina azadiyê û aştiyê ku divê çalakiyên wekî mertalên zindî bên kirin û bi vî awayî biçin herêmê. Lê çûna wê herêmê bi hêsanî pêk nayê. Pirsgirêkek me kurdan heye. Rêveberiya başûr di wê hêlê de xwe bêdeng dike. Ew sucdar in ku rê li çalakvanên aştîxwaz digirin û rê nade ku kesek jî biçe herêmê û lêkolînan bike. PDK rê nade. Gelek şandeyan xwestin ku lêkolînê bikin lê hêzên PDK’ê astengî dan ber wan. Heta ku kesên mexdûrê çekên kîmyewî jî hatin astengkirin. Lê gelê kurd ne bêçare ye. Gelê kurd wê çalakiyên xwe bi şêwazên cuda pêk bîne.”

‘Divê her kes di nava liv û tevgerê de be’

Di dawiya axaftina xwe de Karamûs destnîşan kir ku divê her kes erka xwe ya însanî pêk bîne û bang li bijîşkên kurd kir ku di asta navneteweyî de rola ku dikeve ser milê wan pêk bînin û ev tişt got: “Ji bo ku em raya giştî ya navneteweyî bixin nava liv û tevgerê divê em dengê xwe derxin. Divê her kurd xwedî wijdan be. Kî xwedî wijdan û exleq be divê bi awayekî çalak li dijî  vê derkeve. Bikaranîna çekên kîmyewî bêexlaqî ye. Bi hezaran bijîşkên kurd hene. Divê her bijîşkek kurd destê xwe deyne ser wijdana xwe û rabe ser piyan û bikin ku saziyên navdewletî, saziyên tendûristî ya cîhanî tevbigere. Heta ew nexweşxaneyên ku qurbaniyên çekên kîmyewî diçin wan, dikarin raporên li ber destê xwe belav bikin. Banga min ji kurdê 7 salî heta yê 70 saliyan, divê li hemberî vê hovîtiyê bêdeng nemînin. Ji ber ku ev kesên dibin hedefa çekên kîmyewî zarokên gelê kurd in. Ew cangoriyên azadiya welatê xwe ne. Ew kesên ku di vê pêvajoyê de bêdeng dimînin divê ji xwe pirs bikin. Divê kurd ji xwe vê pirsê bikin: ‘Dema li Hîroşîmayê ev çek hatin bikaranîn dinya rabû ser piyan, lê ji bo çi niha li dijî gelê kurd bêdeng in?’ Divê her kes bi wijdanî tevbigere. Ji destê welatparezan çi bê divê bikin.”