30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Min xweş kir û we xweş kir

Hinek kes di nava civaka me de hene wek mirtibên ku pêjna dawetê bikin, xwe pelû ser çalakî û merasîmên bîranînan dikin. Ne tenê di çalakiyên çand û hunerî de lê di serxweşî, hawarî û dawetan de jî kesên wiha peyda dibin.

Bêyî ku di pratîkê de bi qasî serê derziyê ked û xebateke wan hebe, Kamera û mîkrefonekê li ku dibînin xwe didin ber û ji aş û bajar diaxivin.

Dixwazin nav û dengê xwe belav bikin û dema diaxivin wekî ku ew xwediyê wê çalakiyê bin. A rast ew dixwazin navê wan li kêleka hin navên binav û deng derkevin pêş û bi pêlekên wî navdarî ve hilkişin jor û navê xwe bidin bihîstin. Lê divê êdî kesên ku kedê didin û wan çalakiyan li dar dixin rê nedin van kurtêlxur û meymûnên li ber kamereyan.

Gelek pêkenok û çîvanok li ser kesên wiha hene. Wekî mînak ez behsa çend ji van çîrokan bikim. Carekê mirovek li dawetekê ji dil û can govendê digire û destmala xwe di serê govendê de dihejîne. Dema wiha beloq û balkêş xuya dike her kes meraq dike ew kî ye.

Aliyê zavê ji hev dipirsin wî nas nakin û dibêjin qey mervê mala bûkê ye. Aliyê bûkê jî ji hev dipirsin dibêjin qey ew mervê zavê ye.

Ez serê we neêşînim dawî yek xwe nema digire û wiha jê dipirse; Xwedê ji te razî tu kî yî, tu mervê zavê yî yan jî yê bûkê? Dibêje ez li ser aliyê zavê têm hesabandin. Dîsa jê dipirse; ma tu çiyî zavê yî? Dibêje tu dibînî porê zavê çi xweş çêbûye? Ez kurê meta porbir Evdilselam im berberê ku porê zavê qusandiye.

Wê rojê di merasîmên bîranîna Mehmed Uzun de jî ez rastî çend ji wan mirovan hatim. Bi taybetî yek ji wan piştî ku pêşiya wî ji alî organîzetorên bîranînê ve hate girtin û nikaribû mirtibiya xwe li ser wê merasîmê ferz bike, polî poşman di nîvê çalakiyê de derket derve. Wek mirtibên bê par ji dawetekê derkeve û teyfikek tirşik jî bi destê wî nekeve, wiha bi serê wî hat. Dema hêviya xwe qut kir toz û dûman bi pey xwe xist û ji cihê bîranînê pengizî.

Min behsa mirtiban kir çîrokeke wan û aliyê dawetê hat bîra min. Xwediyê dawetê devê xwe dide ber guhê zirnevan û jê re dibêje; heke tu daweta me xweş bikî, taximekî min ê cilan heye, min hê 2 caran li xwe nekiriye ez ê bidim te. Paşê jî xwediyê dawetê devê xwe dibe ber guhê daholvan û jê re dibêje; cotek solên min ê nipînû hene, heke tu dawetê xweş bikî ez ê wan bidim te.

Piştî van sozên xwediyê dawetê zirnevan govendê xweş û geş kiribû û pê re govend digirt. Daholvan jî dikir ku ji kelecan û kêfan dahola xwe biçirîne. Dawet gelekî xweş derbas bû, piştî dawet ferikî zirnevan û daholvan berê xwe dan ba xwediyê dawetê û jê re got; çawa bû, te dît me daweta we çiqasî xweş kir? De îca ji kerema xwe ka soza xwe bîne cih!

Xwediyê dawetê got rast e, we gelekî dawet xweş kir siheta we xweş be. Lê pêşî min ji we re xweş nekiribûna û behsa taxim û sola nû nekiribûna we ewqasî xweş nedikir. Xwediyê dawetê wiha pêde çû û got; Ez bi serê bavê we kim ne taxim ne jî sola nû tune ye lê em bûn wek hev.

Mirtiban bi hêrs jê re gotin çawa em bûn wek hev. Xwediyê dawetê got; min ji we re xweş kir û we jî ji me re xweş kir em bûn wek hev.