17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Carlo Sammuraga: Mifteya çareseriyê Abdullah Ocalan e

Parlementerê Swîsreyî Carlo Sammuraga beşdarî çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya NY’yê bû û got: “Mifteya çareseriyê Abdullah Ocalan e.”

Çalakiya di çarçoveya “Dem dema azadiyê” de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku her roja Çarşemê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê tê lidarxistin, 32 meh in didome.

Çalakiya ku li qada Natîons ku Ofîsa Neteweyên Yekbûyî lê ye hat lidarxistin. Li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Kasim Erîk axivî û bi bîr xist ku çalakî di meha 32’emîn de ye. Erîk diyar kir ku heta saziyên rayedar bi taybet NY û CPT bi erka xwe ranebin û Abdullah Ocalan azad nebe ew ê li qadan bin.

Serokê Koma Dostaniya Bi Kurdan a Parlementoya Federal a Swîsreyê Carlo Sommaruga jî beşdarî çalakiyê bû û xwest Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi awayekî fîzîkî azad bibe û got: “Rastiyeke ku aştiya li Tirkiyeyê bi çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd pêkan e. Eger Abdullah Ocalan azad bibe wê bibe mifteya çareseriyê.”

Carlo, ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bang li dewleta Swîsreyê kir û wiha got: “Ji bo ku pirsgirêka kurd bi awayek demokratîk çareser bibe divê dewleta Swîsreyê berpirsiyarî bigire ser xwe.”

Piştî axaftinan dest bi çalakiya rûniştinê hat kirin.