3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Têkoşîna Ocalan a ji bo aştiyê

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji sala 1992'an heta niha bi dehan caran ji bo pirsgirêkê bi rêya aştiya demokratîk çareser bike agirbesta yek alî îlan kir, lê hikûmet di şer de israr dike

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji salên 1992’an heta niha ji bo aştiyek birûmet têdikoşe. Parazvanên mafên mirovan dibêjin ku ji bo aştiya cîhanê divê Rêber Ocalan fîzîkî azad bibe

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo aştiyê û çareserkirina pirsgirêka kurd ji salên 1990’î heta niha di nava hewldanan de ye. Gelek caran agirbesta yekalî îlan kir û bang li dewletê kir ku bi rêya aştiyê pirsgirêkê çareser bikin. Lê dewletê her dem destê Abdullah Ocalan ê aştiyê li hewa hişt. Li aliyê din partî û rêxistinên kurdan, ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û aştiyê bi sedan mîtîng, panel, semîner û konferans li dar xistin. Di van mîtîng û panelan de diyar kirin ku ji bo aştî bê cîhanê divê Abdullah Ocalan ji Îmraliyê fîzîkî azad bibe û ji Îmraliyê re azadî ji cîhanê re jî aştî xwestin.

1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê ye. Di îlona 1939’an de piştî Almanya Polonyayê dagir kir, 60 hezar mirov di şer de hatin kuştin. Dagirkirina Polonyayê bû destpêka Şerê 2’yemîn ê Cîhanê. Şerê herî bi xwîn di rûpelê dîrokê de cih girt. Piştre Neteweyên Yekbûyî (NY), di 1’ê Îlona 1981’an de Roja Aştiya Cîhanê îlan kir. Yekem car 1’ê  Îlonê Roja Aştiya Cîhanê di 1982’an de hat pîrozkirin. 41 sal in li gelek welatên cîhanê roja 1’ê Îlonê tê pîrozkirin û daxwazên aştiyê tên kirin. Li Tirkiyeyê jî bi salan e di 1’ê Îlonê de mîtîngên aştiyê tên li darxistin. Di vê rojê de aştî û demokrasî tê xwestin. Lê ji sala 1984’an heta niha artêşa tirk li dijî şervanên kurd şer dikin. Bi taybetî di salên 1990’an de şerê artêşê yên li dijî şervanên kurd û kurdan gelek zêde bû. Li gel vî şerê artêşê jî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji sala 1992’an heta niha têkoşîna çareserî û aştiyê dide.

Rêber Ocalan herî dawî di 7’ê tebaxê de bi rêya parêzeran got; ‘Ez ji bo çareseriyê amade me’ û bang li dewletê kir ku gavên çareseriyê bavêjin. Lê hemî Hewldanên aştiyê wekî her gav bi sûîqestê ji aliyê rêjîma tirk ve  hatin bersivandin û têkbirin.

Bangên aştiyê û çareseriyê

Cara yekemîn ku Rêber Ocalan banga  careseriyê kir û agirbesta yekalî îlan kir di adara 1993’yan ku piştî şerê 1992, yekem care ku PKK’ê agirbesta yekalî îlan kir. Piştre Rêber Ocalan, di 11’ê kanûna 1995’an de ji bo rê li pêşî siyaseta demokratîk û aştiyeke bi rûmet veke, dîsa agirbesta yekalî îlan kir.

Di 6’ê gulana 1996’an de li gel hewldanên aştiyane li dijî Rêber Ocalan sûîqest amade kirin. Piştî vê sûîqestê dîsa hewldana Rêber Ocalan a aştî û çareseriyê bêencam ma.

Rêber Ocalan, tevî hemû astengî û hewldanên şer dîsa lêgerîna aştiyê berdewam kir. Di 1’ê îlona 1998’an de dîsa agirbesta yekalî îlan kir. Hêj agirbestê berdewam dikir ku bi hevkariya dewletên navneteweyî Rêber Ocalan ji Sûriyeyê hate derxistin. Rêber Ocalan, di 15’e sibata 1999’an de radestî Tirkiyeyê kirin.Piştî vê yekê PKK’ê diyar kir ku wan agirbesta yekalî bi dawî kiriye.

Lê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê hate girtin, dîsa hewldanên xwe yên ji bo çareseriya demokrotîk berdewam kir. Rêber Ocalan li Îmraliyê di 2’yê tebaxa 1999’yan de dîsa bang kir. di 1’ê îlona heman salê de dîsa agirbesta yek alî îlan kir. Ocalan di 20’ê çileya 2000’an de Projeya Aştiyê, di 4’ê mijdara 2000’an de Plana Lezgîn a ji bo aştî û demokrasiyê û di 19’ê hezîrana 2001’ê de jî ji bo aştiyeke mayînde kete nava hewldanan û danezana lezgîn belav kir. Di 22’yê mijdara 2002’yan de Danezana Çareseriya Lezgîn belav kir.

Name ji nûneran re şand

Rêber Ocalan, dîsa ji serokomar, serokê meclisê, serokwezîr, serfermandar û hemû serokên partiyên siyasî re name şand û xwest ku pirsgirêka kurd bi rêya aştî û çareseriya demokratîk çareser bikin. Rêber Ocalan di nava 5 salan de li ser hewldanên aştî û çareseriyê xebitî. Lê li gel vê yekê zextên li ser kurdan berdewam kirin. Di 9’ê tebaxa 2006’an de bi rêya parêzeran ji serokwezîrê wê demê Recep Tayyîp Erdogan û serokê CHP’ê yê wê demê Denîz Baykal re peyam şand û got; ‘Çareseriya pirsgirêkê bi diyalogê pêkan e. Di 7’ê îlona 2006’an de dîsa bi rêya parêzeran got; ‘Ez kesî navexwînim serîrakirinê. Fermanê nadim tu kesî. Em dixwazin ev xwîn rawest e û Tirkiye demokratik bibe.’ Di 2’yê mijdara 2007’an de dîsa Rêber Ocalan bi rêya parêzeran got; ‘Ez careke din destê aştiyê dirêj dikim.

Hewldanên aştiya bi rûmet

Rêber Ocalan, di 5’ê tebaxa 2008’an de jî diyar kir ku “Pirsgirêka min çareseriya demokratîk û aştiya bi rûmet e”.” Ji bo aştî û çareseriya demokratîk çi bikeve ser milê min, ez amade me. Min berê jî ji serokwezîr û serokomar Gul re name şand. Ez hêvî dikim ku em vê pirsgirêkê çareser bikin.” Rêber Ocalan di 2009’an de dîsa banga aştiyê kir.

Rêber Ocalan di 8’ê kanûna 2010’an de dîsa banga aştî û çareseriya demokratîk kir û xwest ku parlamentoya Tirkiyeyê jî biryara aştiyê bide û xwest heqîqetê lêkolîn bikin û ronî bikin. Xwest meseleya Turgut Ozal û Eşref Bîtlîs bên ronîkirin.Rêber Ocalan nexşerêya çareseriyê pêşkêşî meclisê kir.

Di 5’ê sibata 2011’an de jî serokwezîr Erdogan, bi Dayikên Aştiyê re hevdîtin kir. Ocalan wê demê ji serokwezîr xwest ku ji bo hêsirên çavan raweste hêzên çekdar bikişîne cihekî ewle û şer rawestîne.

Rêber Ocalan, di 27’ê tîrmeha 2011’an de bi rêya parêzeran ev peyam da: “Min ji bo herdu aliyan pêşniyar kir. Min karê wan sivik kir. Min rêya çareseriyê nişanî wan da. Ez dikarim hêj çi bikim? Heyeta Îmraliyê

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Newroza 2013’an de jî bi rêya heyeta ku wekîla BDP’ê Ayla Akat Ata û hevserokê KCD’ê Ahmet Turk hevdîtin pêre kiribûn di 3’yê adara heman salê peyama çareseriya demokratîk da. Rêber Ocalan diyar kir ku êdî dema çekan bi dawî dibe û divê pirsgrêkên li Rojhilata Navîn bi diyalog, muzakere û aştiya demokratîk çareser bibin. Heyet 22 caran bi Rêber Ocalan re hevdîtin kir û Rêber Ocalan di hemû hevdîtinên xwe de ji bo çareseriya demokratîk û aştiyeke bi rûmet peyam şand.

Rêber Ocalan di 7’ê hezîrana 2013’an de xwest pêvajoya diyalogê bi zagonan bê mîsogerkirin. Rêber Ocalan di 9’ê adara 2014’an de dîsa bang li AKP’ê kir û wiha got: “Bi vî şiklî dixwazin min bixapînin. Ez 40 salan têkoşiyam. Hewce be ez ê 40 salên din jî têbikoşim.”

Rêber Ocalan ji bo çareseriyê mutabakata ji 10 xalan pêk dihat pêşkêşî hikûmetê kir. Endamên heyetê, hikûmet û dewletê di 28’ê sibata 2015’an de li Dolmabahçeyê Mutabakat îmze kirin. Di 22’yê adara 2015’an de serokomar Erdogan li dijî peymana Mutabakata Dolmabahçeyê daxuyanî da û got: “Ez li dîjî heyeta çavdêriyê me. Ez wê civînê rast nabînim.” Bi vê yekê re jî pêvajo têk bir. Rêber Ocalan piştî vê gotina Erdogan herî dawî di 5’ê nîsanê de hevdîtin kir û careke din heyet neçûn Îmraliyê.

Parêzer 8 salan neçûn Îmraliyê

Piştî 8 salan Hevseroka KCD’ê Leyla Guven di 8’ê mijdara 2018’an de dest bi greva birçîbûnê kir. 3 hezar girtî ketin greva birçîbûnê. Piştî çalakiya 200 rojan parêzer di 2’yê gulanê de çûn Îmraliyê. Parêzer piştî 8 salan yekem car çûn Îmraliyê.

Rêber Ocalan di hevdîtina 2’yê gulana 2019’an de dîsa bal kişand ser peyama Newroza 2013’an û diyar kir ku ji bo çareseriya demokratîk û aştiya bi rûmet amade ye. Rêber Ocalan di hevdîtina 22’yê gulana 2019’an de û herî dawî di hevdîtina 7’ê tebaxa 2019’an de jî peyam bi rêya parêzeran şand û diyar kir ku ew ji bo aştî û çareseriya demokratîk amade ye. Rêber Ocalan di hevdîtina 12’ê hezîranê de jî got: “Kurd bê tirk û tirk jî bêyî kurdan nikarin hebûna xwe berdewam bikin. Çareserî di yekitiya gelê kurd û tirk de û gelên Mezopotamya û Anatoliyayê de pêkan e. Ya esasî, çareseriyê siyaseta demokratîk e.”

Li gel vê yekê artêşê li başûrê Kurdistanê êrîşa bi navê ‘Pençe 3’  pêk anî. Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir kir.  Operasyonên li dijî Metîna, Zap û Avaşînê 3 sal in didomin. Tecrîdkirina li dijî Rêber Ocalan bi awayekî pir hişk didome.