28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

TJA û DBP’ê banga tevlêbûna mîtînga 1’ê Îlonê kirin

Endama TJA’yê Amîne Kûtlay û Hevserokê DBP’ê yê navçeya Bismilê ya Amedê Yûsûf Ataş, bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiye Cîhanê xwestin ku herkes beşdarî mitînga 1’ê Îlonê ku li qada Îstosyonê ya Amedê pêk bê bibin

1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê li her derê tê pîrozkirin. Dayikên Aştiyê û gelê kurd ji bo ku aştiyeke mayînde li ser vê xakê pêş bikeve, her hefte li kolanan çalakiyan li dar dixin. Gelek caran ev dayîk rastî tuniya polîsan tên û çalakiya wan tê astengkirin. Ne bi tenê dayîkên aştiyê li her derê welatê heman tişt tê kirin. Sibê 1’ê îlonê ye. Rêxistina HDP û Partiya Çepên Kesk dê di 1’ê Îlonê de li Qada Îstasyonê ya Amedê mîtînga aştiyê pêk bînin. Beriya mîtîngê Endama Tevgera Jinên Azad (TJA) Amîne Kûtlay û Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê navçeya Bismilê ya Amedê Yûsûf Ataş, bi boneya mîtînga ku bi hişyariya “Jiyana Azadî û Wekhev” û “Ji bo aştiya civakî” pêk bê, bang li gel kirin û gotin: “Em dixwazin roja aştiyê ya cîhanê gelê kurd li vîna xwe xwedî derkevin.”

Endama TJA’yê Amîne Kutlay, diyar kir ku her tim gelê kurd ji aliyê dewletên nexweyî ve rastî tundiyê tên û wiha got: “Pergalên navxweyî naxwazin aştî pêk bê. Dixwazin ev şerê li cîhanê tê kirin mayînde bimîne. Ji ber ku hemû dewlet bi şer li ser lingan disekinin. Bi teybetî jî vî şerî li ser kurdan dimeşînin. Ji ber ku kurd li her dera cîhanê bindestin. Hêzên serdest naxwazin kurd azadiya xwe bidest bixin. Dixwazin koleyan ji xwe re ava bikin. Li hemberî hemû kiryarên ku pergalên navxweyî dikin. Dîsa jî kurd li ber xwe didin. Niha jî li başûr û li rojava şerê dijwar li ser xaka kurdan tê kirin. Çend sal berê çawa ku em xwedî li Kobanê derketin, dibê xwedî li başûr jî bê derkevin. Tişta ku hikûmeta PDK’ê li başûrê Kurdistanê dike dij mirovî ye. Xiyaneta herî mezin li wir tê kirin. Li bakur jî faşîzma AKP-MHP’ê tundiyeke mezin li kurdan dike.”

Bazirganiya çekan

Kûtlay, anî ziman ku li çiyayê Kurdistanê her roj zarokên kurdan bi hevkariya PDK’ê û dewleta tirk tên qetilkirin û ev tişt got: “Dibê di vir de bi taybetî jî jin li aştî yê xwedî derbikevin. Dê aştiya cîhanê bi destê jinê bê avakirin. Lê mixabin her cara ku jin dertên kolanan ji aliyê deshilatê ve rastî êrîşê tên. Tenê dayikên aştiyê li kolanan man e. Tişta ku ji destê wan tê dikin. Her roj ji aliyê polîsan ve bi erdê ve tên kaşkirin û tên îşkence kirin. Ger ku îro aştiyek bê avakirin tu dewlet nikarin çekên xwe bifiroşin. Gelek dewletên cîhanê debara xwe li ser xwîna mirovan dikin. Tu dewlet naxwaze aştiyek mayînde bê kirin. Gelek dewletên hegamon ceribandina çekên xwe li ser axa Kurdistanê dikin. Li çiyayê Kurdistanê roja xwişk û birayên me şehîd nekevin tune ye. Ev hemû jî bi çekên kîmyewî yên ji aliyê dewletan ve tê kirin. Îro em dibêjin hemû cîhan dijminê me ne. Lê dijminê herî mezin hikumeta Başûr a hevkariyê Tirkiyeyê dike. Ev hevkariya wan rê li ber azadiya kurdan digire.”

Dorpêça sîxwuran

Kûtlay, destnîşan kir ku pêwîstiya gelê kurd bi aştî û azadiyeke mayînde heye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dibê em ji bo aştî û azadiyeke meyinde xwedî li hev derbikevin. Dibê em pêşî li dayîkên aştiyê xwedî derbikevin. Em dixwazin roja aştiyê ya cîhanê gelê kurd li hebûn û vîna xwe bibin xwedî. Pêwîste em ji bo her çar aliyan welat bibin yek deng. Welatê me li her çar aliyan dibin dorpêça sîxwuran de ye. Dibê em hevalên di zîndanan de azad bikin. Lazim e em wan azad bikin.”

Pêwîstî bi aştiyeke meyinde heye

Hevserokê DBP’ê yê Navçeya Bismilê Yûsûf Ataş jî anî ziman ku dayîkên aştiyê bi salan e li kolanan têkoşîna aştî û azadiyeke meyinde didin û wiha axivî: “Dibê em li welatê xwe aştiyeke mayînde ava bikin. Pêwîste pergalên navxweyî mafê her kesan ên ziman, çand, reng û bi kevneşopiyan biparêze. Em îro lê dinêrin her çar aliyê welatê me dibin dagirkeriya dewletên xwînxar de ye. Dibê ku ew jî li xwe bizîvirin. Ji ber ku pêwistiya wan jî bi aştî û aramiyê heye. Dema ku wekhevî, aştî, azadî û aramî li welat bê avakirin ê pirsgirêk çareser bibe. Xwesteka me ye herî mezin jî ev e. Ji bo roja 1’ê Îlonê em dixwazin li hemû Rojhilata Navîn û hemû gelên bindest aştî, aramî û azadiyek mayînde li cîhanê bimîne. Bi salan e gelê kurd vê têkoşîna aştiyê dide. Ji ber ku her roj rastî êrîşan tên dixwazin xwe bigihînin armanceke baş û azad bibin. Dayîkên me yên aştiyê nêzîkî 30 sal in li qadan têkoşîna aştiyek meyinde dikin. Gelek caran jî ji bo aştiyê laçikên xwe yên spî datînin û li kolanan çalakiyan dikin. Ev ç alakiya wan ji bo aştiya hemû cîhanê ye.”

Têkoşîneke mezin

Ataş herî dawî bang li gelêd kurd kir û got: “Em dixwazin ku hemû gelê kurd li hevdû xwedî derbikevin. Ji ber ku bi salan e têkoşîneke mezin dimeşînin. Gelê kurd gelekî aştîxwaze. Heta ku aştî û azadî neyê vî welatî em dest ji têkoşînê bernadin.”