13 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jin naxwazin Asim Sûltanoglû li Rihayê be!

Asim Sûltanoglû ku ji ber bûyera tecawizê ya li Weqfa Ensarê derheqê wî de lêpirsîn hatibû destpêkirin, weke Midûrê Perwerdeya Neteweyî yê Rihayê hate tayînkirin. Jinan bertek nîşan dan û xwestin ku Sûltanoglû ji peywirê bê girtin.

Ji ber bûyera tecawizê ya li Weqfa Ensarê ku destdirêjî li 45 zarokan hatibû kirin, derheqê Asim Sûltanoglû de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Sûltanoglû, di 7’ê tebaxê de weke Midûrê Perwerdeya Neteweyî yê Rihayê hate tayînkirin. Bertekên li dijî tayînkirina Sûltanoglû didomin. Di demeke ku bertek didomiyan de Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Yûsûf Tekîn hate Rihayê. Tekîn, di dema serdana li Walîtiya Rihayê de bi Sûltanoglû re wêne kişand. Sûltanoglû di demên berê de li Mereş û Bursayê hatibû tayînkirin. Lê piştî bertekên zêde yên li van bajaran, ji peywirê hatibûn girtin. Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê jî gelek caran ji bo Sûltanoglû ji peywirê were girtin protesto li dar xistin.

Li gorî nûçeya ajansa Mezpotamyayê ya bi imzeya Ceylan Şahînlî, Hevseroka Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) a Rihayê Ozlem Ulutaş Şengul û Emîne Gîzem Çetîner ku li pêşiya Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Bajar çalakiya rûniştinê li dar xist, gotin ku dê vê tayînê qebûl nekin.

Şengul, diyar kir ku Sûltanoglû pêvajoya li Weqfa Ensarê qewimî di çarçoveyeke hiqûqî de pêşve nebiriye û ev tişt anî ziman: “Di qada perwerdeyê de hêmaya sereke zarok e. Lewma tayînkirina wî ya li Rihayê mirov aciz dike. Beriya niha tayîna wî dabûn Mereş û Bursayê lê piştî bertekan hatibû betalkirin. Lê li Rihayê derdorek lê xwedî derdikeve û wezîr Tekîn hate serdana wî. Li gorî min sedema vê îdeolojîk e. Rewşeke bêalî nîne. Dibêjin ‘baş an jî xerab hema ji min be bes e.’

Bernameya wezîr Tekîn

Bi domdarî Şengul got ku fikarên wan hene ku heke bûyereke îstîsmarê biqewime bi ser were girtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jixwe Riha cihekî dezavantaj e. Nifûsa çoltarê û karkeriya çandiniyê li vir zêde ye. Kêmek xwendekar tên dibistanê. Lewma li gorî min ji bo zarokan rewşeke fikaredar e. Her çend ku mijara behsa xeberê îstîsmar jî be xwedîderketineke zêde heye. Li gorî me heke sibe bûyereke din a îstîsmarê derkeve dê dîsa lêpirsîn neyê vekirin. Di vê mijarê de fikarên me zêde ne. Roja wezîr hatibû vê derê me xwest dengê xwe bi wî bidin bihîstin. Di rewşên asayî de dema wezîrek tê bajaran bi rojan beriya wê agahî tên parvekirin. Lê Wezareta Perwerdeya Neteweyî ranegihand. Hûrgiliyên bernameyê hatin veşartin. Gelemperiya xelkê bajar ji vî midûrî aciz e û wezîr lê xwedî derket. Vê yekê jî xelk pir aciz kir. Li gorî me bername bi taybet jî bi vê sedemê hate veşartin. Weke Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê heta ev tayîn tê betalkirin û peywira Sûltanoglû tê bidawîkirin em ê çalakiyên xwe bidomînin.”

Ev 21 roj in çalakiya rûniştınê li dar dixe

Emîne Gîzem Çetîner jî tayînkirina Sûltanoglû bi çalakiya rûniştinê ya li pêşiya Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Rihayê protesto dike. Çetîner, dema welatî li pêşiya midûriyetê re derbas dibin têkildarî mijarê agahiyan dide wan. Çetîner, got ku dê tayînkirina kesekê navê wî di bûyera tecawizkirina 45 zarokan de derbas dibe qebûl nekin û axaftina xwe wiha qedand: “Asim Sûltanoglû li Karamanê hatibû tayînkirin û zarok neparast. Wêneyên wî bi faîlên tecawizê re derketin. Ji ber vê mijarê derheqê wî de lêpirsîn hate vekirin lê biryara neşopandinê hate dayîn. 7 sal piştre jî tayînî Rihayê hate kirin. Weke jinekê ez ê bi tu awayî şexsekî wiha bişaîbe qebûl nekim. Ji bo parastina zarokan jî ez ê çalakiya xwe li vê derê bidomînim.”