19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Qebîleya El Cibûr: Êrîşên dijî HSD`ê li dijî tevahî eşîrên herêmê ne

Serokê Meclisa Qebîleya El Cibûr a ereb Fewaz El Zewbei destnîşan kir ku çi êrîşên li ser Hêzên Sûriya Demokratîk êrîşên li dijî eşîr û qebîleyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne.

Serokê Meclisa Qebîleya El Cibûr Fewaz El Zewbei got: “Geşedanên li Dêrazorê, leşkerî ne û fermandariya HSD`ê xwedî nêrîneke leşkerî ye û berpirsyariyên wê hene ku divê pêk bîne. Rast e em bi HSD`ê re ne. Geşedanên li wir rû didin, têkiliya qebîle û êlan pê re tune ye. HSD`ê li gor qanûn û rêziknameya xwe tevdigere.”

HSD`ê li dijî şaneyên DAIŞ`ê û bazirganên narkotîkê 27`ê Tebaxê Operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” li rojhilatê çemê Firatê da destpêkirin.

El Zewbei diyar kir ku gelek aliyên derve û herêmî dixwazin fitneyê di nav gelên herêmê û êlên wê de derxin. Di pêşiya wan dewletan de Tirkiye heye. El Zewbei bang kir ku xelkê herêmê bi vê fitneyê neyê xapandin.

`Şervanên HSD`ê ewladên me ne`

Her wiha El Zewbei destnîşan kir ku hedefgirtina HSD`ê hedefgirtina êlên herêmê ye û ev li gotinên xwe zêde kir: “Şervanên HSD`ê ciwanên me ne. Em di bin siya wê û parastina wê de ne. Ji ber wê divê her kes bizane, yê şerê HSD`ê dike, şerê me jî dike.”

`Yên xwe firotin dagirkeran divê mudaxeleyî herêmê nekin`

El Zewbei got ew fitneya li ser çapemeniyê tê belavkirin, red dikin û wiha domand: “Tu fitneyeke erebî-kurdî nîn e. Em van axaftinan qebûl nakin. Tenê hin aliyên dijberî herêmê hene ku dixwazin fitneyê di nava herêmê de belav bikin.”

El Zewbei, mudaxeleya rûspiyên li Tirkiyeyê rûniştine red kir û got: “Yên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derketin, nûnertiya me nakin. Tenê nûnertiya xwe dikin. Yên xwe firton aliyên din û yên li Tirkiye bila li cihê xwe bin û mudaxeleya herêmên me nekin. Tu têkiliya êlan bi kar û barên hundirîn ên hêzên leşkerî re nîne. Ew li gor qanûn û rêziknameya xwe tev digerin.”