5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

YNK: PDK’ê ji xiyaneta 31’ê Tebaxê ders ne girtiye

Di vê bîranîna tal a 31’ê Tebaxa sala 1996’an de, li şûna kîn û tolhildanê, divê em mîrateyên derûnî û manewî yên vê karesata neteweyî bi tevahî ji holê rakin û dest ji xwesteka xwe ya ferzkirinê berdin

Mekteba Siyasî ya YNK’ê der barê xiyaneta PDK’ê ya 31’ê Tebaxa sala 1996’an de ragihand ku PDK bi hinceta hevsengiya hêza şerê navxweyî, artêşa Enfal û kîmyabaranê vegerandin Kurdistan û Hewlêrê

PDK’ê bi hinceta hevsengiya hêza şerê navxweyî, artêşa Enfal û kîmyabaranê vegerandin Kurdistan û Hewlêrê di encama wê yekê de bi sedan pêşmergeyên YNK’ê û hêzên opozîsyona Iraqê şehîd xistin û wiha got: “Em bi zanebûn amade ne ku ji bo vê siyaseta rast a netewî, ku dîroka tarî ya Tebaxa 1996’an û kêmasiyên din paşguh bikin, têkoşîn û qurbanî bidin.”

Beriya niha 27 salan ango 31’ê Tebaxa 1996’ê bûye bûyereke dîrokî û xalek reşe li nav çavên PDK’ê. Di vê rojê de PDK’ê tankên rejîma Baas’a Iraqê ya di bin serokatiya dîktatorê darvekirî Sedam Husên de  anîn ser Parlamentoya Herêma Kurdistanê û paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê. Ev roje dî dîroka PDK’ê de bûye rojeke xiyaneta wê ya mezin û gelê Kurd vê xiyaneta dîrokî qet ji bîr nake.

Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di derbarê 31’ê Tebaxê de daxuyaniyek belav kir.

Daxuyaniya YNK’ê wiha ye:

“Gelê birûmet ê Kurdistanê, xizmên şehîdan ên serbilind, beriya 27 salan li ser vexwendina serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hêzên pasdarên komara rejîma Baas, Hewlêr a paytexta Kurdistanê, paytexta xewna azadiyê û navenda saziyên serweriya welatê me dagîrkirin û ziyaneke kujer û dilgiran gihandin wateyên netewî û niştimanî ku tu carî nayê jibîrkirin. Ew 5 sal bûn gelê Kurd di bin zilm û zordariya Rejîma Baas’ê de serî hildabû û beşek ji xaka niştimanî bi dest xistibû, lê PDK bi hinceta hevsengiya hêza şerê navxweyî, artêşa Enfal û kîmyabaranê vegerandin Kurdistan û Hewlêrê ku di encamê de bi sedan pêşmergeyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê û hêzên opozîsyona Iraqê şehîd xistin, sedan ji wan dîl hatin girtin û windakirin, çekên artêşa şovenîst rûmeta Parlamentoya hilbijartî ya gelê Kurdistanê şikand û ezmûna me ji destpêka damezrandina wê ve xirab kir.

Lê ev îxanet jî wek gelek bêrûmetiyên di dîroka vê partiyê de, di bîra gelê me de lekeyek reş e û bi sedan axaftinên medyayî xwe paqij kirin, pirtûkên derew û çîrokên şaş ên bûyeran, vê rastiyê ji holê ranake. Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê û hêzên siyasî yên Kurdistanê li ser hêviyên xwe yên ji bo pêşeroja gelê me û rewabûna doza Kurd, li ser wê yekê ne ku nabe proseya siyasî ya welat bê rawestandin. Ji ber vê yekê çarenûsa aştî û lihevhatinê ya çêtir hilbijart. Li ser birînên bêrûmetî û xiyanetê bazdan û hewl dan ku tiştê ku ji rûmeta ezmûna gelê me maye biparêzin. Aştî û têkoşîna demokratîk ji nû ve zindî kir.

Rûxana artêşa rejîmê û karesata 31’ê Tebaxê di proseya azadkirina Kurdistanê de û hemû destkeftiyên gelê me di warê destûrî de, nasandina Herêma Kurdistanê û sîstema federalî, berhemên xema YNK’ê ya niştimanî ya ji bo roja pêşeroja Serweriya Kurdistanê ye.

Lê mixabin hêza xiyaneta 31’ê Tebaxê, li şûna ku ji bûyerên dîrokê ders derxîne, bi heman siyaseta xerab û car bi car bi heman nefesa teng a berjewendiyên partiyê didomîne û agirê nakokiyan geş dike û bêşerefiya ku bi eşkere bi xwekontrol û diyare sebra hişmendiya pêşeroja Kurdistanê şaş têgihiştiye. Ji ber wê jî heta niha jî tometbar û buxtanên bêbingeh li hêzên welatparêz dike. Ew tûjbûna dîrokê diceribîne, ji bo vê nelirêtiyê bêhejmar pere, hêz û sextekariya medyayî bikar aniye, li şûna ku bi tevahî birînên dîroka xiyanetê û siyaseta rast a Kurdî û neteweyî ya wê rûpelê derman bike, her tim hewl dide vê xiyanetê rewa bike û li hember pêvajoya siyasî û pêşeroja gelê me xemsar e.

Meclîsa Gel a Kurdistanê

Di vê bîranîna tal de, li şûna kîn û tolhildanê, divê em mîrateyên derûnî û manewî yên vê karesata neteweyî û hemû karesatan bi tevahî ji holê rakin û bi dilgermî tekez dikin ku dev ji xwesteka xwe ya ferzkirinê berdin û bijardeya sererastkirina proseya rêvebirinê li Kurdistanê dad, demokrasî û dadmendiya rasteqîn bê avakirin. Em bi zanebûn amade ne ku ji bo vê siyaseta rast a netewî, ku dîroka tarî ya Tebaxa 1996’an û kêmasiyên din paşguh bikin, têkoşîn û qurbanî bidin.

Bi helkefta wê roja reş û ji bo bîranîna hemû şehîd û qurbaniyên gelê me, silav li hemû şehîdên qehreman û serbilind ên gelê me, bi taybetî şehîdên serbilind ên berxwedana dagîrkirina paytexta Kurdistanê yên roja 31’ê Tebaxa 1996’an de.”