9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çavdêriyek li ser rêya Bawa Duzgi

Rohat Bulut

Li Kurdistanê gelek baweriyên ku ji aliyê ol û baweriyên serdest ve heliyane hene. Wekî pişaftina çand û ziman pişftina baweriyê jî ji bo civak û neteweyekî xeteriyeke mezin e. Bi taybetî jî dema em li civaka kurd dinêrin li gel ziman baweriya civakê jî di çerxeke dijwar a qirkirin û pişaftinê re derbas bûye dibînin. Ligel parçebûn û dagirkeriya li ser erdnîgariyê, baweriya civak kurd jî bi heman rengî ye. Dema em bala xwe didin baweriya kurdan, bi zelalî em dibînin ku parçebûn û helîneke mezin jiyaye. Hejmareke kêm a kurdan maye ku baweriyên xwe yên resen diparêzin. Kurdên elewî jî li hemberî ol û baweriyên serdest hewildidin hebûna û baweriya xwe biparêzin. Em jî hewil didin ku her cure berxwedana gelê kurd û baweriyên wan ên resen bi nivîs û weşanên xwe bidin der. Yek ji baweriya resen a ku bi sedan salane li pêşberî îslamiyetê li ber xwe dide elewîtî ye. Her çiqas kêm zêde ji aliyê civakê ve baweriya elewîtî û rîtuelên wê bê zanîn jî me xwest bi çavekî din û nêrîneke bi bîrxistî ji bo xwînerên xwe raxin ber çavan. Li ser vê bingehê di çarçoveya bername û plansaziya ku me da pêşiya xwe em berê xwe didin Dêrsimê.

Li der dora nîvro ez û hevala me Mizgîn ji Amedê em derketin rê û me berê xwe da Dêrsimê. Armanca me çûyîna Bawa Duzgi (Duzgun Baba) bû. Beriya ku em biçin min bi Serokê Komeleya Mala Cemê ya Bawa Duzgi Sînan Kirmiziçîçek re hevdîtin kir. Wî jî kêfxweşiya xwe anî ziman û daxwaza me ya derbarê Bawa Duzgi û rewşa baweriya elewîtî ku min dixwest xebateke taybet bikim qebûl kir. Piştî nîvro em gihiştin navenda Dêrsimê. Ji wê derê me berê xwe da navçeya Qisleyê û ji wê derê jî em derbasî Mala Cemê ya Bawa Duzgi bûn. Serokê Komeleya Sînan bi kêfxweşû û dilgermiyeke mezin em pêşwazî kir, me bi rêvebirê komelê Suleyman û Pîr Kazim da nasîn. Germahî û kêfxweşî aramiyeke mezin di dil û giyan de afirî. Ji mêvaniyê zêdetir hesteke gihiştina heval, hogir, malbat û xizmatiyê derket holê.

Hêj roj neçûbû ava, me bi coş û kelecaniyeke mezin çavek li derdorê gerand. Hema bêje her dîtin; kelecan û aramiyek dixist hundirê mirov. Mala Cemê li cihekî bilind de. Herêmeke mezin û berfireh ji mirov xuya dike. Bi qasî ku çavên mirov dibîne her der ji mirov xuya dibe. Pişta me li çiyayê Bawa Duzgi berê me li herêmeke mezin û asê.

Ji bo pêk anînên rîtuelên elewîtiyê Komeleya Mala Cemê avahiya ku çê kiriye xizmeteke girtîng dide civaka elewî.  Ji cihê çêkirina xwarinê heta amadekirina loqmeyan, cihê rûniştin û bênvedanê, cihê xwarin û vexwarinê û hwd. hatine çêkirin e. Elewiyên ku tên vê derê bi dilrihetî dikarin rîtuelên xwe bi cih bînin. Ji bo canên ku ji deverên dûr tên jî cihê razan û mayînê hatiye sazkirin.

Ji ber ku Mala Cemê ji bo pêkanîna rîtûelên baweriya elewîtiyê cihekî girîng e, ji gelek deveran elewî tên vê derê û li gorî baweriya xwe îbatetên xwe dikin.  Bi hev re di nav rêz û dilgerimêyê de ne. Parvekirin û hemhalbûna wan, bawerî û felsefeya wan a jiyanê radixe ber çavan.

Rojane ji aliyê bi sedan kesî ve serlêdan çê dibe. Bi giranî elewî tên van mekanên pîroz lê kesên ku ji baweriyên cuda tên serdana vê derê jî nekêm e. Me jî ji vê yekê re şahidî kir.  Li wê derê loqmeyên (qurban) xwe didan.

Li vê derê jiyaneke komunal û kolektîf pêş dikeve. Loqme bi hev re tên çêkirin û li her kesî tê belavkirin. Çandeke wekhev û civakî tê jiyîn. Her kes wekî hev in. Kes ji kesî ne mezintir, ne jî bi çûktir e, her kes Can e. Lewre rêya wan, hêvî û armanca wan, jiyan û baweriya wan heman e.

Beriya ku loqme bê xwarin pîr dua dike, piştre dest bi xwarinê dike. Her kes di çêkirina wê loqmeyê, belavkirina wê de li gorî derfetên xwe dibin alîkar. Her kes hewil dide keda xwe tevli vê rîtuelê bike.  Her kes li pêşberî hev bi rêz, rûken û peyv xweş e. Ew giyan û jiyana li wê derê hêviya her mirovê wekhevîxwaz e. Mirov li pêşberî dîtina vê rîtuelê gelekî hestiyar dibe. Ji xwerinê heta vexwarinê hevpar tê çêkirin û xwarin. Madiyat li holê namîne û manewiya serwer dibe.

Ya rast bawerî û felsefeya elewîtiyê mirov encax li cihên wiha bi zelalî dikare bibîn e. Hemû gotin û nivîsên ji derveyî dîtina çavan wê hest û watedayînê nade avakirin. Felsefeya vê baweriyê xwe li Mala Cemê dida der. Nêzîkatiya li hemberî hevdu, nêzîkatiya li hemberî xwezayê, nêzîkatiya li hemberî sewalan xwe li vê derê dida der.

Wekî dîtin û hîsên di nava rojê de bi şev jî dem û kêliyên gelekî hestiyar û aram di hiş, hîs û giyanê me de xwe bi cih kir. Di jiyana xwe de min şevek wiha tije hest û aramî nejiya bû. Li aliyê din jî dûrketina ji qerebalixiya bajar, li ser serê van çiyayên bilind di nav mirovên dilpak de bêhna mirov dianî ber mirov.

Sibeha şevê

Bi sibeheke ji şevê xweştir em şiyar bûn. Bi hilatina rojê re dengê xwezayê aramiyeke ku xwe di giyan de da der kertek wêdetir gihiştina hestên evîna heqîqetê bû. Lewre deng û rengê xirabî û pergaleke qirêj nebû. Dibe ku jiyana xeyalê wê dihat kirin ev kêlî bû. Hest, niyet, armanc, bawerî û hezkirin heman bû.

Herkesî li texma xwe dest bi amadekariya rojê dikir. Yên ku paqijî dikir, yên ku ji bo mêvanan çay amade dikir û yên ku derdor didan ser hev di nav tevgerekê de bû. Me jî li aliyekî çavdêriya vê rewşê dikir li aliyê din jî tehma ew roja xweş derdixist.

Çûna Mekanê Bawa Duzgi

Piştî xwarina taştê û amadekariyên xwe, me berê xwe da mekanê Bawa Duzgi. Berê me li rêyek zehmet û pîroz bû, rêberê me jî Serkan Karagoz bû. Her kêliya wê derê û heta bên stendin bi xwe ji bo me gelekî pîroz dihat. Bi şivarêyekê em hilkişiyan çiyayê Bawa Duzgi. Her ku em bi kaş hildikişin li gel westînekê dîtina hawirdorê zelaltir dibe. Li aliyekî berê me li hilkişîna çiyê li aliyê din jî çav li veçirandina der dorê ye. Ji xwe Serkan jî der dorê bi me dide nasîn. Li ser milê me yê rastê cekî bilin nîşanî me dide dibêje ev der, ‘Bêndera Bawa Duzgi ye’.

Heniye Goze

Di wê kêliyê de Serkan pezkoviyên li derdorê nîşanî me dide. Em jî destên xwe diavêjin wênekêşên xwe û hewl didin dîtina van sewalên ku kêm tê dîtîn û li herêmê pîroz e qeyd bikin. Berê me diket ku derê çavên me li pezgoviyan diket.

Di destpêkê de em digihêj Heniye Goze (Kaniya Gûzê) li wê derê em rastî cihekî şên û tev dar û ber tên. Belê dara gûzê ji ber aşîtê lê xistye li şûna xwe nemaye. Lê gundiyê bi navê Muslim Dîl ku bi salane ew û hevsera xwe tê vê derê çayê ji mêvanan re çê dike ji bo me behsa vê kaniyê û hebûna dara gûzê jî dike. Ya rast pîştî hilkişîneke westiyayî vaxwerina av cemidî ya ji Heniye Goze û li binê siya daran vexwerina çaya li ser agir hemû westîna me ji ser me rakir. Li aliyekî me çaya xwe vexwer li aliyê din jî apê Muslim ji me re behsa vê kaniyê dikir.

Mekanê Bawa Duzgi

Piştî bêhn vedanê careke din em hildikişin û ber bi mekanê Bawa Duzgi ve dimeşin. Bêguman em di rê de rastî gelek rîtuelên ku di baweriya elewîtiyê de nîne tên.  Mînak kavir danîna ser hev, çêkirina qûçan, paç girêdana dar û beran. Demek şûnde em digihêjin Hesket, Hews (Şikefta yani Mekanê Bawa Duzgi) ku di heman demê de ji wê derê re cih û mala Bawa Duzgi jî tê gotin. Li gorî baweriyê Bawa Duzgi di meha çile ya zivistanê de 40 rojî li vê derê êş kêşa ye. Li wê derê em jî rîtuelên hewce pêk tînin, finda xwe pê dixin hêviyên xwe yên ji bo welat û civaka xwe dikin. Çav li der dorê vediçirînin. Li vê derê jî em rîtuelên ne li gorî elewîtiyê dibînin, paçên der dorê hatine girêdan, wêneyên li erdê û kevirên ku li derdorê hatine zeliqandin.

Heniya Tose

Piştî Hesketê em diçin Heniya Tose (Kaniya Tasê). Li gorî gotinan; kesên ku tê vê derê heke di wê cihê kanîzê (li dawiya şikeftê cihekî wekî hewde û di hundirê wî hewdî de hewdikekî bi çûk ê bi qasî tasekê heye) de avê bibînin tê wê wateyê ku ew kesên dilpak in. Di heman demê de ji vê derê re kaniya kesên dilê wan pak, paqij jî tê gotin. Li jêrê şikeftê yanî Haniya Tose li ser tehtê cihekî fire hebû ku ji wê derê re jî Cile Duzgi (Doşeka Duzgi) yanî cihê ku Bawa Duzgi lê raza ye tê gotin. Li heman cihê ku jê re Cilê Duzgi dihat gotin li ser tehtê kûrahiyek li ser dirêjî hebe hinekî dişibiya şiklê tembûrê, ji wê derê re jî Tembûra Bawa Duzgi dihat gotin. Serkan yek bi yek tiştên ku me çi ye ne çiye ji me re vedigot, bersiva pirsên me dida.

Mezela Derge

Serkan xwest ku em bidomînin. Dîsa bi şivarêyên li ser teht û terîşan em meşa xwe ya ber bi lûtkeyê û çûna ser cihê ku dibêjin Mezela Derge (Mezelê Dirêj) yanî cihekî sembolîk yê goreke dirêj ku di hundirê hevşîkî de ye didomîn in. Her kêliya ku em hildikşin meraqa me jî zêde dibe.  Belê em gihiştin serê çiya, cihekî ku dişibiya goreke mezin û li der dora wê jî hewşeke ku ketûber kevir li ser hev civandî hebû. Ji wê der re jî Mezela Derge dihat gotin. Rîtuela ku li vê derê dihat kirin jî ev e; her kesên ku tê vê derê dikeve hundirê vê hewşê û sê caran li dora Mezela Derege dizîvirin, dua, hêvî û daxwazan dikin. Di her qedîna zîvronekê de kevirê têkenina hewşê tê maçîkirin.

Kemera Kuxike

Piştî vê derê jî em çûn Kemera Kuxike (Kevirê Bi Qul). Ev der jî wekî Deriyê Bawa Duzgi dihat qebûlkirin. Li cihê ku em lê bûn li ser milê me yê rastê ango serê çiyê re Serê Duzgi dihat gotin, li jêrê me jî cihekî bi navê Leye (qazan) hebû û li pêşber vî cihî jî sê çiyayên bi navê ‘Koyê Haskar, Karsniya û Zel’ hebû ku li gorî baweriyê; van deran çiyayên xuşkên Bawa Duzgi ne. Her kesên ku tên Kemera Kuxike jî rîtuela sê caran di binê vî kevirî re derbas bibin û li vê derê jî hîvî û daxwazên xwe bînin ziman tê kirin û li devê derî find an jî çira tê pêxistin.

Veger

Belê gera me li vê derê bi dawî bû. Di vegerê de careke din em hatin ser Heniya Goze me bêhna xwe veda. Me ji kaniyê av vexwar, dest  û ser çavên xwe şuşt û çaya li ser agir vexwar. Piştî bêngvedanê em careke din bi rê ketin û ber bi êvarî em careke din vegeriyan Mala Cemê. Li vê derê piştî ku hin hevdîtin û bêhn vedanê, me careke din xatirê xwe ji Serokê Komeleya Mala Cemê Sînan Kirmiziçîçek, Pîr Kazim û Rêvberê Komelê kekê Suleyman xwest û em ketin rê hatin Dêrsimê. Wê şevê jî li mala hevalê xwe Ehmed em bûn mêvan û dîtira rojê ber bi nîvrokî em vegiriyan Amedê. Di vê ger û xebata me de cihê ku me kêm hiştine hene, her wiha ji bo her kesên ku keda wan tê re derbas bûye spasiyên xwe pêşkêş dikin.

Çîroka li ser Bawa Duzgi

Li gorî baweriyê Bawa Duzgi (Duzgi/Dizgun) kesekî pîroz û xwedî keramet e.  Ji ber vê yekê efsaneya li ser wî dibêje ku wî di zivistanek pir sar de sewalên xwe bi kirerame têr dike. Ji ber vê yekê ew bizinên ku wî dibirin çêrandinê, li gorî yên kesên din her tim qelew û têr xuya dikir. Seyît Kureş bi meraqa ku kurê wî çawa ev yek bi dest xistiye dike,  rojekê biryar dide ku kurê xwe bişopîn e. Di dawiyê de dibîne ku gava Haydar bi darê xwe dest li çiqilên hişk dixe, şax yekser şîn dibin û bi vî awayî bizinan diçêrîne. Gava yek ji bizinan bi xirecira Bawê Duzgi, Kureş li pişt çolan matmayî dimîne, Haydar dizivire û gazî bizinê dike: Çi hatiye serê te? Yan te Kurêş dît? Bawa Duzgi dema vê gotinê dike dibîne ku bavê wî Kurêş derket û ber bi wî ve hat, ji bilêvkirina navê bavê xwe şerm dike û ber bi çiyê direve û ji ber çavan winda dibe û li wê derê dibe raz.