7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çavdêriyek li ser xebatên hilbijartinan

Mifteya serkeftinê diyaloga bi gel re ye, heke em rêjiya dengên xwe bilind nekin ew nabe serkeftin divê li cihê ku me ji sedî 65 deng girtine bi kêmanî ew rêje bibe ji sedî 75 ji bo em bêjin em bi ser ketine

Di van rojên dawî de starta xebatên hilbijartinan ên DEM Partiyê hate destpêkirin û her bajar û navçe li gorî xwe van xebatan dimeşînin. Ez jî ev çend rojin xebatên rêxistina Dem Partî ên li navçeya Rezan a Amedê û gundên wê dişopînim. Ez dixwazim di vî warî de hin dîtin û çavdêriyên xwe bi xwînerên hêja re parve bikim.

Di vê çarçoveyê de derdora 10 rojane her roj li navçeyê civîn tên kirin û plansaziya rojekê tê derxistin û li gorî wê plansaziyê serdanên gel dibin. Heta niha piraniya van serdanan li nava esnafên bazarên taxan tên meşandin. Her wiha serdana çend gundên Qerejdaxê jî hate kirin.

Rêxistina navçeya Rezan bi tevlêbûna hevserok û çend rêveberên xwe tev li van xebatan dibin, her wiha namzetên hevserokatiya şaredariya Rezan Leyla Ayaz û Sîraç Çelîk tevî çend namzetên meclisa şaredariya Rezan di van xebatan de cihê xwe girtin û bi coş û kedeke mezin van xebatan dimeşînin.

Pêşwaziya gel

Bi rastî di hemû serdanên şandeyê ên li tax û gundên navçeya Rezan gel bi germahî pêşwazî dike û her kes ji vê pergala qeyûman bêzar bûye û dixwaze rojekê berî rojekê wan qeyûman ji şaredariyên xwe derxîne.

Namzetê hevşaredariya Rezan Sîraç Çelîk jî di vekirina buroyeke hilbijartinê de gel bi zaravayê kirmanckî silav kir û başê jî axaftina xwe bi zaravayê kurmancî berdewam kir. Çelîk di axaftina xwe de wiha got: “ Ev germahiya pêşwaziya we baweriya me ya bi serkeftinê mezintir dike, lewre em bawerin ku hûnê di roja 31’ê adarê de van qeyûman ji şaredariyên xwe derxînin û dawî li dizî û talanê bînin.”

Namzeta hevşaredariyê Rezan Leyla Ayaz di axaftineke xwe ya serdana gundên Qerejdaxê de wiha got: Erdogan dibêje ku ew dixwaze şaredariya Amedê bidest bixe, lê ez bawerim ku wê gelê me bersiveke wiha xurt bide wî ku êdî di xewna xwe de jî vê yekê nebîne.”

Her wiha Hevseroka  DBP ya  Amedê  Sultan Yaray jî tev li vekirina buroya hilbijartinan a taxa Bagcîlara Rezan bû û li wir axaftinek kir. Yaray di axaftina xwe de bal kişand ser sîstema qeyûman û bi taybetî jî dijminahiya wan li dijî zimanê kurdî û wiha got: Wê gelê me di 31’ê adarê de bersiva pêwist bide van talankeran û em tucaran dev ji ziman û çanda xwe bernadin. ” Yaray bal kişand ser tecrîdê li dijî rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî û wiha got: Niha di nava me de dayikên ku ji bo azadiya birêz Ocalan di nobeta edaletê de ne jî hene, em wan dayikan silav dikin û dibêjin ev tecrîd ne tenê li dijî birêz Ocalan e, tecrîd li dijî hemû gelê kurd e û em berxwedana girtiyên di greva birçîbûnê de ne jî silav dikin.”

Di gera şandeya Rezan a li gundên qerejdaxê de hevserokê DBP’ê  Mehmet Şîrîn Gurbuz ku ew bi xwe jî ji Qerejdaxê ye di nava şandeyê de bû. Gurbuz wiha bang li xelkê gund kir û got: “Em bi gelê xwe bawerin û çawa ku xelkê Qerejdaxê bi kevirên xwe qedexeya li ser Newroza 2012’an hilanî û têk bir wê di van hilbijartinan de jî bi dengên xwe wan qeyûman ji şaredariyên me biqewrîne.”

Divê em wekî gêrikan bixebitin

Wekî min got pêşwazîkirina gel û vîna gel di hemû serdanan de xwe dide der lê dem gelekî kurt bûye û divê rojek beriya rojekê di nava van 25 rojan de li deriyê hemû malan bidin. Divê şande û komisyonên xebatên hilbijartinê li her derê bi hemû hêza xwe bixebitin. Divê wekî gêrikên ku beriya hatina zivistanê bi lez û bez qûtê xwe kom dikim, em jî beriya hatina hilbijartinan bi dil û can xebatê bikin.