spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di sibatê de 39 jin hatin kuştin

Li gorî çeteleya tundiyê ya meha sibatê ya JINNEWS’ê; di meha sibatê de 39 jin hatin kuştin, 15 jin jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dan.

JINNEWS’ê çeteleya meha sibatê ya têkildarî tundiya li ser jinan aşkere kir. Li gorî daneyên ku JINNEWS’ê kom kirine; di meha sibatê de 39 jin hatine kuştin, 15 jî jê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dan. Di meha sibatê de jin herî zêde ji aliyê zilamên ku dest ji wan berdane ve hatine kuştin.

Li Stenbolê 10, li Artvînê 1, li Enqereyê 2, li Aydinê 1, li Sakaryayê 3, li Edîrneyê 1, li Samsûnê 2, li Bûrsayê 3, li Bartinê 1, li Xarpêtê 1, li Hatayê 1, li Bûrdûrê 1, li Dîlokê 1 Li Duzceyê 2, li Edeneyê 1, li Rihayê 1, li Antalyayê 1, li Amedê 1, li Denizliyê 1, li Çanakkaleyê 1, li Îzmîrê 1, li Erziromê 1 û li Manîsayê jî jinek hat kuştin.

9 jin ji aliyê zilamên ku dest ji wan berdan ve, 6 ji aliyê zilamên ku nas dikirin ve, 6 ji aliyê zilamên ku bi wan re di nava têkiliyan de bûne, 8 ji aliyê zilamên ku bi wan re zewicîbûne ve, 6 ji aliyê kurên xwe ve, 3 ji aliyê bavên xwe ve yek jî ji aliyê mêrê ku bi hev re di pêvajoya dest ji hevberdanê de bûn ve hatin kuştin.