27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jinan li gelek bajaran 8’ê Adarê pîroz kiri

Ji 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê re 3 roj man. Jin beriya 8’ê Adarê li gelek bajaran daketin qadan û çalakiyên cuda li dar xistin. Jin li Riha, Serêkaniyê, Wan, Êdir, Şirnex û Colemêrgê çalakiyên cuda li dar xistin.

Riha

Platforma Jinan a Rihayê di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de ji bo jinên di girtîgehê de qertên piştevaniyê şandin. Namzeta hevşaredariyê ya DEM Partî a Bajarê Mezin a Rihayê Gulşer Ozer jî di nav de gelek jin li avahiya Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) civîyan û qertên ku dê bişandina amade kirin.  Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Adle Fîdan di çalakiyê de axivî û da zanîn ku jin bi armanca piştevaniya bi jinên girtî re hatine gel hev û ev tişt anî ziman: “8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz be.” Piştre jî jinan qertên amade kiribûn li Şaxa PTT’ê ya Karakopruyê ji bo girtîgehan şandin.

Serêkaniyê

Gelek jin li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê jî kom bûn û ji jinan re qert şandin. Piştî şandina qertan, li ser navê jinan namzeta hevşaredariyê ya Serêkaniyê Rahşan Yazar axivî. Yazar anî ziman ku dê jinên kurd pêşengtiyê têkoşînê berdewam bikin û tevî hemû cureyên zext, binçavkirin û girtinan jî dev ji têkoşîna xwe bernadin û got: “8’ê Adarê li tevahiya jinên cîhanê pîroz be.”

Wan

Li navçeya Payîzava ya Wanê jî bi boneya 8’ê Adarê hevdîtin hat lidarxistin. Namzeta hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Bajarê Mezin a Wanê neslihan Şedal, aktîvîstên TJA’yê û gelek jin tev li hevdîtinê bûn. Jinan li ber muzîkan govend gerandin û piştre jî Şedal axivî. Şedal anî ziman ku jinên kurd bi sala ye têdikoşin û ev têkoşîn ji bo hemû jinên cîhanê bû mînak û wiha got: “Heta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe em jî nikarin azad bibin. Dê berxwedana jinan li her qadê bidome.”

Îdir

TJA û Meclisa Jinan a DEM Partiyê li bajarokê Xoşxeberê ya Îdirê jî pîrozbahiya jinê li dar xistin. Beriya pîrozbahiyê, jinan li navenda bajarokê ji bo vexwendina pîrozbahiyê belavok belav kirin. Piştre jî jin derbasî avahiya DEM Partiyê ya bajarokê bûn û pîrozbahî li dar xistin. Piştre jî namzeta hevşaredariyê ya Xoşxeberê Emîne Yondem Kartal axivî. Kartal, 8’ê Adarê li jinan pîroz kir û ev tişt anî ziman: “Li pêşiya me hilbijartinek heye. Ev hilbijartin hilbijartina jinan e. Em di wê baweriyê de ne ku dê bi ser kevin.” Piştî axaftinan jî govend hatin gerandin û gul li jinan hatin belavkirin.

Şirnex

Çalakî û xwepêşandanên jinan ên li Şirnexê bi pîrozbahiyê dom kir. TJA’yê li pêşiya Şaxa KESK’ê pîrozbahiya jinê li dar xist. Jin bi cil û bergên kurdî tev li pîrozbahiyê bûn û dovîzên “Rengê herî xweşik ê cîhanê rengê min e”, “Na ji tecrîdê re” û “Jin, jiyan, azadî” hilgirtin. Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Arslan, Dayikên Şemiyê û namzetên heşvaredariyê yên bajar û navçeyan tev li pîrozbahiyê bûn. Pîrozbahî bi rêzgirtinê dest pê kir.

Namzeta hevşaredariyê ya Şirnexê Bêrîvan Kutlu di pîrozbahiyê de wiha got: “Ber bi 31’ê Adarê ve em jin dê li ser sindoqan ji qirkirina jinan û talankirina xwezaya xwe re bibêjin êdî bes e.”

Colemêrg

Meclisa Jinan a DEM Partiyê Colemêrgê û TJA’yê li navçeya Çelê bi jinan re hatin cem hev. Hevseroka DEM Partiyê ya Colemêrgê Humeyra Armut di hevdîtinê de axivî û wiha bal kişand ser girîngiya 8’ê Adarê: “Em ê têkoşîna xwe bi hilbijartinê bi serkeftinê tacîdar bikin.” Piştî axaftinan, jinan pasteya bi nivîsa “8’ê Adarê Roja Jinan pîroz be” birîn. Di dema birîna pasteyê de jinan dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz kirin.

Hevdîtin bi gerandina govendê û berzkirina dirûşma “Bijî berxwedana jinan” bi dawî bû.