4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jinên kurd pêşengiya jinên cîhanê dikin: Di nava şoreşê de şoreş ava kirin

Berdevka Kongra Star Rihan Loqo diyar kir ku jinan di hundirê Şoreşa Rojava de şoreşa xwe ava kirin û ev tişt anî ziman: “Jinên kurd bi tekoşîna xwe ji bo jinên cîhanê dibin pêşeng. Jinên ereb, suryanî, tirkmen, li dijî dagirkerî û qirkirinê bi rêxistin û perwerde dikin.”

Jin di serî de li Kurdistanê û gelek welatên cîhanê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dadikevin qadan û 8’ê Adarê bi çalakiyên cur be cur piroz dikin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jinên kurd pêşengiya çalakî û pîrozbahiyan dikin. Platforuma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Hesekê ya Kantona Cizîrê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi dirûşma “Bi vîna jinên azad em ê siyasetên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin” starta çalakiyên 8’ê Adarê dan. Li bakurê Kurdistanê jî dê heta 8’ê Adarê gelek mîtîng, panel, seminer, meş û xwepêşandan bên lidarxistin. Berdevka Rêxistina Kongra Star Rîhan Loqo têkildarî têkoşîna jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, pêşengiya jinan û armanca 8’ê Adarê ya li  Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pirsên me bersivand. Pirs û bersiv wiha ne:

Di serî de 8’ê Adarê ji bo jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û jinên rojavayê Kurdistanê tê çi wateyê?

Em 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ya 2024’an, li qada şoreşa jin, li tevahî jinên kedkar, berxwedêr û jinên li zindanan de li dijî desthilat û dagirkeran li ber xwe didin pîroz dikin. Dîsa em li mîmarê felsefeya Jin Jiyan Azadî, Rêber Apo pîroz dikin. Starta 8’ê adarê li ser navê Platforma Hevpar a Rêxistinên Jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Hesekê di 24’ê Sibatê de bi daxuyaniyekê me dest pê kir. Bi tevlêbûna hemû sazî, tevger, partî û kesayetiyên cuda bi zimanê kurdî, erebî û suryanî me daxuyanî da. Armanca îsal a Şoreşa Rojava û peyama me ya 8’ê adarê dirûşma “Bi vîna jina azad em ê siyaseta qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin” e. Bi vîna jina azad, bi têkoşîna jina azad, tevahiya siyaseta ku li ser jinan tê meşandin, siyaseta ku ji hedefgirtina pêşeng, ji girtina jinan, kuştin, lêdan, tecawiz, zewaca temenbiçûk û pir jinî, li hemberî tevahiya siyaseta qirkirina jinan wekî şoreşa jin dê peyama me; bi taybet mijara qirkirinê mijarek esasî ye. Yê pergala qirkirinê dide meşandin hişmendiya dagirkeriyê ku li ser axa me dimeşîne ye. Bi taybet li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mîna Serêkaniyê Bab, Cerablûs, Efrîn Girêspî, herêmên ku di bin dagirkeriya dewleta tirk de ne. Li van bajaran rojane li dijî jinan destdirêjî, lêdan, kuştin pêk tê. Jin tên girtin. Zarok û dayikên temen mezin ji mafên xwe yên xwezayî bêpartên hiştin. Tundiyek pir zêde li ser wan tê meşandin. Hişmendiya qirkirinê li ser jinan ferz dike û hişmendiya dagirkeriyê yek e. Dîsa heman hişmendî tecrîdê li ser Rêber Apo dimeşîne.  Hişmendiya dagirkerî, qirkirin û tecrîdê dimeşîne yek e.

Beriya Şoreşa Rojava li herêmê 8’ê Adarê çawa dihat pîrozkirin? Şert û merc çi bûn?

Me xwest bi vê dirûşmeyê peyama xwe ya sala 2024’an ji raya giştî ya cîhanê re ragihînin. Têkoşîna jinan ji dîrokê heta îro, bênavber ji bo asta bilindkirinê pêşketin, rêxistinkirin, parastinê, ji bo parastina ziman, çand û hebûnê pêş dikeve. Ji Rosa Luksembûrg heta Sakîne Cansiz têkoşînek didome. Bi hezaran jin, ji bo parastina nasname, çand, ziman, vînê têkoşiyan û têkoşînê mezin dikin.

Piştî Şoreşa Rojava 8’ê Adarê çawa tê pîrozkirin. Pêkhateyên din çiqas xwe tev li van pîrozbahiyan dikin?

8’ê Adarê roja têkoşînê ye. Bi taybet ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreşa jin, rê li pêşiya jinan vekir ku têkoşîn û berxwedana xwe hîn bêhtir bilintir bikin û bi roja pêşengiyê li tevahiya qadên jiyanê bilîze. Ji bo vê yekê jî em dikarin bibêjin di Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi pêşengiya jinan civakeke wekhev, malbateke demokratîk, pergalek xweser û konfederal tê avakirin. 8’ê Adarê bi xwe jî ji bo wekhevî, demokrasî, aştî û aramî xwedî wateyek taybet e. Encama têkoşîna 40 salan ya ku jinên kurd bênavber dane meşandin, ji bo avakirina malbatek demokratîk, ji bo azadî û wekheviyê, îro encamên wê di şoreşa jin de xwe nîşan didin. Jinan bi vê berxwedanê, şoreşa rojava wekî şoreşa jin hatiye pênasekirin. Gelek caran pirsa gelo sirrê şoreşê çi ye, tê kirin. Sirê vê şoreşa jinan di hundirê Şoreşa Rojava de şoreşa xwe ava kir. Ev şoreş li tevahî qadên jiyanê yên wekî qada rêxistinî, bîrdozî, dîplomasî, siyasî, hunerî, ziman, wêje û parastinê de jinan xwe bi rêxistin kir. Di nava tevahiya civakê de rola pêşengî dilîze. Gelek destkeftiyên mezin ên wekî pergala Hevserokatiyê, hevpeymana civakî û hwd. bi dest xist. Ev destkeftî encamên şoreşa jinan e. Jinan ji destpêka dîrokê heta îro ji bo wekhevî û demokrasiyê têkoşînek bênavber daye. Desftiyên îro jî encama vê têkoşînê ye. Jin ji bo van destkeftiyan bêtir biparêzin, rojane têkoşîna xwe xurtir dikin. Ji bo wê jî 8’ê Adarê li vir xwedî wateyek gelek girîng e. Em çawa dikarin li dijî hemû desthilatên dagirker, olperest, zayendperest, nijadperest, hîn bêtir têkoşîna xwe xurtir û mezintir bikin. Ji ber ku her asta têkoşînê xurt û mezin dibe, li dijî wê asta êrîşan jî li ser jinan zêde dibe. Ev yek li Kurdistanê û li Rojhilata Navîn di asta yekemîn de cih digire. Her ku asta têkoşîn û berxwedana jinan xurt dibe, beramberî wê asta êrîşên li ser jinan jî zêde dibe. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî balafirên bêmirov bênavber li ser herêmê digerin. Ji 8’ê Adara 2023’yan heta niha bi dehan hevalên jin ên pêşengiya têkoşîna şoreşa jin dikirin hatin qetilkirin. Hevalên Yusra Derwîş, Rihan Şiwêş, Azadî Sorxwîn, Şevîn Delal Zagros û bi dehan hevalên din ku pêşengtiya şoreşê kirine bûn hedef. Hevalên rêvebertiya mala birîndaran dikirin, hevalên ku pêşengtiya YPJ’ê dikirin, hevalên ku berpirsiyar û Hevserokatiya Qamişlo dikirin, kirin hedef. Çima? Ji ber ku dibînin ku bi pêşengtiya jinan, (jinên kurd, tirkmen, çerkes, ermen, ereb, êzidî û tevahiya jinan) li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, jin xwe bi rêxistin dikin û perwerde dikin. Li tevahiya qadên jiyanê yên civakî, siyasî, bîrdozî û hwd yên li Kurdistanê rolek pêşeng dilîzin. Ev yek modela Konfederalîzma Demokratîk ava dike. Ji bo tevahiya cîhanê dibe mînak. Ji ber vê yekê ji aliyê dewleta tirk û hevkarên wê ve rastî êrîşên mezin tên. Pêşengên jin û destkeftiyên jinan dibin hedef. Ev êrîş li pêş çavê hemû cîhanê pêk tê. Lê li dijî vê yekê bêdengiyek mezin heye. Tevî ku her sal ji bo 8’ê Adarê û 25’ê Mijdarê, di van rojên taybet de peyamên me li dijî êrîşan e. Ji bo êrîş bi dawî bibin, em di van rojan de peyamên xwe tînin ziman û helwestekê nîşan didin. Lê dîsa em dibînin bêdengiyek mezin li ser êrîşan heye. Ev jî tê wateya ku hêzên navdewletî şirîkên van bûyer, zext û tundiyê ne.

Bi taybetî îsal ji bo Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêngavek hatiye destpêkirin. Gelo ev pêngav wê bandoreke çawa li ser pîrozbahiyên 8’ê Adarê bike?

Beriya Şoreşa Rojava, 8’ê Adarê li Rojava û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ne wekî niha dihat pîrozkirin. Ji ber ku dewleta Baasê bi hişmendiya nijadperst, olperest, zayendperest dihat birêvebirin. Hişmendiya Baasê qebûl nedikir ku rêxistinên jin li Sûriyeyê bên avakirin. Tenê rêxistinek jin hebû. Ew jî girêdayî rejîmê bû. Gelek lawaz û bêvîn bû. Destûr nedidan ku rêxistinên jinan ên cuda bêne avakirin. Bi taybet li ser jinên kurd qedexeyek mezin hebû. Bi taybet destûr nedidan ku jinên kurd sazî û rêxistinên xwe ava bikin. Destûr nedidan ku jin çalakiyên serbixwe yên wekî 8’ê Adarê li dar bixin. Ji aliyê rejîma Baas ve qedexeyek hişk hebû. Bi hişmendiya neteweperest tev digeriya. Destûr nedida ku jin xwe bi rêxistin mikin û rola pêşengiyê bigirin ser xwe. Destûr nedidan ku saziya xwe ya serbixwe ava bikin. Çalakiyên 8’ê Adarê di sînorekî pir teng de dima. Di qanûnên rejîmê de girtin, tundî, lêdan hebû. Ceza hebû. Ji ber vê yekê 8’ê Adarê bi awayekî veşarî û bêdeng dihat pîrozkirin. Jinên kurd bi dizî û bi hejmarek hindik dikaribûn 8’ê Adarê pîroz kiribûna.

Di pîrozbahiya îsal de dê zêdetir kijan peyam derkeve pêş û dê daxwazên we çi bin?

Kongra Star di sala 2005’an de dema rejîm hebû bi awayekî veşarî hatibû avakirin. Li dora Kongra Star bi hejmarek biçûk kom dibûn û bi awayekî veşarî xwe bi rêxistin dikirin. Lê her sal derbas bû, asta têkoşîn û xwerêxistinkirinê bêtir mezin û fireh bû. Yên ku di destpêka şoreşê daketin qadan û doza azadiyê kirin, helbet jin bûn. Dema şoreşa jin hate ragihandin, rengê 8’ê Adarê bi cudahiyek pir mezin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat xuyakirin û pîrozkirin. Ji ber ku ne tenê jinên kurd, jinên turkmen, ereb, çerkes, suryan, ermen, êzidî, tevahî pêkhatiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn, bi hev re û bi heman helwestê 8’ê Adarê pîroz kirin. Bi hev re niqaş dikin, plansaziyên xwe dikin û sal bi sal peyanên xwe diyar dikin. Ev xwedî wateyek gelek girîng e. Asta rêxistinbûn, asta zanîn û zanistê nîşan dide. Beriya şoreşê rejîma Baasê tundî û zextên pir dijwar pêş dixist. Ji bo ku jin 8’ê Adarê pîroz neke, jin digirtin û tundî pêş dixistin. Niha bi pêşengtiya jinan li tevahiya herêmê, qad bi deng û vîna jinan tên xemilandin. Her tişt bi rengê jinan tê pêşwazîkirin. Bi rengê jin, civîn, panel, semîner û bernameyên cuda têne lidarxistin. Ev ji bo tevahiya civakê, ji bo jin, ciwan, zarok û hemû beşên civakê tê destpêkirin. Ji ber vê yekê ji bo tevahiya partiyên siyasî, ji bo rêxistinên heyî û ji bo saziyên civakî, her kes dizane ku beriya em derbasî meha adarê bibin, her kes dizane ku adar meha jinan e. Meha adarê bi rengê jinan tê pêşwazîkirin.

Ji xeynî jinên kurd, jinên ereb, suryan û civakên din çawa nêzî 8’ê Adarê dibin?

Me peyama pirozkirina 8’ê Adara 2024’an aşkera kir. Bi taybet dê peyama li dijî qirkirin, dagirkerî û tecride bê dayîn. 8’ê Adarê dê bi dirûşmeya li dijî qirkirin, dagirkirin û li dijî tecrîdê têkoşîna jinan a hevgirtî bê dayîn. Jin dê bi rêxistinbûyîn, hêz yekitiya hevpar li dijî qirkirin, mêtingerî û tecrîdê derkevin. Jin dê peyamên yekitiya têkoşînê derxin pêş. Li dijî dewletên dagirker, faşîst û dewletên ku piştgiriyê didin qirkirina jinan, dê li qadan peyama têkoşîna yekitiya jinan derxin pêş. Em ê nîşan bidin ku jin li dijî feraseta qirker, dagirker û tecrîdkar bi her awayî yek in. Em bawer dikin ku dê bi hêz, rêxistinkirin û hevgirtina jinan, planên tunekirin, qirkirin û tecrîdê bê şikandin. Dê li ber xwe bidin û bi zanebûna felsefeya jin jiyan azadî rê li pêşiya hemû planên diijmin bên girtin.

Di Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan de jin xwedî kijan nasname hene.

Di Platforma Çalakiyên Hevpar ên Rêxistinên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, gelek rêxistinên jinan hene. Kongra Star, Tevgera Rêxistinên Jinên Zenubya (Bi taybet di herêmên rizgarî de li Tebqa, Reqqa Dêrazorê, din ava pêkhateyên ereb de hatiye avakirin.), Rêxistinkirina Jinên Sûriyeyê (Di asta sûrî de xwe bi rêxistin kirine), Weqfa Jinên Azad, Meclisa Jinan a Îslama Demokratîk, partî, rêxistin û kesayetiyên serbixwe di vê platforma jinan de hene. Her yek xwedî nasname, ziman û çandek e. Ya ku me tîne cem hev têkoşîna jinan a hevpar e. Divê em bi hev re vê têkoşînê xurt û mezin bikin. Divê em bi hev re planên qirkirin û tunekirinê ya dijmin ku li ser jinan pêk tîne bi dawî bikin. Vê berxwedanê bi têkoşîna jinên kurd dest pê kir. Ya ku pêşengî ji vê têkoşînê re kir a ku pêşengî ji şoreşa jin re kir, pêşengî ji 8’ê Adarê re kir û di tevahiya kêliyên rizgarkirina Rojava de pêşengî kir, jinên kurd bûn.

Bi pêşengtiya jinên kurd, jinên ereb û suryan jî hatin rizgarkirin û hatin perwerdekirin. Jinên suryan û ereb bi pêşengtiya jinên kurd hatin birêxistinkirin.

Mîtîngên 8 Adarê dê li ku derê bên lidarxistin û xebateke çawa bêmeşandin?

Niha jî em bi heman helwestê nêzî 8’ê Adarê dibin. Ji ber vê yekê dê 8’ê Adarê di asta kantonan de bê pîrozkirin. Asta kantonên Qamişlo, Hesekê, Kobanê, Şehba, Heleb, Başûr, Lubnan û Şamê dê bi pêşengtiya Kongra Star mîtîng bên lidarxistin û bi kurdî, erebî û suryanî peyam bên dayîn.