30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên li Romayê

Ji destpêkê heta rojên dawî ya li Romayê, kurd û dostên kurdan li ser rêyên Îtalyayê ji bo Rêberê kurdan li meydana Celioyê kom dibûn. Vê meydana ku navê wê kirin ‘Pîazza Kurdistan’, her şeveqê gel kom dibûn û digotin ‘Roj baş Serokê min’.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan cara yekem 34 roj li Rûsyayê derbas kirin. Lê Rûsya her çiqas ku berê bi salan wek dewleteke sosyalîst hatibe binavkirin jî, serokekî ji bo gel, ziman, ax û tevahiya gelên bindest li ber xwe dida qebûl nedikir. Her tim berjewendiyên xwe difikirî. Ji ber vê yekê Rêberê Gelê Kurd di encama dirûtî û lîstikên dewleta Rûsyayê de biryar da ku derbasî cihekî din bibe. Êdî Balafira Rêberê Gelê Kurd tê de berê rotaya xwe dide Roma-Îtalyayê.

Di 12’ê mijdara sala 1998’an de balafira ji Rûsyayê hatî saet di 22:00’an de xwe berda balafirgeha Leonardo Da Vîncî ya Romayê. Li gel Rêberê Gelê Kurd di balafirgehê de nûnerê ERNK’ê yê Ewropayê Ahmet Yaman û parlementerê Partiya Komûnîst Ramon Montovanî hebûn. Almanyayê ji bo Rêberê Gelê Kurd biryara girtinê, dabû. Ji bo vê yekê jî Rêberê Gelê Kurd di nexweşxaneya dewletê ya bi navê Palestrina ku 40 kîlometreyî ji bajêr dûr bû, di bin çavan de hat girtin.

Di çend rojên ku Rêberê Gelê Kurd li vê nexweşxaneyê ma de gelek bajarên Ewropayê wek li ser sêla sor bin, sekinin. Di rojnameyên wan de manşetên ‘Serokê Kurd Ocalan li Romayê ye’ dihatin nivîsîn. Her wiha kurdên li Ewropayê diman jî diherikîn Îtalya-Romayê. Koma yekem a ku gihişt Romayê di 14’ê mijdarê de li ber meydana nexweşxaneya Palestrîna ya ku Rêberê Gelê Kurd tê de bû, bi kafileyan kom dibûn.
Di heman rojê de Rêberê Gelê Kurd bi telefonê tev li televizyona MED TV’yê bû û ev tişt got: “Ez bi agahiya hikûmeta Îtalyayê li vir dimînim. Ez hesasiyeta gelê me fêm dikim lê ne rast e ku em niha nirxandineke neyînî bikin. Ji bo bi nasnameya xwe ya siyasî li Îtalyayê bimînim prosedurên pêwist hatin destpêkirin. Ez ji gelê xwe daxwaz dikim ku bila geşedanan bişopînin û sebir bikin.”
Ji destpêkê heta rojên dawiyê yên li Romayê, kurd û dostên kurdan li ser rêyên İtalyayê bûn û ji bo Rêberê kurdan li meydana Celioyê kom dibûn. Jixwe piştre li vê meydana ku navê wê dibe ‘Pîazza Kurdistan’, serê her şeveqê gel kom dibû û bi hev re digotin ‘Roj baş Serokê min’.
Piştî çalakiya M. Xalit Oralê ku di roja komploya 9’ê Cotmehê de bedena xwe da ber agir, çalakiyên li hemberî komployê berdewam kirin. Dema Rêberê Gelê Kurd li Romayê di bin çavan de bû şoreşgerên bi navê Remzî Akkuş (Jêhat) û Ahmet Yıldırım (Tayhan) di 17’ê mijdarê de li Rûsyayê li ber deriyê parlamentoyê bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ bedena xwe dan ber agir.
Her diçû çalakiyên xweşewitandinê zêdetir dibûn. Li ser vê yekê di 19’ê mijdarê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek da û ev tişt digot: “Heta ku rewşa heyî ronî bibe, palpişt û piştevaniya mezin a ku ji me re tê kirin bêguman wê bidome. Ji ber ku metirsî ne di şexsê me de ji bo pêşerojeke azad ya ji bo çarenûsa neteweyî ye. Ez dilsozî û lehengiya we bi hemû hebûna xwe silav dikim, lê weke talîmatê diyar dikim ku bila ji niha û pê ve kêsên bi rastî dilsozê me ne serî li kiryarên xweşewitandinê nedin û demildest dev ji van çalakiyên bi vî rengî berdin. Li ser vê bingehê ez we hemûyan ji dil silav dikim û heskirina xwe pêşkêşî we dikim, bi wê baweriyê ku ev meyla dawîkirina jiyana xwe ya ku me dilgiran dike, wê bi temamî bi dawî bibe.”
Li gel bangawiziya Rêberê Gelê Kurd, êdî çalakiyên bi navê ‘Hûn nikarin Roja me tarî bikin’ destpêkirin û ev çalakî ketin dîroka Tevgera Azadiya Kurdistanê, bi salan berdewam kirin û hê jî didomin.
Piştî ku Rêberê Gelê Kurd lingên xwe avêtin Îtalyayê di axaftina xwe ya yekem de digot: “Em dixwazin dest bi pêvajoyeke aştiyane bikin. Çareseriya siyasî ya vê pirsgirêkê gelekî lezgîn e.”
Rêberê Gelê Kurd di wan rojên li Îtalyayê de, ji bo çareseriya meseleya kurd gelek axaftin û bangawaziyên dîrokî jî kirin.
Ev axaftinên wî yên ku di salên pêş de jî bi navê ‘Axaftinên Romayê’ di pirtûkekê de hatin berhevkirin, ne tenê di medyaya kurdî yên wek Ozgur Polîtîka û MED TV’yê de, di çapemeniya cîhanê de jî dihat dayîn. Êdî her daxuyanî û hevpeyvîna Rêberê Gelê Kurd di rojeva Ewropayê de bû.
Hevpeyvîna ku Rêberê Gelê Kurd di rojên dawî yên sala 1998’an de da Ajansa Reutersê, di çapemeniya Ewropayê de cih girt. Rêberê Gelê Kurd yek ji wan hevpeyvînên xwe de wiha got: “Ez amade me ku li welatekî adil û bêalî werim darizandin. Ji Avusturya heta welatekî Ewropayê yê din jî dibe. Hin dibên Hollanda hin jî dibên Spanya; ji bo min ev di rêza duduyan de ne.”
Her ku Rêberê Gelê Kurd diaxivî bingeha meşrûbûna meseleya kurd li tevahiya cîhanê belav dibû. Hêzên komploger jî hewl didan ku ev bingeh ava nebe û pêşîyê lê bigrin.
Di heman rojên Abdullah Ocalan hat de, Îtalyayê bi awayekî lezgînî daxwaza dewleta tirk a îadeyê bi sedema ‘li Tirkiyeyê îdam heye’ red kir. DYA’ya ku di her pêvajoyeke komployê de cih digirt di heman rojê de wezîrê Karê Derve James Rubîn jî bang li Almanya, Tirkiye û Îtalyayê dikir ku ji bo îadeya Abdullah Ocalan werin gelhev û bihev re bişûxilin.
Her wiha serokê Amerîkayê Bill Clinton jî wek ku dîrektîfê bide Almanya, Tirkiye û Îtalyayê digot di navbera xwe de vê meseleyê çareser bikin. Ji aliyekî ve nêzîkatiyên Amerîka, Almanya û Tirkiyeyê, Îtalya ketibû nav rojeveke giran û ji aliyê din ve jî wezareta karê hundirîn a Îtalyayê daxwaza mafê mayinê yê Rêberê Gelê Kurd, dinirxand.
Li ser vê yekê biryar hat dayîn û serokê Îtalyayê Massîmo Dalema biryara dadgehê jî parve kir û got ku bi şerta PKK ji tundiyê dûr bikeve dê daxwaza Abdullah Ocalan bê qebûlkirin.
Piştî daxuyaniyên Massîmo Dalema li gelek bajarên Tirkiyeyê malên Îtalyayê dihatin protestokirin û her wiha kurdên li bajarên wek Stenbolê rastî êrîşên nîjadperest dihatin.
Di 20’ê mijdara 1998’an de Dadgeha Îstînadê ya Romayê biryara girtina li ser Ocalan rakir. Heman dadgehê vê carê bi armanca ewlehiyê biryara ku dê Ocalan di malekê de di bin çavan de bimîne, da.
Di civîneke Yekitiya Ewropayê ya Rojava de Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Îsmet Sezgîn jî tev li dibe û bi Wezîrê Parastinê yê alman Rudolf Scharping re hevdîtinê pêk tînin. Di daxuyaniya piştî vê civînê Almanya û Belçîkayê digotin ku ‘Em Ocalan li welatê xwe naxwazin’.
Her wiha hin welatên mîna Fînlandiya, Çekya, Afrîkaya Başûr jî heman tişt digotin. Tenê rêvebirên Fînlandiyayê digotin ger ku Almanya û Fransa erê bikin, Ocalan dikare bê welatê me.
Piştî ku Rêberê Gelê Kurd nameyek ji Nelson Mandela û Desmond Tûtû re şand; Afrîkayê jî deriyê xwe jê re vekir lê ji ber ku dê di wan rojan de serokê Îngilistanê Tony Blair serdana Afrîkayê bikira, Afrîkayê jî paş de gav avêt. Afrîkaya Başûr nedixwest ku têkiliyên wan ên bi Îngilistanê re zirarê bibînin.
Yanî bi kurtasî Ewropaya ku bi mafên mirovan, demokrasî û gotinên azadiyê hertim pesnê xwe dida daxwaza Rêberê Gelê Kurdan qebûl nedikirin.
Hikûmeta Îtalyayê li hundir bi çalakiyên aligirên partiyên rastgir û li derve jî bi gef û metirsiyên Amerîkayê her diçû paş de gav diavêt. Serokê Îtalyayê Massîmo D’alema piştgirî ji Neteweyên Yekbûyî negirtibû. D’alema li hember van geşedanên heyî nikaribû xwe zêde tev bide û wî jî dest bi gotin û daxwzên mîna ‘divê Ocalan ji welatê me derkeve’ kir. Lê her wiha digot ku ‘Ocalan hete kengî bixwaze jî dikare li vir bimîne, an jî bixwaze dikara here welatekî din. Tercîh ya Ocalan e.”
Ji bo vê yekê Amerîka di 21’ê mijdarê de bi boneya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li tu welatî neyê bi cihkirin û were darizandin, parlamenterê xwe yê bi navê Strobe Talbott şand Romayê. Li ser çewisandina Amerîkayê rêveberiya Romayê xwest Rêberê Gelê Kurd bişîne Lîbyayê. Lê amerîkayiyan diyar dikirin ku Lîbyaya ku Keddafî desthilatdar bû bi gotinên ‘welatekî bêkontrol’e pêşî li Romayê girt. Amerîkayê îşaret bi Almanya û Tirkiyeyê dikir.
Di 27’ê mijdarê Massîmo Dalema ji bo ku Almanya jî berpirsiyariyê bigirê ser xwe berê xwe da bajarê Bonnê. Ger ku Almanyayê hinekî berpirsyarî girtiba ser milên xwe dê barê Massîmo sivik bûye û ji gefên Amerika û Îngilistanê xelas bûba. Lê serokwezîrê Almanyayê Gerhard Schroder digot ‘Em Ocalan naxwazin”. Li Bonnê li ber deriyê avahiyê serokwezirtiyê ji 50 hezarî zêdetir kurd û dostên kurdan kom bûbûn û bi yek dengî digotin ‘Serokê Gelê Kurd ne bi tenê ye’.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalanê ku 66 rojên xwe li Romayê derbas dike, der barê Romayê de wiha dibêje: “Rotaya me ya sêyem li ser têkiliyên me yên heyî bi awayekî tesadûfî Roma bû. Bi alikariya du dostên me yên ji Partiya Komûnîst me dest bi serpêhatiya Romayê kir. Beşeke wê bi senaryoyên îstîxbarata Romayê, beşa din jî di nexweşxanê de, me 66 roj li wir derbas kirin. Helwesta serokê dewletê Massîmo D’alema dirûst bû lê ne bes bû. Bûyer bire dadgehê. Ez ji vê yekê hêrs bûbûm. Ez bi biryar bûm ku di derfeta yekemîn de ji Îtalyayê derkevim. D’Alema di gotûbejeke xwe de digot ku Ocalan çiqasî bixwaze dikare bimîne. Lê ev gotin ji min re samîmî nedihat û te digot qey bi zorê dibêje.”
Rêberê Gelê Kurd dît ku deriyê sînor û qada hewayî yek bi yek ji wî re tên girtin û bersiva serlêdana wî ya penaberiyê nehat dayîn dikeve nav lêgerîneke din. Têkildarî vê yekê di hevpeyvîneke xwe ya di 7’ê kanûnê de li ser vê rewşê wiha dibê: “Têkoşîna min a ku li ser neteweyî-demokratîk a ji bo mafê mirovahî tê zanîn. Kurdên ku tên Ewropayê mafê penaberiya siyasî ji wan re tê dayîn, lê dema ku mijar tê min, fikarên siyasî derdikevin pêş. Yê ku bûye sedema van geşedanan, ango statûya siyasî ya kurdan ez im. Ez li vir ji bo balê bikşînim ser vê paradoksê, dibêjim. Pasaporta hemû serokên kurdan ên din hene lê ya min tune ye ji ber min serî netewandiye. Serî netewandina min jî wek sûc tê dîtin. Nêzikatiyeke wek bila serî here û em bedena wî jî parçe parçe bikin, hovîtî ye. Îtalya dê nekeve kiryarek wek kuştineke bêdaraz, hewceye nekevê jî.”
Rêberê Gelê Kurd heta 16’ê çileyê sala 1999’an ku biryara careke din biçe Moskovayê bide jî li Romayê ma. Lê hebûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Romaya ku xwedî dîrokeke kokên wê hebûn re, giran dihat. Bi boneya ku Rêberê Gelê Kurd hê zêdetir ji Massîmo Dalema re nebe bar di 15’ê çileyê sala 1999’an de biryareke dîrokî da. Ev biryara xwe jî bi rêvebirên Îtalyan re parve kir. Dema biryara xwe parve kir hikûmetê jê xwest ku belgeya li serê ‘Ez bi daxwaziya xwe ji Îtalyayê vediqetim’ îmza bike.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo wan kêliyên krîtîk wiha dibêje: “Di 66 rojên ku ez li Îtalyayê mam, rastî gelek çewisandinên psîkolojîk hatim. Ji aliyê polîsên ku bi awayekî taybet hatibûn perwerdekirin re dihatim kontrolkirin. Firsend nedidan ku ez derkevim û bêhnekî bistînim, polîs dihatin diketin heta odayê. Ger min di mayinê de israr bikira, dê bi hinceta ez ê bêm revandin û hê zêdetir bi kontolkirineke hişk re rû bir û bimama.”
*Bi vî fikrî di 16’ê çileya 1999’an de, bi destwerdana nûnerê ERNK’ê Ahmet Yaman Rêberê Gelê Kurd neçar dimîne ku ji Îtalyayê derkeve û careke din berê xwe dide Rûsyayê.