17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çavên hikumetê kor bûne, HDP piştgiriyê dide lê hikumet asteng dike

Hikumet alîkariya mexdûrên erdhejê nake. Malbat pêdiviyên jiyanî nabînin. HDP destê xwe dIrêjî mexdûrên erdhejê dike lê gelek cihan rastî astenkirina hêzên hikumetê tê.

Nîvê navçeya Islahiyeya Dîlokê ji ber erdheja li Mereşê hilweşiyaye. Li navçeyê welatî şeva xwe li derve li derdora agir, di wesayîtên xwe û di konan de ku bi derfetên xwe danîne derbas dikin. Li navenda navçeyê ji 4 malbatan 4 kes ku di dikaneke yekqatî û 10 metrekareyî de dimînin, rewşa li bajêr didin der.

Nan û pêdiviyên din bi dest nakevin

Ji van 14 kesan Aladîn Baştemûr anî ziman ku pir zehmetiyê dibînin û got: “Em li benda alîkariyê ne. Nan tune, xwarin tune. Alîkarî pir kêm e. Em li nan digerin, li avê digerin bi destê me nakevin.” Baştemûr bi lêv kir ku li cihekî yekodeyî 14 kes dimînin û got ku li benda alîkariyê ne.

Kon nadin

Baştemûr diyar kir ku alîkarî nehatiye navçeyê û kon nehatine dayîn û got: “Em û zarokan li vir îdare dikin. Em diçin li mirovên xwe yên di bin kavilan de dinêrin û tên. Em di dikaneke kevn de ne. Em li vir hewl didin li çara serê xwe binerin. Em her tiştî bi derfetên xwe dikin.”

Ji aliyê hikumetê ve ji bo alîkariya mexdûrên erdhejê ker û korbûneke xedar dewam dike. Diyar e heta niha destê xwe dirêjî mexdûran nekirine, gelê mexdûr di bin sermaya xedar de tî û birçî, bi şev û roj li aqûbeta xizmên xwe yên di bin xirbeyên erdhêjê de ye dipê û li bendê ye ku alîkariyek were û destekî alîkariyê dirêjî wan be.

Li aliyê din ligel ker û korbûna hikumetê HDP bi derfetên kêm alîkariya ku gel ji bo mexdûrên erdhejê berhev kiriye dişîne herêmên erdhejê.

Navenda Koordînasyona Krîza Erdhejê ya HDP’ê dest bi belavkirina alîkariyên ji bo mexdûrên erdhejê berhev kiribûn kir. Li herêmên ku ekîbên AFAD’ê hejmara wan lê kêm jî komên tenduristiyê yên ji 10 kesan pêk tên şandin.

Ji ber erdhejên bi pileyên 7,7 û 7,6 ên li Mereşê, li bajarên Mereş, Dîlok, Meletî, Semsûr, Riha, Amed, Kîlîs, Osmaniye, Edene û Hatayê texrîbateke mezin çêbû. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku ji bo mexdûrên erdhejê alavên bingehîn berhev kir, nêzî 30 TIR’ên alîkariyê bo herêmên erdhejê şand. Li herêmên ku hejmara tîmên AFAD’ê lê kêm bûn jî tîmên tenduristiyê yên ji 10 kesan pêk tên şand. Hinek TIR’ên ku HDP’ê ji bo herêmên erdhejê şandin, di rê de ji hêla polîsan ve hatin desteserkirin.

Divê her kes destê xwe dirêjî mewxdûran bike

Tîmên tenduristiyê yên ji 10 kesan pêk tên ku Navenda Koordînasyona Krîza Erdhejê ya HDP’ê ber bi herêmên Mereş, Dîlok, Semsûr û Rihayê ve şandin, dest bi xebatên lêgerîn-rizgarkirinê kirin. Komên ku ber bi qadên erdhejê ve hatin veguhestin, di heman demê ji bo piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re peywendiyan datînin. Rayedarên Koordînasyona HDP’ê ku li hemû bajaran kampanyaya alîkariyê dimeşînin, dibêjin ku bi taybet jî pêdivî bi av, nan û pêdiviyên bingehîn hene. Rayedarên Navenda Koordînasyona Krîzan dan zanîn ku ji îro ve 30 TIR’ên alîkariyê ber bi herêmên erdhejê ve hatine şandin. Rayedaran destnîşan kirin ku ji bilî deverên ku erdhejê bandoreke giran lê kirî, rêxistinên wan ên li tevahiya herêma Çukurovayê tev li xebatan bûne û tevî astengiyên tên derxistin jî nasekinin. Rayedaran, destnîşan kir ku divê kesên dixwazin bi dilxwazî tev li xebatan bibin û TIR’ên ku alîkariyên xurek û hwd. dibin neyên astengkirin. Rayedaran wiha got: “Li gel ku HDP’ê qebûl kir alîkariyên heyî bi AFAD’ê re belav bike jî, astengkirin berdewam in.” Rayedarên HDP’ê di serî de ciwan, bang li her kesî kirin ku ji bo belavkirina alîkariyan û piştevaniyê tev li xebatan bibin.

Rayedaran got ku piştevaniya li ser hejmarên ragihandinê tên dê raste rast ji mexdûrên erdhejê re bên şandin û herêmên alîkariyê lê belav dikin jî wiha destnîşan kir:

“Ji Wêranşarê bo Semsûrê 5 hezar nan, ji bo Bazarcixê 5 hezar nan; ji Amedê bo Bazarcixê 2 hezar nan, 5 hezar av, 220 betaniye; ji Wanê bo semsûrê TIR’eke ji alavên bingehîn pêk tê; ji Erdîşê bo Semsûrê TIR’eke alavên bingehîn hate şandin; ji Mêrdînê bi Semsûrê TIR’eke alavên bingehîn; ji Stenbolê bo Mereşê 2 TIR’ên alavên bingehîn; ji navçeya Kulu ya Konyayê TIR’eke alavên bingehîn; ji Edîrneyê bo Meletî û Mereşê 4 TIR’ên ji alavên bingehîn pêk tên; ji Êlihê bo Semsûrê 71 kamyonên alavên bingehîn; ji Wanê bo Meletiyê kamyoneke ji alavên bingehîn pêk tê; ji Şirnexê bo Dîlokê kamyoneke (30 ton) komirê; ji Bazîdê bo Semsûrê TIR’eke alavên bingehîn; ji Agiriyê jî 2 kamyonên alavên bingehîn hatin şandin.”

Li gorî Ajansa Mezopotamyayê  alîkariyên ku rêxistinên HDP’ê yên navend û navçeyan kom kirin, duh di saetên şevê de gihiştin Meletiyê. Dê alîkarî di nava rojê de ji bo gel bên belavkirin.

Erdheja li Mereşê li gelek bajarên bakurê Kurdistanê rê li ber texrîbateke mezin vekir. Li gel ku bi ser erdhejê re sê roj derbas bûne, hê jî peywendî bi gelek deveran re nayên danîn. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re, di çarçoveya Navenda Koordînasyona Krîzan de li tevahiya rêxistinên xwe yên navend û navçeyan xebat da desptêkirin. Li ser bangawaziyên rêxistinên HDP’ê yên navend û navçeyan, gelek alîkarî hatin komkirin û di saetên şevê de ji Meletiyê re hatin şandin.