19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hejmara qurbaniyên erdhejê giha derdora 7 hezaran

AFAD'ê ragihand ku hejmara qurbaniyên erdhej û kêmasiyên derbarê alîkarî û rizgakirina ji bin xirbeyan gihîştiye 6 hezar û 957'an û ya birîndaran gihîştiye 38 hezar û 224'an.

Di 6’ê Sibatê de saet di 04.17’an bi pileya 7.7’an li Bazarcixa Mereşê û saet di 13.24’an de jî bi pileya 7.6’an a Elbîstana Mereşê du erdhej çêbûn. Erdhej li Mereş, Kilîs, Amed, Edene, OSmaniye, Dîlok, Riha, Semsûr, Meletî û Hatayê bûn sedema karesateke mezin.

Serokatiya Rêveberiya Afet û Rewşa Lezgîn (AFAD), ragihand ku li gor daneyên heya saet 09.45’an 6 hezar û 957 kesî jiyana xwe ji dest daye û 38 hezar û 224 kes jî birîndar bûne.