2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çawişên pispor ji şer direvin

Şerê ku Tirkiyeyê di 14’ê nîsanê de bi hevkariya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê da destpêkirin berdewam dike. Leşkerên arteşa tirk li herêmê asê maye. Şer ji bo wan vegeriya ye wekî sendromê. Tirkiye li ser sînor bi pêş ve naçe û ji ber vê li herêmê krîz heye. Cerdevanên ku tev li êrişê dibin, diyar kirin ku li Zapê şerekî dijwar diqewime û gelek leşker di şer de tên kuştin. Cerdevan destnîşan dikin ku rayedar mirina leşkerên tên kuştin ji raya giştî vedişêrin.

Cerdevanan, destnîşan kir ku ji 23’ê nîsanê ve li navenda Şirnexê û navçeyên wê Qileban, Elkê, Silopiya, Cizîr, Hezex û Basayê nêzî 10 hezar cerdevan bi dorê tev li êrişê hatine kirin. Cerdevanan, agahî da ku rojek beriya biçin êrişê der barê tevlîbûna xwe de tên agahdarkirin û wan bi traktoran dibin ser xeta sînor. Cerdanan, anîn ziman ku li ser xeta sînor çawişên pispor wan didine pêş û wan wekî mertal bikar tînin.

Cerdevanan, bi lêv kir ku ji ber şerê dijwar derûniya çawişên pispor xera bûye û weke çareserî dertên destûrê û careke din venagerin û îstifa dikin.