28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cegerxwîn li Amedê bi merasîmek hat bibîranîn

Ji bo 38’êmîn salvegera bîranîna helbestvan û wêjekarê kurd Cegerxwîn li Amedê merasîmek hat lidarxistin. Di merasîmê de kesên ku ked didin zimanê kurdî hat xelatkirin.

Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya Wêjekarên Kurd, Kovara Destarê û Enstûtiya Kurdî ya Amedê, di salvegera mirina wî ya 38’emîn de helbestvan û wêjekarên kurd Cegerxwîn bibîr anîn. Biranîn li Eywana Dewetê ya Ayaz Eleganceyê ya li navçeya Peyasê ya Amedê hat lidarxistin.

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Hevserokê DBP’a Amedê Hayrettîn Altûn, parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  Remziye Tosûn, Îmam Taçcier û Omer Ocalan, rêxistina HDP’a Rezan, Peyas û Bismilê,  Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAYDER) ya Amedê, Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek, Kongreya Demokratik a Îslamê (DÎK), Rojnameya Xwebûnê, Komeleya MA Muzîkê, KASED, Egitîm-Sen û Komeleya 78’an û gelek welatî tevlî bîranînê bûn.

Sînevîzyona Cegerxwîn

Di merasîmê de destpêkê ji bo şehîdên azadiyê deqeyekê rêz hat girtin. Piştre der barê jiyana Cegerxwîn de sînevîzyon hat nîşanda. Piştî sînevîzyonê Hevserokê MED-DER’ê Rifat Ronî axaftinek kir û xêrhatin beşdarvanên merasîmê kir. Ronî di axaftina xwe de li ser girîngiya Cegerxwîn a di wêjeya kurdî rawestiya. Di bîranînê de nîvîskar û wêjekaran helbestên Cegerxwîn xwendin.

Xelatan dan Rojnameger Ertaş

Piştî xwendina helbestan kesên ku ked dane zimanê kurdî ji aliyê sazî û rêxistinên ku merasîmê li dar xistin ve hatin xelatkirin. Yek ji kesên ku xelat girt Midûrê Karên Nivîsan a Rojnameya me Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş bû ku di 16’ê hezîranê de hatibû girtin. Li sernavê Ertaş Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya me Xwebûnê Kadrî Esen xelat wî wergirt. Esen, xelata Ertaş diyarî rojnamegerên girtî kir.

Her wiha di bîranînê de xelat ji bo Emîne Şenyaşarê jî hat dayîn ku hevjînê wê û du kurên wê ji aliyê xizm û parastvanên Parlementerê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn qetilkirin û ji ber vê 592 roj in tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar li ber Edliyeya Rihayê Nobeda Edaletê digire.

Dema ku xelat hatin dayîn hem kesên ku xelat dan hem jî kesên ku xelat wergirtin axaftin kirin.

Banga xwedî derketina li ziman

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk Bedran Ozturk, di axaftina xwe de balê kişand ser êrîşên artêşa tirk ên bi çekên kîmyewî û wiha got: “Her roj li ber çavane ku zilmkar wekî her car êrîşan li ser gelê me dikin. Vê carê  bi çekên kîmyewî gelek zarokên vî gelê qetil kirin. Desthilata AKP-MHP’ê  dîsa dijminatiya xwe ya li hemberî gelê kurd da ber çavan. Divê ku em jî li gorî van êrîşên li ser gelê xwe xwedî li zimanê xwe derkevin.”

‘Em ê bi yekitiyê azad bibin’

Her wiha Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz jî axaftina xwe de balê kişand ser êrîşên kîmyewî yên li dijî gerîlayên HPG’ê û xwest ku gel li dijî êrîşan dengê xwe derbixe û ji bo Cegerxwîn ev tişt gotin: “Cegerxwîn dibêje ez dixwazim li axa xwe azad bijîm. Lê em ê bi yekitiyê azad bibin. Seydayê Cegerxwîn jî ji bo vaya têkoşîn dikir. Em ê jî ji bo vêya bi têkoşin.”

Hewcedarî bi ziman heye

Parlamenterê HDP’ê Omer Ocalan jî di axaftina xwe de qala girîngiya zimanê kurdî kir û ev tişt anîn ziman: “Em ê jî weke her gelî di sîyaseta xwe de zimanê xwe bi pêş bixin. Ev çend sal in em bedel didin ji bo ev ziman bijî, li ser erdnigariya Kurdistanê peş bikeve. Xala herî mezin di destê me de ye. Bi çekên qedexekirî êrîş dikin. Di jiyanê kijan civakê dibe bila bibe çi aborî, siyasî, çi civakî hewcedarî bi ziman heye.”