spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Derfetek guherînê di desthilata Îranê de nemaye, divê xwepêşandan berdewam bin

Hevserokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Siyamend Muînî : “Mirov ji vê desthilatê li benda demokrasiyê bimîne, wê bibe xapandinek dîrokî. Xwepêşandanên heyî giringe berdewam bikin ta digihe qonaxek nû û serkeftinê.”

Hevserokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Siyamend Muînî der barê rewşa serhildana gelê Îranê, xwepêşandanên gel, tundiya hêzên ewlekariya îranê û hişmendî û nêzîkatiya rayedarên Îranê de bersiva pirsên ajansa Rojnews daye.

Siyamend Muînî di hevpeyvînê de diyar kiriye ku desthilata Îranê ti derfetek guherînê têde nemaye û wiha gotiye: “Mirov ji vê desthilatê li benda demokrasiyê bimîne, wê bibe xapandinek dîrokî. Xwepêşandanên heyî giringe berdewam bikin ta digihe qonaxek nû û serkeftinê.”

Hevserokê PJAK’ê Siyamend Muînî di hevpeyvînek li gel Rojnews de behsa rewşa Îran û Rojhilatê Kurdistanê her wiha projeya PJAK a ji bo rewşa Îranê û giringiya yek helwestiya aliyan kiriye.

Siyamend Muînî li ser Cûdahiya xwepêşandanên vê carê ji yên berê çiye wiha gotiye: “ Em dikarin cudahiya xwepêşandanên vê carê ji yên berê wiha pênase bikin: “Em dikarîn bi destpêka ronesansek hişmendî û fikrî li Îran û herêmê pênase bikîn. Sîstema dîkdator û kevneperest pênaseya xwe heye û ew jî hişmendiya teng û neqebûlnekirina fikrên cûda û dijbere. Bi awayek giştî li dijî her cure azadiyek civakî yan jî takekesî ye. Qebûl nake ti deriyek li pêş azadiyê vekirî be.”

Pêşengiya jinan

Der barê rola jinan de jî Muînî  wiha got: “Vê carê bi pêşengiya jina Kurd li Rojhilatê Kurdistanê destpêkir. Gel li Tehranê bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ ku dirûşmeyek şoreşgerane ye ji bo pêşketin, yeksaniya navbera jin û zilame hemû beşên Îranê girtiye. Ev dirûşme wek navendek hemû hêz û aliyên dijberên rejima Îranê li dora xwe komkiriye. Ew dirûşma ku li seranserî Îranê hat gotin, çavkaniya wê Rojhilatê Kurdistane. Ev tê wateya ku Kurdistan kariye bibe navend û pêşengê ji şoreşa demokrat û azadîxwaz a hemû Îranê re.”

Daxwazên gel

Di mijara daxwazên gel de jî Muînî behsa xalên hevbeş kir û wiha got: “Daxwaz cuda ne, her pêkhate û netewek daxwazên xwe yên taybet hene. Lê eger di warê sosyolojî û siyasî de mijarê binirxînin, dibînin xala hevbeş di navbera hemû pêkhate û netewên Îranê de gelekin. Ji van xalên hevbeş, nemana sîstema totalîter, faşîzma mezhebî ya hikûmeta Îranê ye. Ev hem ji bo pêkhateyên li nava sinorên coxrafî yên Îranê hezim nake, hem jî ji bo jinan ku nîva civakê pêktînin qebûl nakin. Dîkdatorî û destwerdana desthilata Îranê ya li ser jiyana mirovan gihiştiye wê astê ku destwerdanê di jiyana hemû gel de dike. Heta şêwazê li xwekirina cilan û sernixamtinê jî ji bo jinan diyar dike. Ji bo netewan mijara demokrasî û azadiyê wek mijarek metirsî û ewlehiyê ji bo desthilata xwe dibîne.”

Daxwazên gelê rojhilatê Kurdistanê

Muînî bal kişand ser nêzîkatiya rejîma Îranê û şêweyên çareseriyê ji bo rojhilatê Kurdistanê û wiha got: “Destura ti cure azadiyek nade. Bi behaneya ‘parçebûna Îranê’ her kes û rêxistinek li dijî vê rejimê be, dibin vê behaneyê de bêdeng dike. Em wek PJAK me gelek proje di van salên borî de pêşkêş kiriye. Lê bi ti awayek ev daxwazên gelê me yê Rojhilat ji aliyê desthilatê ve li berçav nehatine girtin. Ji bona wê gelên Îranê bi taybetî gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê di nava lêgerînê de ye da ku derfetek ji bo xwe gihandina azadiyê bibîne.”

Muînî got ku rejîm idia dike ku destên derve di pişt nerazîbûnan de heye û hêzên Rojhilatê Kurdistanê wek berpirs dibîne lê rastî ev e heke di civakekê de azadî nebe, dîkdatorî û totalîterî hebe, gel neçare nerazîbûn nîşan bide. Muînî di wê derbarê wiha axifî û got: “Ev gotinên rejimê ne tiştek nû ne, piraniya rejimên dîkdator dema dikevin tengiyê û nikarin pirsgirêkên civakê çareser bikin, dikevin nava peydakirina behaneyan û dibêjin destên derve di pişt xwepêşandan û nerazîbûnan de heye. Ev metod jî hatiye dîtin di dîroka mirovahiyê de nekariye heta dawiyê berdewam bike. Di encam de zemîn ji bo hilweşîna hakimyeta dîkdator amade kiriye û di dawiyê de jî ev sîstem bi destê gel rûxiyane”

 Partî û kesayetên dûrî îradeya gel

Der barê hin hewldanên ku dixwazin li derveyî îradeya gel tevbigerin Muînî got ku wekî mînak Kurê şahê berê yê Îranê bi dirûşma popolîstiyê dixwaze gel bixapîne.

Muînî di vê mijarê de wiha berdewam kir û got: “Raste hinek partî û kesayet hene dûrî îradeya gel, hemû hêviya xwe bi destwerdana dewletên derve ve girêdane û dixwazin bi vî awayî bibin hêzek di hikûmeta dema pêş de. Di bingehê de ev tê wê wateyê ku ev partî û kesayet ti rêxistinbûnek wan a bibandor di nava gel de nîne. Em dizanîn ku sîstema cîhanî pilan û projeyên xwe ji bo herêmê heye û li ser berjewendiyên siyaseta nîvlîberal dixwazin projeya xwe avabikin. Hêza gel jî li eniyek cuda bi projeya xwe amadekariyan ji bo siberoja civakek demokratîk dike. Gel bi giştî li pey aştî û azadiyê ne. Formên din dîkdatorîne, çi dîkdatoriya mezhebî, etîkî û derve red dikin. Wê ti cihek wan di siberoja Îranê de nebe.”

Hişmendiya zilamsalarî

Hevserokê PJAK’ê der barê hişmendî û sîstema Îranê de jî wiha got: “Her kes baş dizane ku civaka Îranê bi perwerde û sîstema Komara Îslamî ya Îranê civakek bi temamî bi hişmendiya zilamsalarî qalib girtiye. Li ser vî esasî şêwazê fikirînê şêwazek zilamsalariye. Her wiha li ser vî bingehî xwezayiye ku desthilat û beşek  ji muxalefeta Îranê fikra wan di warê sosyolojiyê de li ser vî zihniyetê bin. Bi çavê desthilat û zilamsalarî li bûyerên siyasî û mijarên civakî dinêrin.”

 Yekgirtina kurdan

Di mijara hewlest û hevgirtina kurdan de jî Muînî wiha got : Bi awayek giştî ger em hizbên siyasî li berçav negirin, gelê Kurd yekgirtî û pişgiriya hevûdû dikin. Serhildana xelkê bajarê Seqiz a li dijî qetilkirina Jîna Emînî di demek zû de piştgiriya bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê bi xwe re anî. Ne tenê bajarên Kurdistanê, bajarên wek Tehran, Tebrêz, Şîraz, Ehwaz. Heta ev serhildan li hemû bajarên Îranê belav bû û Kurdên li dervey welat jî rabûn û li dijî rejimê daketin qadan. Tevayî hêzên zilimkar ên Îranê şoq bûn.”

Çareserî çi ye

Hevserokê PJAK’ê  di hevpeyvînê de behsa riyên çareseriyê kiriye û wiha gotiye: “Der barê pirsgirêka Kurd de ev sîstem hem bi mêzandina xwe ya ewlehî hem jî bi mêzandina xwe ya faşîzma mezhebî nêzî pirsgirêka Kurd dibe. Ji bona wê mirov bimîne li benda vê sîstemê ku demokrasiyê bîne, xwe xapandinek dîrokî ye. Wek ji beriya niha jî me behs kir ev desthilat derfeta xwe guherîn û reforman tê de nîne. Ji bona wê reform û guherîn di vê serdemê de ne mumkîne. Eger guhertinek çêbe jî tê wê wateyê ku ev sîstem êdî nemaye û desthilata wê hatiye guhertin. Wê demê PJAK’ê projeya xwe heye.”

Derbarê yekrêziya kurdan û projeyên PJAK’ê de jî Muînî ku daxwaza wan ew e ku hêzên demokratîk bi yekgirtî di yek eniyê de li dijî vê rejimê kar bikin û wiha berfirehî da axaftina xwe: “ Em ji sala 2016’an ve kar li ser du projeyên bingehîn dikin. Yek di çarçoveya Rojhilatê Kurdistan, ya din jî ji bo hemû Îranê ye. Em dixwazin hêzên demokrasîxwaz li eniyek hevbeş de li dijî vê rejima totalîter bi yekgirtî kar bikin. Niha dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ wek dirûşmek bingehîn li seranserî Îranê hemû hêzên cuda li dora xwe komkiriye. Dema wê yekê ye sud ji vê derfetê were girtin ku Kurdan pêşengtî ji vê serhildanê re kirin. Beşek zêde ya pêkhateyên Îranê jî bi şêwazek erênî vê pêşengtiya Kurdistanê qebûl kirin. Gelek giringe ev pêşengtî berdewam be. Giringe ev xwepêşandan berdewam bin û bigihe qonaxek nû ta digihe serkeftinê. Em jî wek PJAK ji roja destpêkê ve me ji bo gelê xwe têkoşîn kiriye, ta serkeftinê em ê di eniya gelê xwe û gelên azadîxwaz ên Îranê de bi hemû hêza xwe ve bimînin.”