spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cejna Zimanê Kurdî û rastiyên ziman

Ez ê pencereyeke rexneya navxweyî jî vekim bê ka ligel têkoşîna nîvsed salî sazî û partiyên qada demokratîk ku ji bo parastina ziman û çanda kurdî berdêlên giran dane çawa nêzî vê mijarê dibin

Em salvegereke nû ya Cejna Zimanê Kurdî pêşwazî dikin. Tesaduf e îsal Cejna Zimanê Kurdî hema piştî hilbijartinên dîrokî yên ji bo yekpare gelê kurd û hemû derdorên bi zext û zilma faşîzmê mexdûr in tê pêşwazîkirin. Dîroka zimanê kurdî seranser dîrokê de rastî neheqî û çewisandinan hatiye lê serboriya wî nêzî du sed salan e di bin keftûlefta têkoşîna hebûn û tunebûnê de derbas dibe.

Ku em behsa zimanê kurdî dikin di heman demê de behsa zimanekî mexdûr û mezlûm dikin. Ew ziman e ku ji roja ketiye qada nivîsê vir ve ji qedexe û çewisadinan xilas nebûye, di heman demê de bûye zimanekî berxwedêr. Li dijî zilm û qedexeyên zalimên xwe serî rakiriye, têkoşîna jiyanê daye. Mîna kevza di nav qelîştekên kevir û zinaran de xwe gihandiye roja îroyîn.

Helbet mayîndebûna zimanekî ji bilî gelek hêmayan girêdayî çend hêmayên sereke ye. Berî her tiştî ji van hêmayan yek zimanê nivîskî ye. Ew jî ji aliyekî ve xwedîstatubûn û perwerdeya rêxistinkirî ve yekser girêdayî ye. Em kurd bi gelemperî hê jî xwedî statu û perwedeya rêxistinî nîn in. Ligel vê yekê jî zimanê kurdî ji aliyê nivîskîbûnê ve hatiye qonaxeke hêja.

Di gihiştina vê qonaxê de rola ekola Hawar û Celadet Bedirxan diyarker e. Bi pêşengê ekola Hawarê Celadet Bedirxan re gelê kurd bû xwedî zimannasiyeke gerdûnî û alfabeyeke nûjen a latînî. Ji bo xatirê destpêk û derketina Hawarê 15 Gulanê weke roja zimanê kurdî, bi awayekî fermî Roja Cejna Zimanê Kurdî hat îlankirin. Em îro ji bo vê cejnê deyndarê vê xatirê ne. Zimanê kurdî ji gelek aliyan ve gihiştiye qonaxên şanaziyê. Lê belê ev nayê wê wateyê ku zimanê kurdî gihiştiye azadiya xwe. Ligel pêşdaçûnên mezin pirsgirikên li ber zimanê me zêde bûne, heta li hev siwar bûne.

Ligel hin pêşdeçûnên bi saya têkoşîna azadiyê ya kurdan gavên hatine avêtin jî ne samîmî ne û xapînokî serwer e. Li aliyekî TRT Kurdî  heye, li aliyê din di parlementoya Tirkiyeyê de kurdî weke zimanekî nayê zanîn tê qeydkirin. Dersên hilbijare hene lê astengiyên li pêş rê nadin ku pêk bê. Ji rengan bigirin heta stranên kurdî rastî zext, lêpirsîn, binçavkirin û girtinan tên. Pergala dewletê li aliyekî bi zext û siyaseta înkarê, li aliyê din jî asîmîlasyonê zimanê kurdî dorpêç kiriye nahêle nefes bistîne, baskê wî derkevin. Em ê li di qutiyê li kêlekê zextên li ser ziman û çanda kurdî diyar bikin ku dewlet li hember zimanê kurdî çi xedar, bê wijdan û alîgirê tunekirinê ye. Di vî warî de zext û zilmeke wisa heye ku li gel ev qas têkoşîna gelê kurd salên komarê yên herî înkarker bi bîr tîne.

Ez dixwazim bi munasebeta 15’ê gulanê pencereyeke rexneya navxweyî jî vekim bê ka ligel têkoşîna nîvsed salî sazî û partiyên qada demokratîk ku ji bo parastina ziman û çanda kurdî berdêlên giran dane çawa nêzî vê mijarê dibin, ser bisekinim. Li gorî min heta em rexneyeke cidî li nav xwe nekin, em çiqas dewletê rexne bikin jî gavên me wê lerzok û bê samimiyet bin. Zexta dijmin heye lê têkoşîneke bêhampa jî heye. Lê kesên ku ji bo pêşdeçûna ziman û çanda kurdî pêşengiyê dikin tenê di gotina fermî de bimînin û di kirinê de gelek sist bin ev ne tiştekî normal e.

Zimanê partiyên me yên siyasî, saziyên me yên çapemenî, televizyon jî tê dev weşan û çandî tenê ji bo rewşê derbas bikin kurdî ye. Zimanê têkilî û xwe îfadekirinê tirkî ye, mixabin. Tu bi telefonê bi berpirsiyarên partiyan re diaxivî bi israr tirkî dispêrin te. Hunermendên kurdî li ser dikê şalûl û bilbilên kurdî ne lê ji dike peya dibin her tiştên xwe bi tirkî pêk tînin. Çapemenî dev ji qalibên tirkî bernade, kurdiya resen dike qurbaniya xwe ya qalibên ‘rûniştî’. Ew jî ji tirkî transfer in. Di hiş û mêjî de tevlihevî û nezelalî gihiştiye asteke jor. Mixabin hewldana ji bo wê jî piçûk tê dîtin. Di karê xwe de bi kurdî ne lê derveyî vê bi giranî bi tirkî ne û pileya eşqê de ev yek bi vî awayî ye. Kesên ji Botanê, ji deverên din bi kurdiyeke resen diaxivin bi israr bersivên wan di van saziyan de jî tirkî ne. Carinan di televizyonê, xebatên fermî de, gelek orîjînal kurdî diaxivin, eger qediya demildest dibêjin’bîr sîgara vêrsene’ yan jî ‘nasil, îyî oldû mû?’ dawî li kurdiyê tînin, gelek jî niheqiyê li kurdî dikin. Tiliyên xwe li çavê kurdî re dikin. Çima? Ev çend mînakên masûm in lê jiyan bi tirkî dimeşe. Qasî pîşeyên kar; çi ragihandin, çi gihiştina gel, çi huner; parastin, pêşdebirin, rêkûpêkkirina ziman jî peywira wan e. Lê belê tiştê xuya dibe, ev yek ne bi xema wan e. Eger qasî ku hewce dike ziman ne xema pêşeng û rêvebiran be, çi serkeftinê bi riya pîşeyê xwe bi dest bixin jî lingekî wê kulek e û tenê roja xwe xilas dike; kurt û kurmancî ew qas.

Heta pêşengên parastina zimanê kurdî samîmî nebin, qasî pîşeyên xwe kurdiya xwe jî xwemalî nekin kurdiya wan wê mîna pîneyekî ser qûmaşê diryayî bi rastiyê re li hev neke. Ev gunehekî mezin e, li ser pêşengên van qadan dimîne.

Bi munasebeta 15’ê gulanê Cejna Zimanê kurdî divê di serî de pêşengên qadên parastina ziman, her kes li xwe vegere, bi hemdê xwe ji bo kurdî samîmî be. Ev ji bo kedkar û pêşengên ziman, ji bo cangoriyê ji bo ziman xwe feda kirine rêzdarî û hurmet e jî. Em deyndarê wan in.

Bi munasebeta 15’ê Gulanê hemû kedkarên ziman bi bîr tînim. 15’ê Gulanê li hemû axivêr û dildarên zimanê kurdî pîroz be.

Ji 2015’an vir ve zext û qedexeyên li ser zimanê kurdî

Saziyên kurdî yên wekî; Ozgûr Gûn, Denge, Jiyan, Van, rojnameya Azadiya Welat, NÇM, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Kurdî-Der, Kurd-Der, Akademiya Ehmedê Xanî, Dibistana Ferzad Kemanger, Komeleya Nivîskarên Kurd û li gelek bajaran dibistanên bi zimanê kurdî bi KHK’ê re hatin girtin.

Bi desteserkirina şaredariyan dibistan, sazî û komeleyên ziman û çandî yên di bin banê wan de hatine avakirin hatin girtin.

3 13’ê mijdara 2020: Li Stenbolê lîstika şanoya Bêrû hat qedexekirin.

3 2’yê çileya 2021: Şaredariya AKP’ê ya Artûklûyê tîpên X, W û Q yên li ser tabelayan rakir.

3 12’e çileya 2021: Li girtîgeha Tokatê Firat Dari bi hinceta bi diya xwe re bi kurdî axiviye, cezayê dernexistina telefonê danê.

3 31’ê adarê 2021: 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê parastina Ayşe Gokkanê asteng kir.

3 9’ê tîrmeha 2021: 9 endamên DIYA-DER’ê bi hinceta bi kurdî xutbe xwendine û nimêj kirine hatine girtin.

3 16’ê cotmehê 2021: Qeymaqamê Kadikoyê ya Stenbolê konsera salvegera NÇM’ê qedexe kir.

3 14’ê mijdara 2021: Qeymaqamê Fatîhê ya Stenbolê stand-upa Dawiya Dawî qedexe kir.

3 5’ê kanûna 2021: Şanoya Tartûffe ji aliyê walîtiya Mêrdînê ve hat qedexekirin.

3 8’ê kanûna 2021: Ji bo axaftina wê ya bi kurdî mîkrofona wekîl Ayşe Sûrûcû hat girtin.

3 29’ê çile 2022: Li kolana Îstîklalê koma muzîsyenên kurdî stran digotin hat astengkirin û bi lêdanê hatin binçavkirin.

3 Hunermend Onûr Akay ji ber stranên bi kurdî distirî li ser dikê hat kuştin.

3 3’yê gulana 2023: Hunermendê kurd Cîhan Aymaz li Stenbolê hat kuştin.

Di sedsala 21’an de hê jî rewşa kurdî ev e û hê jî zextên li ser zimanê kurdî gelek giran in.