8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çekdaran navenda hikûmetê dorpêç kiriye

Li gorî çavkaniyên malpera El Erebiye komeke çekdar navenda Serokwezîriya hikûmeta Libyayê ya li Trablusê dorpêç kiriye.

Li gorî heman çavkaniyên Serok û Endamên Meclisa Serokatiyê hatine veguhestin bo cihekî bi ewle û serokê meclisê Muhemed El Menfî daxwaza parastina mala xwe kiriye.

Ev bûyer piştî ku meclisê biryara ji karavêtina berpirsê leşkerî yê Trablusê Abdulbasit Merwan daye, rû daye.  Ji aliyekî din ve milîsên çekdarên koma (444) yê bi serkêşiya Mehmûd Hemza jî li hin deverên Trablusê wesayitên zirxî belav kirine.

Her wiha serkêşê milîsên (Simûd) Selah Badî jî gefa destwerdana bi çekan li hikûmetê xwariye. Wekî tê zanîn ev kom di nava çekdarên ku Konseya Ewlekariyê ambargo li ser wan daniye, cih digire. Selah Badî bi daxuyaniyekê wiha gef xwariye û gotiye: “Ji îro şûnde dê çek biaxifin û azadîxwazên me li her aliyê Lîbyayê hene, em ê di civîna pêşiya xwe de biryarên xwe bigirin û her tiştî serobino bikin”

Ji aliyekî din ve Badî gef li pêkanîna hilbijartinan jî xwariye û wiha gotiye: “ Em ê nehêlin ku hilbijartinên serokatiyê werin lidarxistin”.

Hêjayî gotinê ye ku her dema hilbijartinan nêz dibe gef û tevliheviyên kesên ku naxwazin hilbijartin werin lidarxistin jî pê re zêdetir dibin.

Piştî deh salan ji şer û pevçûn û tevliheviyên li vî welatî diviyabû ku hilbijartinên serokatiyê di 24 vê mehê de werin lidarxistin lê her ku dem nêz dibe nakokî zêdetir dibin û gelek alî dixwazin dema hilbijartinan were paşdexistin.