27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Saziyên sivîl ji parlamentoya Başûr re nameyek nivîsandin

Dİ 7’ê kanûnê de Rojnamegerê amerîkî Zack Kopplin ku li navendeke lêkolîn û fikrî ya Amerîkayê kar dike, lêkolîneke xwe ya der barê sermayeya Barzaniyan ya li Amerîkayê de di rojnameya The Amarican Prospect û malpera www.prospect.org de parve kiribû. Li gorî belgeya ku Kopplin parve kiribû li eyaleta Miami ya Amerîkayê milkekî 12 hezar metre kare ya bi nirxê 18.3 milyon dolar ya Mesrûr Barzanî heye.

Piştî aşkerekirina van gendeliyan aliyên peywendîdar ên ku dosyayên gendeliyê lêkolîn dikin ên weke Parlamentoya Herêma Kurdistanê, Serdozgeriya Giştî, Dîwana Çavdêriya Darayî û Desteya Destpakî yên Herêma Kurdistanê bêdengiya xwe didomînin. Serokê Desteya Destpakî ya Herêma Federal a Kurdistanê Ehmed Enwer di daxuyaniyek xwe de aşkere kir ku ew nikarin vê mijarê lêkolîn bikin.

Serokê Rêxistina Stop’ê Arî Abdullah li ser mijarê ji Rojnews’ê re axivî û wiha got: “Hin rêxistinên sivîl ji bo vê nûçeya Kopplîn a ku qala vîlayeke serokwezîr a 18 milyon dolarî kiriye, zelal bikin nameyek pêşkêşî Desteya Destpakî, Dîwana Çavdêriya Darazê û Parlamentoya Kurdistanê kiriye. Van rêxistinan ji wan xwestiye ku mijarê rast ragihînin. Em jî li gel kar û çalakiyên xwe ne. Belge di raporê de hatine belavkirin. Em ê pêşkêşî wan saziyan bikin. Ji bo ku bi rast û dirûstî ji bo raya giştî îspat bikin.”

Arî Abdullah aşkere kir ku saziyên hene di bin îradeya partiyên siyasî dene û heta niha weke sazî nekarine bi rola xwe rabin û ev tişt anî ziman: “Di nava çend rojên borî de, Serokê Herêma Kurdistanê daxwaz kir ku roleke berbiçav a dadgeh a ji bo çareserkirina pirsgirêkan hebe. Bi xwe dizanin ku heta niha bi rola xwe nerabûne. Îradeya siyasî serwer e û em zextan dikin ku dadgeh û dadwer ji bo çareserkirina dosyayên gendeliya li Herêma Kurdistanê bi rola xwe rabin.”