18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cenaze piştî 56 rojan radestî malbatê hate kirin

Cenazeyê Emrah Arpak ê HPG’î ku di 7’ê nîsanê de li Qada Cîlo ya girêdayî herêma Oremar a navçeya Geverê di şer de jiyana xwe ji dest da piştî 56 rojan radestî malbata wî hate kirin

Li Qada Cîlo ya girêdayî herêma Oremar a navçeya Gever a Colemêrgê di 7’ê nîsanê de di navbera hêzên HPG’ê û artêşa tirk de şerekî dijwar qewimî. Emrah Arpak ê HPG’î ku ji navçeya Elbak a Wanê ye di şer de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Arpak rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê. Malbata Arpak ji bo ku cenazeyê lawê xwe bigirin di meha nîsanê de serî li Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê dabû û ji bo xwînê mînaka DNA’yê dabû. Piştî ku DNA li hev hatin cenazeyê Arpak piştî 56 rojan radestî malbata wî hate kirin.

Malbatê cenaze ji morga Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê wergirt û ji bo cenazeyê lawê xwe veşêrin ber bi navçeya Elbak a Wanê bi rê ketin. Tê payîn ku cenaze dê di saetên serê sibê de were veşartin.