3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cenazeyê Arasan li Qendîlê hat veşartin

Cenazeyê endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê Huseyîn Arasan ku di 9’ê hezîranê de li Silêmaniyê êrîşeke sûîqastê lê hat kirin û jiyana xwe ji dest da, bi merasîmekê li Qendîlê hat veşartin.

Welatparêzê kurd Huseyîn Arasan ku ji ber dozên lê hatibûn vekirin derbasî Herêma Kurdistanê bûbû, di 9’ê hezîranê de li ber Komeleya Karkerên Mezopotamyayê ya li bajarê Silêmaniyê ku endamê wê bû êrîşeke sûîqastê lê hat kirin û jiyana xwe ji dest da. Ji bo Arasan di saten serê sibehe de bi tevlêbûna endamên Komeleya Karkeran a Mezopotamya, Tevgera Azadî, malbatên şehîdan û kesayetên rewşenbîr û siyasetmedar li Mizgefta Ehmed Hecî Elî ya li Silêmaniyê merasîmek hat lidarxistin. Piştî vecîbeyên olî li ser wesiyeta wî cenazeye wî bi dehan wesayîtan ber bi goristana Qendîlê ve hat oxirkirin.

Karwana cenazeyê Arasan li ketina Qendîlê ji aliyê bi dehan kesî ve hate pêşwazîkirin. Cenazeyê Arasan heta Şehîdgeha Mehemed Karasungur bi dirûşmên “Şehîd namirin” hate hilgirtin. Li vir merasîm bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre ser navê Komeleya Karkerên Mezopotamya Mûslîm Kaplan axivî û ev tişt got: “Ew dijminên dixwazin me ji rêxistinê dûr bixin, bila baş bizanin, em li ser rêya rast a şehîd in. Armancên şehîd armanca kurdan e.”

Kaplan, diyar kir ku ew ê têkoşîna şehîdan heta serkeftinê bidomînin û wiha got: “Em bang li hikûmet PDK û YNK’ê û hemû aliyan dikin ku başûrê Kurdistan bûye cihê  xayînan, eger YNK neçe ser xeta PDK û faşîstan, divê pêşiya van teroran bigire û kujeran derxe holê û ceza bike.”

Piştî Kaplan li ser navê Tevgera Azadî Rehman Resûl jî axivî û ev tişt got: “Weke Tevgera Azadî em ê timî li ser rêya şehîdan bimeşin û divê demil dest kujer bên diyarkirin û cezakirin.”

Piştî axaftinan cenazeyê Arasan bi dirûşmeyên “Şehîd namire” û ‘Şehîd Hûseyîn namire” hat veşartin.

Wê sibe saet ji 10:00’an heta 17:00’an li ber Komeleya Karkerên Mezopotamya şîn bê qebûlkirin.