spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbata Şenyaşar: Divê bêedaletî bi edaletê were hilweşandin

Nobeta malbata Şenyaşar di roja 811’an de berdewam  dike. Malbatê, li ser hesabê xwe yê medya sanal ev peyam parve kir: “Divê bêedaletî bi edaletê were hilweşandin.”

Di 14’ê hezîrana sala 2018’an de xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndar xelas bûbû, di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 811’an de berdewam kir. Ji ber ku di dawiya hefteyê de edliye girtî ye, malbatê nobet li mala xwe ya li Pirsûsê domand.

Malbatê, têkildarî çalakiyê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal peyamek parve kir. Malbatê, Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç etîket kir û wiha got: “Divê bêedaletî bi rêya edaletê were bidawîkirin (Mahatma Gandhî). Roja 811’emîn a nobeta me ya edaletê.”