5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji sêsêyan yekê zilamên alman tundiya li ser jinê qebûl dikin

Li gorî lêkolîneke ku hatiye kirin, ji sêsêyan yekê zilamên almaan tundiya  li ser jinê qebûl dikin.

Li Almanya, saziya alîkariya zarokan a bi navê “Plan Înternatîoanal Germany” der barê tundiya li ser jinê de di navbera 9-21’ê adarê de lêkolîneke kir. Hezar jin û hezar zilamên ku temenê wan di navbera 18-35 salan de ye tev li lêkolînê bûn.

Li gorî lêkolînê ji sedî 33’ê zilamên ku tev li anketê bûne gotine ku car bi car fikra tundiya li ser jinê qebûl dikin û ji sedî 34’ê wan jî li xwe mikur hatine ku berê tundiyê li jinê kirine.

Li gorî daneyên Polîsên Federal ên Almanyayê, di sala 2021’an de zêdeyî 115 hezar jin di nava malbatê de bûne mexdûrê tundiyê. Sala borî Wezîrê Edaletê Marco Bûnschmann gotibû ku divê tundiya li dijî jinê, bi micidiyetek pêwîst were cezakirin.