2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Sûdanê piştî agirbestê careke din şer dest pê kir

Li Sûdanê, agirbesta ku ji bo 24 saetan hatibû îlankirin bi dawî bû li welat careke din şer dest pê kir.

Şerê navxweyî yê Sûdanê berdewam dike. Agirbesta ku ji bo 24 saetan di navbera aliyan de hatibû îlankirin bi dawî û li welat careke din şerê dest pê kir. Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatin wergirtin 10 deqe piştî bidawîbûna dema agirbestê li paytext Hartûmê şer ji nû ve geş bûye û şêniyên paytextê bi topbaran û dengê şer hişyar bûne.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, ji 15’ê nîsanê ve herî kêm hezar û 800 kes di şer de jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî milyon û nîv kes jî neçar mane ku ji cih û warên xwe koç bikin. Rêxistinên mafên mirovan, destnîşan dikin ku ji destpêka şer ve sûcên giran tên kirin.

Destdirêjiyên komî

Federasyona Mafên Mirovan a Navneteweyî (FÎDH), diyar kir ku hêzên şerker sivîlan weke mertalên zindî bi kar tînin. Nûnera Sûdanê ya Servîsa Jinê ya Neteweyên Yekbûyî Adjaratoû Ndîaye, bal kişand ser destdirêjî û êrîşên zayendî yên li dijî jin û zarokan û got ku di şer de “destdirêjiyên komî” hatine kirin.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blînken, roja çarşemê di serdana xwe ya Erebistana Siûdî de ragihandibû ku wê Washîngton û Riyad ji bo bidawîkirina şer ‘yekîtiyeke xurt’ ava bikin.