3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kurdî bû yek ji zimanên bajarê Bernê

Bajarê Bernê ku paytexta Swîsreyê ye zimanê kurdî li malpera xwe zêde kir.

Paytexta Swîsre ango bajarê Bernê ku bi 12 zimanan agahiyan dida niştecihên xwe, malpera xwe nû kir û zimanên kurdî, rûsî û ûkraynî jî li malpera xwe zêde kir. Ev agahî ji aliyê Birêveberiya Perwerde, Karûbarên Civakî û Werzişê ya Bajarê Bernê ve hat ragihandin. Birêveberiyê ragihand ku ji bo kesên nû hatine bajar dest bi xizmeteke bi vî rengî kirine.

Di agahiyên li ser malpera Bernê de mijarên rojane yên weke kar û pîşe, dibistan û perwerdehî û her wiha qanûn, darayî û tenduristî hene.