spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Navenda Bîra Komkujiya Madimakê’ dest bi weşanê kir

Ji bo komkujiya Madimakê bi navê “Navenda Bîra Komkujiya Madimakê” pirtûkxaneyeke dîjîtal vebû.

Di 2’ê tîrmeha 1993’yan de li bajarê Sêwasê yê bakurê Kurdistanê, bi pêşengiya faşîst û îslamîstên girêdayî MHP’ê û Milî Goruşê li dijî Otela Madimakê êrîşeke faşîzane pêk hat. Di êrîşê de 33 ronakbir û nivîskarên elewî û 2 xebatkarên otelê jiyana xwe ji dest dan. Ev komkujî hê jî nehatiye ronîkirin û têkoşîna welatiyên elewî ya ji bo ronîkirina komkujiyê didome.

Konfederasyona Yekitiyên Elewiyan ên Ewropayê (AABK) ku der barê komkujiyê de xebateke dirêj meşand, di 10’ê hezîranê de bi navê “Navenda Bîra Komkujiya Madimakê” pirtûkxaneyeke dîjîtal vekir. Bi qasî 4 hezar pirtûk, gotar, kovar, dosyayên dozê, rapor, wêne, name, helbest, vîdeo, biyografî li pirtûkxaneyê hatine barkirin.

Di çarçoveya projeya ku hatiye amadekirin de wê Muzeya Madımakê jî bi awayekî dîjîtal ji serdanan re bê vekirin û dîsa di 30’emîn salvegera komkujiyê de wê belgefîlma “Komkujiya Sêwasê” ku hatiye amadekirin jî li pirtûkxaneyê bê weşandin.

Kesên ku bixwazin xwe bigihînin pirtûkxaneyê dikarin li ser vê lînkê xwe https://kutuphane.madimak.org/ bigihînin pirtûkxaneyê.