3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cenazeyê endama YJA-Star’ê Orûç li Êlihê hat veşartin

Cenazeyê endama YJA-Star’ê Sûltan Orûç (Ardem Ararat) ku li Bedlisê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, li Êlihê di bin dorpêça polîsan de hat veşartin.

Operasyonên leşkerî yên li Bedlîsê didomin. Di çarçoveya operasyonê de 1’ê tebaxê de li navçeya Xîzanê di navbera gerîla û leşkeran de şerekî dijwar derketibû. Di şer de endama YJA-Starê Sûltan Orûç (Ardem Ararat)  jiyana xwe ji dest dabû. Mallbata Orûç cenazeyê keça xwe girt û li Êlihê veşart.

Li gorî nûçeya ku Ajansa Mezopotamyayê (MA) daye, Fermandariya Cendermeyan a Xîzanê malbatê agahdar kiriye û li ser  vê malbat çûye navçeya Xîzanê û cenazeyê keça xwe li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Xîzanê teşhîs kiriye. Piştî ku mînaka DNA’yê ya malbatê dabû hev girt cenaze radestî malbatê hate kirin.

Malbat ji bo cenazeyê keça xwe veşêre ji Xîzanê ber bi Êlihê ve bi rê ket. Li Êlihê endamên HDP’ê, MEBYA-DER’ê, Dayikên Aştiyê di nav de gelek kes ji bo tev li merasîma cenaze bibin hatin Goristana Îkîztepe ya Êlihê. Lê polîsan ji bilî ferdên malbatê nehişt tu kes tev li merasîma cenaze bibe. Ferdên malbatê di bin dorpêça polîsan de cenazeyê keça xwe veşartin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê