spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Fedakarî

Adar Jiyan
Adar Jiyan
Li gundê Dengiza ku bi ser Stewra Mêrdînê ve ye wekî zarokê herî dawî yê malbata ku ji 9 zarokan pêk dihat, hatiye dinyayê. Dibistana seretayî li gundê xwe, dibistana navîn li Stewrê, Lîseya Îmam-Xetîbê li Mêrdînê xwend. Pêşî li Zanîngeha Harranê, Fakulteya Perwerdehiyê, Beşa Hînkirina Dersan, paşê Zanîngeha Enqereyê, Fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnîgariyê, Beşa Ziman û Wêjeya Fransî qedand. Li Elezîz, Sêwas, Dilok, Mêrdîn, Yozgat û Konyayê mamostetî kir. Ji bilî mamostetiyê nivîsên wî yên der barê ziman, çand û wêjeyê de hatine weşandin. Jiyana xwe ya nivîskariyê bi nivîsandina gotar, helbest û nirxandinên di kovar û rojnameyên cuda de didomîne. Di van demên dawî de zêdetir li ser pedagojiya perwerdehiyê rawestiyaye. Li ser vê mijarê gelek pirtûk, gotar û nirxandinên wi hatine weşandin.

Li darê dinyayê yekane kesa ku ji jiyana xwe bêtir ji zarokên xwe hez dike dayik e. Her jin ne dayik e belê her dayik teqez jin e. Yek ji hêmanên sereke yên  fedakariyê ku divê bibe mînak; fedakariya dayikê ye

Fedakarî; ji koka peyva “feda”yê ya ku bi eslê xwe erebî ye ku tê wateya devjêberdana berjewendî û sûdwergirtina şexsî û ezîtiyê û qertafa “kar”a kurdî pêk hatiye. Ji kesên ku fedakariyê dikin re jî “fedakar” tê gotin. Anku kesê/a fedakar ew e ku dev ji berjewendiyên xwe yên kesane berdide û sûd û feydeya xwe ya şexsî fedayî mirov û tiştên/nirxên din dike. Fedakarî tenê ne di ber mirovan de her wiha di ber hêjahiyên mirovahiyê de jî tê kirin. Karê herî girîng û watedar ê ku mirov ber bi xêrxwazî û dilpakiyê ve dike, fedakarî ye.

Her çendî ku li ser rûyê erdê hejmara mirovên fedakar kêm be jî gelek kesên ku derfet û hêza fedakariyê bi wan re peyda dibe jî hene. Kesên ku ji berjewendiyên xwe yên rojane bêtir guhê xwe didin hiş, wijdan, însafa xwe û feydeya mirovan dixwazin; qencî, şahî û xema mirovan dixwin û bi wan re eleqedar dibin her gav kesên fedakar in. Heta ku mirov ji tiştên ku ew nirxê didinê tiştekî xerc nekin, nikarin fedakariyê bikin. Ew ên ku mirovan û kêfxweş dikin û dibişirînin jî dîsa kesên fedakar in. Aştî, aramî û bextewariya hundirîn tenê bi fedakariyê tê bidestxistin. Bedêl û bergîdaneke madi (daringî) ya fedakariyê qet nîn e; belê xelat û beramberiya wê ya arişî, qedr û qîmet û rêzdarî ye. Kesên fedakar, her demê û li hemû deverên dinyayê hem tên ecibandin û pesinandin û hem jî rûmet, hurmet û hezkirinê dibînin. Lewre kesên ku di têkiliyên xwe de fedakariyê nekin, tu car fedakariyê nabînin.

Di vê dinyayê de her tişt xwediyê wezn û pîvanekê ye. Wezn û pîvana hezkirin û rêzdariya mirovan jî qenciya bêgerew e; engo fedakarî ye. Nirx û hêjahiyên civakî û mirovî yên têkildarî fedakariyê roj bi roj kêm dibin û kesên ku ruhê fedakariyê bi wan re heye jî nema zêde dibin. Hem hebûna mirovên dilpak û fedakar û hem jî qencî û dilsoziya wan dilê mirovan rehet dike; mirov li cem wan xwe baştir hîs dikin û fam dikin ku ew ne bi tenê ne. Fedakarî jî wekî hemû têkiliyên civakî yên sûdewar, jêvegirtineke erênî ye. Kesên ku mirov fedakariyê dikin, baş fam dikin û dibînin ku kesên derdora wan jî ji bo wan fedakariyê dikin.

Mirov di jiyana xwe de di gelek waran de; ji bo malbat, dê û bav, xizm, heval, cîran, kar, welat, civak û gelê xwe fedakariyê dikin. Kesên fedakar ên ku feydeya mirovan dixwazin, li çar nikarên dinyayê û ji bo tevê mirovahiyê têdikoşin. Ya girîng ew e ku fedakariya mirov ji dil be û di riya başiyê de were bikaranîn. Di fedakariyê de ya girîngtirîn jî qencî û dayîna bêgerew e. Belê qencî û fedakariya birêxistin û bi hev re ji ya kesane çêtir e. Kesên ku ji bo yekîtî rêxistinê fedakariyê nekin, nikarin di tu karê xwe de fedakariyê bikin. Belê divê ast û pîvaneke fedakariyê jî hebe. Fedakariya zêde ya ku bi her awayî zerarê dide mal, dem û têkiliyên civakî û tenduristiya mirov xira dike; dibe sedema aloziyê û sînorê sûdmendiyê jî derbas dike. Ji bo wê divê mirov xwe ji fedakariyeke wisa ya ku feydeya wê bêtir zerarê dide mirov û civakê bi dûr bike. Lewre fedakariya zêde û ne di cî de bêwefatiya zêde bi xwe re tîne. Ji bo vê jî divê kirinên qenc, niyeta baş û fedakarî tu car neyên îstîsmarkirin. Heke na, dê kesên xweperest û îstîsmarker vê yekê di riya xirabiyê de bi kar bînin. Ger aliyek ji dil û can fedakariyê bike û aliyê din jî bi mizawirî tev bigere dê di vê têkiliyê de berjewendî û nêzîkatiyên ezîtî yên bazirganiyê derkevin pêş. Heke fedakariyek hebe divê mirov ji bo kesên ku şayanî hezkirinê ne; yên qedirnas, têkoşer, dilnerm û dilsoz fedakariyê bike. Ne ji bo kesên nankor, pozbilind û nefsmezin.

Tiştê ku herî zêde fedakarî ji bo wê tê kirin hevaltî/rêhevaltî û dostaniyeke ji dil û can e. Ji bo wê divê fedakariya mirov hem di cih de û hem jî ji dil be; an na ew wekî fedakariyê nayê hesibandin. Têkilî, danûstandin, hevaltî, cîrantî, xizimtî tenê bi alîkarî û fedakariya beramber belê ya bêgerew pêkan dibe. Fedakarî qencî ye. Qencî ne deyn e, dayîn e; dayîna bêdeyn e. Di bingeha fedakariyê de hezkirin, hevxemî û dilovanî heye. Dilê mirovên fedakar tenik û bêhna wan fireh e. Ne bendemayîneke wan a pesinandinê ne jî hêviyeke wan a xelatkirinê heye. Mirovên fedakar, piştî qenciya xwe li pey xwe nanihêrin û li bende piştgirî û alîkariya kesî jî nasekinin.

Cihê ku fedakarî ji bo wê tê kirin, bi gelemperî yek jê malbat e û ya din jî civak e. Fedakariya herî mezin a ku ji bo zarokan tê kirin, fedakariya dayik û bavan e. Tu kes bi qasî dayik û bavan nikare fedakariyê bike. Belê bi taybetî ji fedakariya dayikê. Lewre fedakariya dayikê fedakariyeke bêberjewendî, bêgerew û bêlayan e. Ji bo dayika ku ji zarokên xwe hez dike û wan bi delalî mezin dike, zehmetiyek ku neyê tehemulkirin û fedakariyeke ku neyê kirin tune ye. Nîşan û pîvana fedakariya rastîn dayikbûn e. Bav jî wisa ye belê ne bi qasî dayikê…

Peyama pêxemberê ola îslamê jî vê yekê diselmîne: Kesekî bawermend ji pêxember (Hz. Mûhemmmed) dipirse û dibêje; “Ya qasidê Xweda, ez herî zêde ji kê hez bikim?” Pêxember dibêje: “Ji dayika xwe hez bike!” Heman kes dîsa jê dipirse: “Piştî wê ji kê hez bikim?” Pêxember dîsa dibêje: “Ji dayika xwe hez bike!” Dîsa jê dipirse: “Piştî wê ji kê hez bikim?” Dîsa dibêje: “Ji dayika xwe hez bike!” Cara çaran dipirse; “Piştî wê ji kê hez bikim?” Dibêje: “Ji bavê xwe hez bike!”

Hezkirin û fedakariya dayikbûnê ji bo candarên din jî derbasdar e. Derbarê fedakariya dayikê de çîrokeke pir balkêş heye; hêja ye ku em wê li vir bi we re parve bikin:

Rojekê cotkarek piştî şewitandina pirêzeya xwe di nav zeviyê de dimeşe û rastî çûkekî şewitî tê. Cotkar dibîne ku çûk bi temamî şewitiye, lê qet ji cihê xwe neliviyaye. Xwe bi xwe dibêje: “Min fam kir ku ew tiştê şewitî çûkek e û bi tevahî şewitiye. Gelo çima ev çûk di vê şewatê de nefiriyaye û ruhê xwe xilas nekiriye?” û bi berdewamî dibêje: “Dema ku min bi destê xwe ew çûk hejand û li rewşa wê nihêrî; wekî ku hinek ava kelandî bi ser serê min da bikin. Ez şaş û metel mam. Min dît ku sê çêlikên wê dibin de xwe dilivînin û hê nemirine. Ji bo ku wan bipareze ji ser ranebûye; nefiriyaye û jiyana xwe fedayî çêlikên xwe kiriye.”

Li darê dinyayê yekane kesa ku ji jiyana xwe bêtir ji zarokên xwe hez dike, dayik e. Bêguman her jin ne dayik e belê her dayik teqez jin e. Mixabin tevî ku îro her dayik ne bi vî rengî be jî, yek ji hêmanên sereke yên modela fedakariyê ku divê bibe mînak; fedakariya dayikê ye.