28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bavkuştîtî û stêrka xuricî

Stêrkeke xwekuj heye esas li kolanên Ewropayê deng vedaye. Yeke egosantrik, ji koka kulîlka nêrgizê. Ne di kunên reş ên fezayê de xwe kuştiye û winda bûye

Stêrkeke xwekuj heye esas li kolanên Ewropayê deng vedaye. Yeke egosantrik, ji koka kulîlka nêrgizê. Ne di kunên reş ên fezayê de xwe kuştiye û winda bûye. Tenê sedem ego ye. Egoya ku kesayet hay ji xwe nebe çavên mirovan reş dike, ber bi xwekujiyê dibe. Eger hûn binê têgeha narsîzmê bikolin hûn ê xwekujiyeke bi vî rengî bibînin, ez dixwazim çi bejim, hûn ê fêm bikin. Û min çima got nêrgiz jî.

Enstîtuya Kurdî ya Stokholmê karekî binirx dike. Komeke nirxandina wêjeyê ava kiriye. Kom ji 50 kesî/ê zêdetir endamên nixandinê pêk tê. Her yek di qada xwe de nav kiriye, ziman û wêjeya kurdî re ji nêzik ve eleqedar in.

Her meh romaneke bi zimanê kurdî, ji sedî nod û pênc jî ya nivîskarên kurd, bi destûra weşanxaneyan û bikaribe xwe bigihînê destûra nivîskarê/a romanê jî distîne. Ji ber ku endamên ji çavan astengdar jî di komê de hene û ji bo wan bibe hêsanî li ser kanalên dijîtal berhema mehê dixwîne, di dawiya mehê jî dinirxîne. Her endam hem erênî hem neyînî nirxandin û rexneyên xwe dike.

Ez du sal in beşdarî komê bûme, heta niha 19 berhemên ku ez jî beşdar bûme hatine xwendin. Nivîskarên berheman piranî beşdarî rexne û nirxandinan bûn. Ên derfet nedîtin jî beşdar nebûn lê li ser youtubê gihiştine nirxandina berheman, haya wan pê bû. Nivîskarên berheman, gelek rêz û rûmet dane nixandinan, gotin em ê encaman ji bo xwe derxin, eger hinek nirxandinan qanî nebûbûn jî. Helbet ên bertek nîşan dan jî hebûn lê di asteke xirab de xwe nekirin nav nîqaşan, hurmet nîşan dan.

Divê nivîskar dilnizm bin

Nixandina di sala 2023’yan de pênc roman hatin xwendin û nirxandin. A şeşan romana wê stêrkê bû. Weke her romanên beriya wê, komê ew roman jî xwend û nirxand-rexne kir. Endamên berpirsiyar diyar kirin ku nivîskara romanê, ji bo beşdarî vê bernameyê bibe telefon lê hatiye kirin mixabin telefona xwe venekiriye, di encamê de nikaribûne bigihîjinê. Lê bi riya hevaleke wê, haya wê pê xistine ku beşdarî bernameyê bibe lê nebûye. Nivîskara ku telefona xwe venekiriye lê jê haydar bûye heman şevê guhê xwe bel kiriye û bername li ser youtubê bi hûrgilî temaşe kiriye. Li bendê bûye ku weke lêhiyê pesnên romanê bên dayîn lê li gorî dilê wê nebûye, derûniya wê xira bûye. Çawa ku gihiştiye ser klavyeye ev dûr û yaqût ji tiliyên wê herikîne ser tweeterê: “Sê kes hebûn yek ji wan moderator bû, yek qaşo nivîskarê rojnameya bû yek jî nas nakim bi nefretek wilo qala min dikirin. Kes nezaniya bigota qey min bavê wan kuştiye. Îja bejim her sê kesa ra hûn her sê jî cahil, nezan û zikreş in.” Piştî hinek dengderxistinan sê kes winda bûn çûn, Enstituya Kurdî ya Stokholmê yekpare kete devê tivinga stêrkê. Îca ew bû ‘qaşo’ enstituya kurdî.

Endamekî komê li ser heqaret, pelesengî û uslûba wê ya lumpen rexne kiriye, bi tweetekê ji bo reşkirina hin saziyên kurd hemû saziyên kurd dawetî helwestnîşandanê kirine û pêşniyar kiriye ku têkiliyên vê nivîskarê bi hemû saziyan re bên cemidandin û bê teşhîrkirin. Nivîskarê êdî enstîtu jî berdaye û ew kes ketiye devê tivinga wê. Ji ku derê leqyayê ku derê! Nivîskarê weke firseteke mezin xwe avêtiye ser, tweet ser tweetan belav kiriye ku ew kes wê tehdit dike, hin derdoran re peyam dişine ku wê ceza bikin. Di dawiyê de jî wiha gotiye, “Li ser navê enstituya stokholmê ev zilam ez tehdit kirime. Û bangawazî hinek dera dike bo werin xerabî bi min bikin. Ez ê vana hemûyan bidim polîs. De îja em ê bibînin ka kî berxe kî berane. Ji bavê kesî natirsim.” Ya sedeq!!! Ka nivîskareke şareza bû, di nav çandeke ‘pêşketî’ û ‘modern’ de dijî, ev çi bû? Behsa polîsan dike û weke qubedeyan behsa bêtirsiya xwe dike! Ka wiha bû, stêrk xanim!?

Kesayet û feraset girîng e

Encamên ji helwest û nêzikayên stêrkê derdikevin gelek balkêş in. Serê pêşîn stêrk qasî ku romanekê bikaribe binivîse kurdî nizane. Belê kes nikare nivîskariya wê înkar bike lê rastî ev e. Di romana xwe ya hat nirxandin de kurdiya wê kêm bû daku xwe spartibû qalibên tirkî, tirkî li kurdî anîbû. Bi nivîsa wê ya li ser tweeterê jî îspat bû ku kurdî (baş)nizane, kurdiya wê têr û tije nîn e. Kurdiya li ser tweeterê jî têra xweîfadekirinê nekiriye dîsa vegeriyaye tirkî. Her wiha qasî ku dibêje, “Zimanê min ê kurdî karê te rezîl bike li vir heta cihê tu lê yî.” nîn e. Bila zimanzan zimanê stêrkê yê romanê û tweeterê serad û bêjingê bixin ka çiqas bi ruhê kurdî, hevoksaziya kurdî-kurmancî li ser dimîne? Ev birîn ji deşîfrebûna vê rastiyê ew qas xwîn bûye, hûn bawer bikin. Lê qurnaziyan dike, hincetên din derdixe pêş.

A duduyan jî ev e: Uslûb û teşeyê stêrk xanimê ne yê rewşenbîr û nîviskaran e. Devokeke lumpen nikare bibe teşeyê rewşenbîran. Em dikarin bi fikirandina stêrkê hezm bikin ku hin kes cahil, nezan û zikreş in. Lê bavkuştîtî çi ye? Kesekî egoya te tatmin nekir, tu rexne kirî ew çima dibe bavkuştî (kesên pesnê te didan te li ser tweeterê spasiya xwe ji wan re şand, her hal ew bûn roniya çavên te!)? Rexne û bavkuştin tu car nayên ba hev.

Ego ew qas mezin e ku rexne weke bavkuştinê serdanpê derûniya wê têk dibin. Pesn jî wê dibin ser ewran. Li gorî wê yên ew rexne kirine cahil, ‘nezan’ û ‘zikreş’ in, ‘qaşo’ ne. Ev asta kesayetê resm dike. Reben û belengaz in, ên nivîskariya xwe, rewşenbîriya xwe bi vê astê test dikin.

Ji kesên qet nav nîqaşan de nîn in, tenê tweeterên wê rexnekirine ku gotine ev uslûb, ev nêzikatî ne rast e, ew asteng kirine û jê re gotiye ‘siktir be, pîsa heram, qehpik’ û hwd. Uslûb û terzekî lumpen sosret, heyf û reben. Terzê şer û pevçûnên di nav taxan de, jin û jin, mêr û mêr ji bo bi ser kevin ji hev re dibêjin, aniye qada rewşenbîr û nivîskariyê. Derdekî xanimê yê xwe li hember giraniya vê qadê bibîne û bi berpirsiyarî tevbigere nîn e.

Ji ber çi?

Uslûbeke din jî şiltaxî û hewldana mexdûriyetê ye. Xwe davêje pêşa Qadî Muhamed, xwe davêje pêşa kes, sazî û dezgehên kurd ku çima dengê xwe bo wê dernaxin. Xwe davêje pêşa şiltaxiyê ku ew tehdit kirine, daku xirabiyekê binîne serê wê. Ji bo mafdariya xwe ya sexte bîne ziman ji polîs û dadgerên Ewropayê hawarê dixwaze. Ev helwesta rewşenbîran zêdetir ên sûcdaran e, ji bo ser bikeve çiqas hewl dide ew qas diçe xarê. Ne tenê ew ji bo xwendina ser youtubê mafê telîfê dike. Nivîskariya xwe ji bîr dike, ji kerba di diqlê bazirganekê de derdikeve pêş me û mebeste xwendina ser youtubê tiştekî hesab nake. Çima tenezul dike? Ji ber ku ego, kesayeta nepixandî ew kor kiriye. Li Ewropayê şanoyekê derdixe ser dike lê rastiya xwe vedireşe. Ew û yên weke wê xeyalên çêkirî weke rastiya xwe dibînin, li rastî rastiya xwe jî tên xwe belav dikin, têk diçin.

Min bi zanebûn navê stêrkê neda. Min fikar kir ku weke anî serê kesên kişandine nav nîqaşan, ji bo vê nivîsê ji min re jî bêje, ‘ez bi kuştinê tehdît kirime’, hingê giliyê min bi dozger û dadgerên Tirkiyeyê bike. Bila bêyî navê wê lê bi her tiştê wê ev nivîs bê xwendin çêtir e.

Xweziyeke wisa bi min re çêbû, piştî van rastiyên li ser bêjingê man xwezî me bi navê ‘Nivîskareke Winda’ behemek binirxanda.

Heyf e, guneh e. Di kesayeta xwe de nirxên kolektîf jî heram dike.

Stêrk li kolan û salonên Ewropayê çirûsî, mixabin li Ewropayê jî xuricî, vemirî.

Heyf, bi rastî jî heyf!!! Me tiştek qezenc nekir, me nivîskarek, bi benê avêtiye stûyê xwe ve winda kir. Xwezî wisa nebûya.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê