27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo Ocalan li PE, DMME û CPT’yê çalakî pêk anîn

Ciwanên kurd li avahiya CPT, PE û DMME'ê ji bo ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan agahiyan bistînin û balê bikişînin ser tecrîda mutleq daxuyanî dan çapemeniyê

Ciwanên kurd ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li PE, DMME û CPT’yê çalakî lidarxistin.

Ciwanên kurd li avahiya Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT), Parlamentoya Ewropayê (PE) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê ji bo ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê ku 3 sal in agahî jê nayên stendin, agahiyan bistînin û balê bikişînin ser tecrîda mutleq çalakiyên bêîtaetiya sivîl li dar xistin. Ciwanan dirûşmeya “Bijî Serok Apo” berz kirin, bang li CPT, PE û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) kirin ku li dijî tecrîda mutleq bikevin nava liv û tevgerê û berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Hate destnîşankirin ku heta Abdullah Ocalan azad bibe divê her kes bi taybetî ciwan di nava çalakiyan de bin. Polîsên fransî yên ku xwestin xwepêşandanê asteng bikin, bi cop û gaza îsotê êrîşî ciwanan kirin.