3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê dest pê kir

Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê ku ji salên 1990’î de li dijî şewitandin, xerakirinên gundên Dêrsimê û zext û Rewşa Awarte (OHAL) hatine destpêkirin, dest pê kir

Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê ku ji salên 1990’î de li dijî şewitandin, xerakirinên gundên Dêrsimê û zext û Rewşa Awarte (OHAL) hatine destpêkirin, îsal jî hate lidarxistin. Starta 21’emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê bi dirûşma “Em li dijî talana kanegeriyê, xwezayê û jiyanê diparêzin” li Qada Seyîd Riza hate dayîn. Saziyên elewiyan, partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî tev li destpêkirina mîhrîcana ku dê 4 rojan dom bike, bûn.

Şaredarê Dêrsimê Mehmet Fatîh Maçoglû di starta mihrîcanê de destnîşan kir ku wan ji ber sedemên dijî demokrasiye, nekarîn 4 mihrîcanên ku ev 25 sal in tên lidarxistin, pêk bînin û wiha got: “Çi dibe bila bibe em ê mihrîcana ku bûye perçeyeke Dêrsimê bidomînin. Tevî qedexeyan hûn ji welatên cuda yên cîhanê hatin û we em serfiraz kirin. Bi xêr hatin. Kêmasiyên me hene lê em dixwazin bi sekna rast, em vê mihrîcanê li gorî ruhê wê, pêk bînin. Mîhrîcan dê 4 rojan bidome û dê panel, konser û geşt bên lidarxistin.”

Piştre jî Parlamentera Dêrsimê Ayten Kordû li ser dîroka mihrîcanê sekinî û destnîşan kir ku ew parçekirina qedexeyan heta roja îro hatine û wiha domand: “Mihrîcan ji bo çanda xwe li ser Rêya Heq vegotinê girîng û binirx in. Em bi parçekirina qedexeyan heta van rojan hatin. Em vê feraseta qedexeker nas nakin. Ez bang li walîtiyê dikim; we 15 rojan qedexe îlan kir. Hûn tim vê yekê dikin. Bi feraseta qedexeker re hûn ê nekarin ‘aramiyê’ ava bikin.”

Kordû, bi bîr xist ku îro salvegera “Qirkirina Êizdiyan” e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelê êzidî rastî fermana 74’emîn a DAIŞ’ê û feraseta yekperest hat. Jin û zarokên êzidî dîl hatin girtin. Em ê têkoşîna xwe ya têkildarî vê yekê bidomînin. Em feraseta DAIŞ’ê ji Komkujiya Dêrsimê dizanin, ji jinên Dêrsimê yên winda dizanin. Yên ku jinên êzidî herî baş fam dikin jî weke jinên elewî em in.

Bi domdarî Kordû bal kişand ser Doza Kobanê û bertek nîşanî daxwaza tevlibûna dozê ya Diyanetê da û wiha axivî: “Ev encama feraseta yekperestî û faşîzmê ye. Kurd jî şoreşger jî rûmeta van axan in. Dêrsim ne tenê bajarek e. Rûmeta têkoşînê ye û ev têkoşîn dê bidome.”

Piştî daxuyaniyê, beşdaran dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” berz kirin.

Piştre jî Koma Govendê ya Şaredariya Dêrsimê xelekên govendê gerand û mîhrîcan dest pê kir.