6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çîroka strana ‘Kurtê’ ya narînkî

Hunermend Mesûd Gever, behsa çîroka strana “Narînk” ku deng dayê kir û got ku di sala 2014’an de ji dengbêj Ehmê hilgirtiye û “Narînk forma stranê ye û navê wê ‘Kurtê’ ye.

Hunermend Mesûd Gever ku berhevkariya stran ango lawjeyan dike, berhemeke ku di encama vê xebata xwe de bi dest xistiye, di 14’ê tîrmehê de bi navê “Narînk” li Kom Muzîkê da weşandin. Strana ku Gever ji dengbêj Ehmê girtiye û deng dayê heta dema ku me nûçe çêkir ji aliyê zêdetir 10 hezar kesî ve hatibû guhdarkirin. Hejmara guhdarvanan roj bi roj zêdetir dibe.

Di Kom Muzîkê de der barê berhema “Narînk” de ev agahî hatine parvekirin; aranje: Mehdî Ahmadpouriyan Alvar, ûd: Mehdî Ahmadpouriyan, Sêtar, Harmonîka: Îbrahîm Bayat, mîx masterîng û perkusyon: Omer Avci, teşe: Narînk, çavkanî: Dengbêj Ehmê, berhevkarî: Mesûd Gever, wênesaz: Ercan Altûntaş.

Stranbêjiya Colemêrgê

Em li Mesûd Gever geriyan û xwest bi rêya telefonê çîroka stranê jê guhdar bikin. Gever, beriya ku çîroka strana ku tomar kiriye û pêşkêşî me kiriye vebibêje der barê stranbêjiya gelêrî ya Colemêrg û Botanê de agahiyên balkêş bi me re parve kir.

Gever, destnîşan kir ku di nav stranbêjiya gelêrî ya kurdî de taybetmendiyeke stranbêjiya devera Colemêrg û Botanê heye û ev agahî bi me re parve kirin:

“Gelê li vê herêmê dijî ji dîrokê ve li gorî rêz û teşeyên jiyana xwe ya rojane li gorî hin cureyên din ên hunerî ku li vê derê tê lîstin weke şano, govend, reqs û lîstikan, li gorî têgihîştin û têrîkirina xwe ya hunerî, muzîk û stranbêjiyê nav li stranan kirine. Li gorî mijar û taybetmendiyên muzîkê form dane diyarkirin. Celebên stranan dane diyarkirin. Weke mînak; Eyhok, bêrîte, payîzok, heyranok, serşo, sêrîlê, rawê, şeşbendî; stranên medîhe, beyt wisa gelek mînakan mirov dikare li ser zêde bike, weke form; narînk, serêzava, serêbûkê, serşo, wiha berfireh nav lê kirine.

Li Colemêrgê di devokê de jî li şûna peyva stranê zêdetir lawjê bi kar tînin. Di nav lawjê de jî ew formên ku min gotin cih digirin.”

Narînk çi ye?

Gever,  bi lêv kir ku strana tomar kirine û dane weşandin jî di forma narînkê de ye û der barê narînkan de ev agahî da: “Narînk stranên di ber bûkan de tên gotin, ji wan re dibêjin narînk. Narînk ne navê stranê ye, navê cûre û forma stranan e. Navê vê stranê bixwe jî “Kurtê” ye. Me xwest weke form nav lê bikin. Narînk jî di nav xwe de taybetmendiyên wê yên cuda hene. Li gorî rêz û tarzê dîsa gelê me yê li vir dijî, mînak dema diçê karê xwe dike û ji mala zava diçe mala bûkê bîne stranên wê demê tên gotin hene, peyv û naverok li gorî wê darêtine. Dema ku diçe ber derê bûkê stranên ku li gorî wê atmosferê, li gorî wê demê û civatê tên gotin dîsa narînk heye. Dîsa strana ku dema bûkê ji mal derdixin peyv û dîsa naverok li gorî wê hatiye darêtin hene. Ji van tevan re dibêjin narînk.”

Di berdewamê de Gever, diyar kir ku strana berhev kiriye û Kom Muzîkê weşandiye jî yek ji cûreyê narînkan e û ji bo stranê ev tişt gotin: “Ji du bendan pêk tê. Di benda yekem de dema ku diçin bûkê tînin, weke xwestinê daxwaz dikin, yanî çavkirin û ecibandin heye. Di benda duyem de jî li hemberî vê daxwazê weke nejidiliyek heye. Ji dema ku mirov guhdar dike jî vê dibîne.”

Dema koronayê qeyd kirine

Gever, da zanîn ku yekem car stranê ji dengbêj Ehmê guhdar kiriye û wiha got: “Dengbêj Ehmê dengbêjekî Colemêrgê ye. Dengê wî gelek xurt e û dengbêjekî jêhatî ye. Yekem car min di sala 2014’an de jê guhdar kir. Wê demê ji bo berhevkirina stranên gelêrî yên vê deverê hewldanên min nû çêdibûn. Wê demê min ji dengbêj Ehmê hilgirt. Di tûrikê me de wisa ma heta dema koronayê. Wê demê ji ber ku nexweşî zêde bûbû me derfet nedî ku di şertên studîoyê de wisa rehet û baştir qeyda vê çêkin. Ji ber vê me sê hevalan li malê li studîoya xwe ya malê de qeyd kir. klîba wê jî bû derfetê wê demê me wisa çêkir û heta demekê wisa sekinî. Di demeke nêz de me parve kir.”

Herî dawî Gever, got ku weke strana gotine gelek stranên di hemû formên ku behs kiriye de di tûrikên wan de hene û di demen pêş de ew ê wan jî pêşkêş bikin.

Gotinên strana “Kurtê” wiha ne:

“Û ya rabû rawestyayî

Ya rabû rawestyayî

Narînka min ê kurtê,

Delala min ê kurtê

Eşîrê malbab xurtê

Eşîra w day bab xurtê

Me ji bo xwe’j komê girtê

Me ji bo xwe’j komê dîtê

Narînkê nar we naket

Delalê nar we naket

Çarkokê qebûl naket

Çarkokê qebûl naket

Malbabê xerîb naket

Day baban xerîb naket”