28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nivîskarê bêdewlet

Heke nivîskarek bê piştgiriya dewletekê li dinyayê belav bibe wê çaxê wê dinya wêjeya rast bibîne. Lê heke nivîskarek bi dewletekê mezin bibe ev mezinbûneke derewîn e

Di dema bindestiyê de nivîskarekî kurd çiqasî pirtûkên hêja û serkeftî binivîsîne jî nagihêje heqê xwe; ji ber ku pişta wî kul e, ji ber ku pergal û hêza wî ya dewletî tune ye. Nivîskarek karê wî ew e pirtûkeke baş binivîsîne, jê pê ve êdî ne di destê wî de ye. Qedera pirtûkekê piştî nivîskar wê diweşîne êdî dikeve destê faktorên derve. Heke tu bindest û bêdewlet bî û zimanê te hîn nebûbe zimanê fermî, pirtûka te çiqasî hêja be jî wê pir kêm bê xwendin; lê na ger tu dewlet bî û zimanê te li temama cîhanê berbelav be, pirtûka te çiqasî qels be jî wê pir bê xwendin. Nivîskarê kurd rewşa wî û ya nivîskarên miletên din pir ji hev cuda ye, mercên wî pir dijwar in; ji bo wî gundek heye kûçikên xwe giş berdane û kevirên xwe giş girê dane. Di van şert û mercên newekhev de ji nivîskarê/a kurd tê xwestin bi nivîskarên serdest re pozberiyê bike; vêya ne Xwedê qebûl dike ne jî Şeytan.

Lê di van şert û mercên gelekî dijwar de jî nivîskarên kurdî nivîskarên talanker ji nav civaka xwe qewirandin û wêjeyeke modern afirandin. Bêyî ku siyaseta kurdan û aboriya (dewlemendên) kurdan alîkariya wan bike jî wan ev kir. Heke mirov tevî hemû bêderfetiyan dîsa jî karibe bi zimanê xwe stran û helbest û çîrokên xwe bêje ev hêzeke mezin e. Nivîskarên kurd navdarî û hêzdariya serdestiyê hilnebijartin, wan hebûna xwe hilbijart. Xwebûn ji navdariyê hêjatir e.

Berhemên kurmancî li dinyayê belav nabin, wernagerin zimanên din û nayên xwendin. Ev ne ji ber hemû pirtûkên kurmancî xerab in û wêjeyeke kurmancî tune ye wiha ye, ev ji ber dewleteke kurdan tune ye wiha ye. Pirtûkek bi desthilatdarî û aboriya ku li pişta wê ye mezin e ya jî mezin xuya dike. Vê gavê piyaseya dinyayê ev çend kirêt e ku nivîskarek pênûsa wî çiqasî xurt be jî heke dewlet û desthilatdariyeke wî tune be ew jî tune tê hesibandin, ne tê naskirin û ne jî tê xwendin li dinyayê. Nivîskar, piştî ciyekî êdî ne di destê wî de ye, bifire jî vala ye.

Îro ro li dinyayê a tê xwendin ne pirtûk e, dewlet e; îro ro li dinyayê polîtîka û wêje bûne cêwîkên hev. Ev, tiştekî çewt e. Polîtîka û wêje carna ji bo azadiyê dikarin di navbera wan de hevkarî hebe, lê taliya talî her yek bi serê xwe kesayetek e. Wêje û huner ne xulamên dewlet û siyasetê ne; ya jî ne mehkûmên wê ne.

*

Shakespeare nivîskarekî baş e lê heke li pişta wî dewletên wek Amerîka û Brîtanya tune bûna Shakespeare nedibû Shakespeare. Ev nayê wê wateyê Shakespeare pênûseke xerab e û ne behremend  e, lê belê gelek nivîskarên din ên biqasî Shakespeare baş, ên wek Ehmedê Xanî jî hene, lê haya kesî ji wan tune ye. Helbet ev ne sûcê Ehmedê Xanî ye, û ne sûcê Shakespeare e jî. Di vir de newekheviyeke polîtîk heye. A ku Shakespeare mezin dike dewleta Amerîkayê ye, û a ku Ehmedê Xanî biçûk dike bêdewletbûna kurdan e. Divê em vê ferqê bibînin: Ji ber ku dewleta Amerîkayê mezin e ev nayê wê wateyê Ehmedê Xanî biçûk e. Dewlet dewlet e û huner jî huner e, divê mirov tiştan tevlihev neke.

Heke rojekê balansa dinyayê û hevsenga polîtîkayê bê guhertin û kurd xurt bibin, wê çaxê dibe ku Ehmedê Xanî bibe Shakespeare û Shakespeare jî bibe Ehmedê Xanî. Lê di vir de divê ev bê dîtin û famkirin: Ramaneke pir çewtek e ku serkeftin an jî têkçûna dewletan xêr û gunehên wê li ser navê nivîskaran bê qeydkirin. Ev heta niha wiha bû lê gerek ji niha û şûnde ne wiha be. Ev ne dad e, ne wijdan e, ne zanistî ye. Ne rast e mirov hunereke rind bike bi qurbana siyaseteke xerab, an jî siyaseteke rind bike bi qurbana hunereke xerab. Gerek dinya û hemû xwendevan vê zanibin; hunera baş baş e, bê dewlet be jî baş e, bi dewlet be jî baş e. Heke ne wiha be wê çaxê li holê dereweke pir mezin heye, huner tune ye, her kes xwe dixapîne. Heke wiha be, ev ne bi tenê li Ehmedê Xanî neheqî ye, di heman demê de li Shakespeare jî neheqî ye; ji ber ku taliya talî a ku tê ecibandin ne wêje û hunera Shakespeare e, dewleta wî ye.

*

Shakespeare û Ehmedê Xanî herduyan jî bi vê çîrokê dizanî: Heke dewleta te hebe û mezin be tu jî wek nivîskar heyî û mezin î. Ji ber vêya bû ku Shakespeare ji qralan re, ango ji dewletê re dinivîsî; qiyametek şanoyên wî yên “Henry” û “Richard” ji ber vê sedemê hene. Ehmedê Xanî ji ber vê sedemê digot, “Ger me hebûya padîşahek…”

Di vir de pirs ev e: Nivîskar divê nivîskariyê bike yan dewletsaziyê bike?

Nivîskar ne dewletsaz e, jiyansaz e. Heke nivîskar dewletsaziyê bike ji karê xwe yê esil nivîskariyê dûr dikeve û dibe siyasetmedarek.

Avakirina dewletekê karê siyasetê ye ne karê nivîskar e,  îcar heke dewleta wî heye û ew li dinyayê mezin kiriye ya jî dewleta wî tune ye û ew biçûk kiriye, ev ewqasî ne girîng e. Ji bo navdarî û pêşketina xwe heke nivîskarek çavê xwe li hebûna dewletekê pîs bike, ev qelstî ye, ev kurisandin û kokirina pênûsa xwe ye. Gerek wêjekar nebe parsekê dewletê. Gerek wêje wêje be, azad be, serbixwe be.

Dewlet aksesuarên (xeml) berheman in, divê mirov karibe nivîskar ji eksesuaran ango ji dewletan bêrî bike û wiha qîmet bide wan. Gerek “berhem” xatir bibînin, ne xeml û xêz û aksesuara wan. Gava xwendevan (xwendevanên dinyayê) di vê hişmendiyê de bin wê çaxê wê li dinyayê berhem xwedî xatir bin, wê çaxê wê wêjeya heqîqî derkeve holê, wê huner û wêje ji hêsîrtiya dewletê rizgar bibin.

A hêja ew e ku gava nivîskar dewleta wî tune be jî karibe bibe nivîskar. Heke nivîskarek bê piştgiriya dewletekê li dinyayê belav bibe wê çaxê wê dinya wêjeya rast bibîne. Heke nivîskarek bi dewletekê mezin bibe ev mezinbûneke derewîn e. Ev di destê mirovan de (di destê xwendevanan de) ye, gerek xwendevan nebin xwendevanên dewletan, gerek bibin xwendevanên nivîskaran. Dewleta wan hebe ya jî tune be, dewleta wan xurt an jî qels be, gerek ji xwendevanan re a hêja huner be, ne desthilatdarî be.