2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Doza Kobanê: Akkaya bûyerên neqewimîne bi rêxistin kiriye

Siyasetmedar Gulfer Akkaya, diyar kir ku beriya bûyerên Kobanê çûye derveyî welat û bi birêxistinkirina bûyerên rojek piştre neqewimîn hatiye tawanbarkirin û ev tişt got: “Li Pendîkê bûyer çênebûne lê weke ku çêbibin nîşan dane û îdia dikin di dema bûyerê de li wir bûme.”

Rûniştina duyemîn a daneşîna 27’emîn Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên kurd bi hinceta bûyerên 6-8’ê cotmeha 2014’an tê de tên darizandin, li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê di roja duyemîn de didome.

Siyasetmedarên kurd Sabahat Tuncel, Ayla Akat Ata û gelek siyasetmedar û parêzer di danişînê de amade bûn. Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Tîpa F ya bi Ewlekariya Bilind a Kocaeliyê bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bû. Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), parlamenterên Partiya Çepên Kesk û gelek kes tev li danişînê bûn.

Rêxistinkirina bûyerên neqewimandî

Gulfer Akkaya ku di dozê de negirtî tê darizandin, mafê axaftinê girt û bertek nîşanî tawanbariyên li wê tên kirin da. Akkaya, mutalaa weke “çîrokeke fantastîk” pênase kir û wiha got: “Dozger, bi hinek peyvan hewl dide dadgehê bixapîne. Di mutalaayê de qeydên HTS’ê li Stenbolê xuya dike û ez wê kêliyê li balafirgehê bûm. Lê belê di mutalaayê de hinek bûyer hene ku weke ‘bûyerên Pendîkê’ hatine destnîşankirin. Eleqeya min bi van bûyeran re çêkirine. Lê nayê gotin bê ka ev çi bûyer in. Li Pendîkê bûyer çênebûne lê weke ku çêbibin hatine nîşandan û îdia dike ku ez li wir bûm. Tê gotin ku ev bûyer di 7’ê cotmehê de qewimî ye. Lê ez di 6’ê cotmehê de li Sabîha Gokçenê bûm. Lê belê îdia dike ku ez tev li bûyera rojek piştre qewimî bûme. Her wiha di îdianameyê de bi navê bûyerên Pendîkê çi bûyer nînin. Her wiha tê gotin ku min ev bûyerên neqewimîn birêxistin kiriye.”

‘Ez ê mutalaayê vala derxînim’

Akkaya, wiha dirêjî da axaftina xwe:

“Dozger, hewl dide weke ku tiştekî pir girîng dîtibe tevdigere. Ez ê vê mutalaaya bi lêgerînên ser Googleyê hatiye amadekirin vala derxînim. Di vê navberê de ev mutalaa hiqûqî nîne, siyasî ye. Ji ber hevpeyvîneke min, di mutalaayê de tê gotin ku ‘sûcê nefretê’ hatiye kirin. Min heta niha bi sedan hevpeyvîn kirine û nivîsên heftane dinivîsim. Lê min tu carî nivîseke bikeve çarçoveya sûcê nefretê nenivîsandiye. Ez têkildarî elewiyan dinivîsim. Di tevahiya jiyana xwe de ji ber nasname, zayend û fikra xwe ya siyasî rastî cihêkariyê hatim. Lewma di mijara ‘nefretê’ de hesas im û nakim. Wisa bifikire ku min di nivîsên xwe de peyvên têkildarî nefretê bi kar anîne. Baş e lê çi eleqeya wan bi vê dozê re heye?”

‘Delîla bêgunehiya min e’

Gulfer Akkaya ya di mutalaayê de qala wê tê kirin û Gulfer Akkaya ya li vê derê ez nînim. Dozger tu tiştek nedîtiye, hatiye hevpeyvînek peyda kiriye. Li ser Googleyê nav û paşnavê min nivîsandiye û lêkolînek kiriye. Ev hevpeyvîna min a tu eleqeya wê bi îdiayê re nîne peyda kiriye. Ev ne delîla sûcdariya min lê delîla bêgunehiya min e.

Tawanbariya kongreyê

Dozger, hewl dide Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) krîmînalîze bike. HDK, qanûnî ye. Dozger, min weke endama Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP) nîşan dide û dibêje di vê çarçoveyê de tev li HDP’ê bûme. SYKP partiyeke fermî û eşkere ye. Wê demê divê îspat bike bê ka SYKP’î me yan na. Lê ev nekiriye. Ji ber ku ez SYKP’î nînim. Li ser medyaya civakî di destê çendek jinan de pivdank hene û ji ber wan wêneyan gotiye ku ez SYKP’î me. Di wêneyan de jinan pêşmalkên SYKP’ê li xwe kirine. Lê li ser min tune ye.

Endamtiya HDK’A Ewropayê kirin sûc

Dozger îdia dike ku ez endama HDK’a Ewropayê me. Ji bo ku mirov bibe endama HDK’a Ewropayê, divê mirov biçe wir. Ez tev li çalakiyên HDK’ê bûm û li ser pirtûkekê nivîseke weke ‘HDK A’ heye. Ji ber vê yekê jî min bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ didarizînin.

Di dema danasîna pirtûka ‘Yol Kadin’ê de wêneyek hate kişandin. Ji bo çalakî li ser medyaya dijîtal belav bibe jî wêne hate parvekirin. Ev wêne di mutalaayê de weke ‘bang’ hatiye nîşandan. Lê nayê gotin bê ka ev bang ji bo kê û çi tê kirin. Her wiha raporeke dijîtal dil mutalaayê de heye. Di vê raporê de lîsteyek heye. Hemû kesên di vê lîsteyê de cih digirin jî nivîskar, rojnameger û kesayetên ji pîşeyên cuda ne. Navê min jî tê de heye. Ez weke beşdar tev li konferansa Platforma Azadiya Civakî (TOP) bûbûm. Ev lîsteye jî ya wê konferansê ye. Di lîsteyê de navê min û taybetiyên min hene. Lê belê dozger dibêje ku min derheqê wan de agahî kom kirine. Anku li gorî îdiaya wî, min derheqê xwe de jî agahî kom kirine. Heke em van îdiaya weke ku rast bin qebûl bikin jî, gelo baş e çi eleqeya wê bi vê dozê re heye?”

Akkaya, xwest ku sepana kontrola edlî bi dawî bibe û derheqê wê de biryara beraetê were dayîn.