3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dozgerî cenazeyê Kader Acar nade malbatê

Cenazeyê Kader Acar (Destan) a tê gotin endama YJA Starê ye, li morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê tê girtin. Li gel ku malbatê cenaze teşhîs kir jî, dozgerî cenaze nade malbatê

Li Nisêbînê di malekê de teqînek pêk hatibû. Di teqînê de Kader Acar jiyana xwe ji dest dabû. Li gel ku malbata Acar cenaze teşhîs kir jî, dozgerî bi hinceta testa DNA’yê cenaze nadin malbatê.

Di 25’ê tîrmehê di maleke li ser kolana Sakarya ya navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê teqînek pêk hatibû. Di teqînê de Kader Acar (Destan) a tê gotin endama YJA Starê ye jiyana xwe ji dest dabû. Cenaze rakirin morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê û li wir tê sekinandin. Malbata Acar ji bo teşhîskirina cenazeyê keça xwe ji navçeya Cizîr a Şirnexê hatin Mêrdînê û derbasî edliyeyê bûn. Piştî temamkirina kar û barên dozgeriyê, malbat ji bo teşhîskirina cenazeyê çû morgê. Dayik û bavê Acar cenaze teşhîs kirin. Li gel ku karûbarê teşhîskirinê temam bûye jî, rayedar cenaze radestî malbatê nakin. Dozgeriyê ji malbatê xwest ku ji bo DNA’yê mînaka xwînê bidin. Li ser vê yekê malbatê xwîn da û piştre vegeriya Cizîrê.

Çi bûbû?

Polîsên tîmên taybet di şeva 25’ê tîrmehê de li Cadeya Sakarya ya li navçeya Nisêbînê bi ser malekê de girtin. Di serdegirtinê de teqîn pêk hatibû. Di teqînê de hat gotin ku endameka YJA-Starê jiyana xwe ji dest da. Piştî bûyerê polîsan bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinên malan de 9 kes hatin binçavkirin. Wezareta Karên Hundir bi daxuyaniyekê îdia kir ku hêzên wan li ser îxbarekî çûne malê, dema dixwestin nasnameyê bipirsin li dijî wan êrişa çekdarî çêbûye. Lê belê berevajî daxuyaniya wezaretê, hat zanîn ku di roja bûyerê de dengê guleyan nehatiye û tu gule li polîsan nehatine reşandin.

Teslîmiyet qebûl nekir

Li gorî agahiyan; 3 roj beriya bûyerê liv û tevgera polîsan a li ser cadeyê zêde bû. Di roja bûyerê de polîsan li deriyê mala ku tê gotin endama YJA-Starê tê de bû xistin û xwediyê malê Adiguzel derî vekir. Di vê navberê de polîsan banga “teslîm bibe” kir. Jina di malê de jî ji bo zirar negihije endamên malbatê, çû odeyeke hundir û teqemeniya bi xwe re teqand û teslîmiyet red kir.

Di encama teqînê de jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wê rakirin morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê. 9 kesên ji ber bûyerê hatin binçavkirin jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.