6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nehiştin malbata Şenyaşar bi rayedaran re hevdîtin bike

Malbata Şenyaşar ji bo bi rayedarên wezaretê re hevdîtina bike çû ber derê Wezareta Edaletê. Destûr nehat dayîn ku Ferît Şenyaşar û dayika xwe Emîne Şenyaşar bikevin hundir û bi rayedaran re hevdîtin bikin.

Di 14’ê hezîrana sala 2018’an de xizm û parastvanên parlamenterê berê yê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin kuştin. Piştî vê komkujiyê bi daxwaza edaletê Emîne Şenyaşar û kurê xwe parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndar xelas bûbû, di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi nobeta rdaletê kiribûn.

Ji ber ku daxwazên wan li Rihayê pêk nehatin û Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar niha jkî çalakiya xwe ya nobeta edaletê li Enqereyê didomînin. Di çarçoveya çalakiya xwe de Şenyaşaran îro dîsa xwest ji deriyê Dîkmenê yê Meclîsê ber bi Wezareta Edaletê ve bimeşe. Malbat, gelek caran ji hêla polîsan ve hate astengkirin. Malbata ku astengiyên polîsan derbas kir heta ber deriyê Wezareta Edaletê meşiya. Malbatê xwest ku bi Wezîrê Edaletê re hevdîtinê bike. Lê rayedaran daxwaza malbatê red kir û destûr neda ku malbat bikeve avahiya wezaretê.

Li ser vê yekê endamên malbatê dîsa vegeriyan Meclîsê û sekna malbatê didome.