3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mexdûrên erdhejê li konteyniran jî mexdûr in

Malbatên ku di konbajaran de dimînin ji rewşa heyî gelek bi bertek in. Ji ber ku roj bi roj şertê jiyanê zehmetir dibe nikarin di nava şertên dijwar de bijîn, ev rewş bandorek neyinî li wan dike

Di 6’ê Sibata 2023’an de li 11 bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê erdheja 7.7-7,6 pîle pêk hat. Li Amedê jî 7 avahî hilweşiya bûn. Erdheja ku navenda wê bajarê Gurgumê bû, bajarên Osmaniye, Riha, Kîlîs, Edene, Amed, Semsûr, Hatay, Meletî û Dîlokê jî hejiya bû. Di erdhejê de li gorî daneyên fermî 50 hezar û 500 kes mirin. Li gorî daneyên ne fermî jî zêdetirî 100 hezar kes mirin.

Li Amedê kesên xaniyên wan xera bûn li konteynirbajara kêleka Nexweşxaneya Lêkolîn û Pewerdehî ya Gazî Yaşargîl a Peyasa Amedê hatiye avakirin hatin bicihkirin. Kesên li konteyniran bi cih bûne di şert û mercên gelek dijwar de dijîn. Germa hevînê bandoreke zêde li wan dike. Ji ber germahiya zêde nikarin di hundir de bijîn. Zarok ji ber van şertan zor û zahmetiyan dijîn. Li vir cihên ku zarok ji xwe re lê bilîzin tune ye. Malbatên ku li wir dijîn gelek ji wan xizan in. Di vî konbajarî 620 konteynir hene. Di hin konteynirê de 15-20 kes dijîn. Ji ber li vir nifûs zêde ye konteynir têra wan nake. Her cara kesên ku ji konbajar derdikevin û dikevin hundir, hêzên ewlehiyê ji wan nasnameyên AFAD’ê dixwazin. Dema xizmên wan tên serdana wan, lazim e ew bên ber deriyê kompê û wan derbas bikin. Mexdûrên ku li konbajar dijîn der barê serpêhatiyên xwe de ji rojnameya me re axivîn.

Qeyrana aboriyê bandor dike

Welatiya bi navê Fatma Laçî ku di erdhejê de xaniyê wê xesar a giran dîtibû rexneyên xwe anî ziman û got: “Dema ku erdhej pêk hat, em di kuçeyan de man û me gelek zor û zehmetî kişand. Tu kes bi hawara me nehat. Em di sir seqemê de li derve man. Em êvaran li mizgeftan diman û bi roj jî li derve bûn. Piştre em çûn tenişta çemê Dîcleyê derbasî konbajaran bûn. Em tenê dixwazin bibin xwedî xanî û ji me re çareyek bê dîtin. Em dixwazim di TOKÎ’yê de xaniyan bidin me. Bi texsîdan be jî em qayil in. Em dixwazin ji vê rewşê rizgar bibin. Vir têrî me nake. Em 6 kes di konteynirekê de dijîn. Ji me tenê kesek kar dike. Rewşa me ya aborî roj bi roj xerab dibe. Germahî bandora xwe li ser me zêde dike. Ez nexweşim û ev rewş gelekî me diêşîne.  Hin caran ji ber nexweşî û germahiyê ji ser hişê xwe ve diçim. Keça min jî nexweş e. Gelek caran em nikarin biçin nexweşxaneyê. Derfetên me tune ye.”

Laçî, herî dawî anî ziman ku ji mehê carek zexîre didin wan û wiha got: “Lê mixabin ew jî têra me nake. Em li vir perîşan in. Rewşa aboriyê bandorek neyînî li me dike. Êdî em nikarin debara xwe bikin.”

Mexdûra erdhejê Zeynep Kiliç jî destnîşan kir ku du zarokên wê yên astengdar hene û wiha got: “Rewşa zarokan gelek xerab e. Ji ber germahiyê em zehmetiyeke mezin dijîn. Ji hefteyê du caran serwîs tê wan dibe navenda rehabîlîtasyonê û tîne. Em rewşa heyî qebûl nakin. Xaniyê me tune ye. Em gelek zehmetiyan dijîn. Em ji bo tendirustiya zarokan dixwazin di TOKÎ’yan de xaniyan bidin mexdûrên erdhejê. Yên ku di vir de zehmetiyê dibînin jin û zarok in. Ew der ji me re gelek dûre. Dema ku em diçin bajêr û tên, em nizanin ka em ê zarokên xwe yên nexweş li cem kê bihêlin. Hevjînê min tenê dixebite. Em nikarin debara xwe bikin û tu mal û milkê me tune ye. Em 6 kes in. Cihê ku em lê dijîn gelekî tenge û rewşa me xerab e.”

Nexweş gelek in

Mexdûrê erdhejê Mehmet Karabulut jî diyar kir ku dema erdhej qewimiye wan gelek zor zehmetiyên dijwar dîtine û ev tişt anî ziman: “Mehê carek ji me re zexîre tînin. Lê têra me nake. Meha ku em nexebitin em birçî dimînin. Em debara xwe ya mehê bi zorê dikin. Di malê de em heft kes dijîn.  Tenê mûçeya min heye. Lê têr nake. Her roja diçe bihayê tiştan zêde dibe û tiştek nayê kirîn. Zarokeke min a astengdar heye. Ji ber germahiyê jî em gelek zehmetiyê dijîn. Dema ku erdhej qewimî ji me re digotin xaniyê we zexme hûn dikarin tê de bimînin. Pişt re me di e-dewletê de lê nerî ku xesareke giran jî dîtiye. Lê rastî ji me  veşartin. Pişt re em ji xanî derketin û li wargeha xwendekaran bi cih bûn. Di pey re li me geriyan û gotin ‘Eger hûn bixwazin em ê we bibin konteyniran’. Niha cihê ku em lê dimînin 620 konteynir hene. Lê dîsa jî têrî me nakin. Me ji bo xaniyên TOKÎ’yê jî serî li rayedaran daye. Lê em hê li benda agahiyê ne. Ji roja em hatine vir heta niha tu rayedaran pirsa ne nekiriye. Li vir zarokên gelek malbatan nexweş in. Nikarin wan bibin nexweşxaneyan. Gelek zor zehmetiyan dijîn.”